• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê taxa Gaziyê li dijî êrîşên li dibistanan meşiya

    Gelê taxa Gaziyê li dijî êrîşên li dibistanan meşiya

    Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû hate girtin

    Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû hate girtin

    Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekin demildest îstifa bike!

    Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekin demildest îstifa bike!

    Nûçegihanê Kanal 8 hate berdan

    Nûçegihanê Kanal 8 hate berdan

    YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

    YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

    ‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

    ‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê taxa Gaziyê li dijî êrîşên li dibistanan meşiya

    Gelê taxa Gaziyê li dijî êrîşên li dibistanan meşiya

    Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû hate girtin

    Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû hate girtin

    Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekin demildest îstifa bike!

    Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekin demildest îstifa bike!

    Nûçegihanê Kanal 8 hate berdan

    Nûçegihanê Kanal 8 hate berdan

    YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

    YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

    ‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

    ‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Abdullah Ocalan dîmenek dîrokî û banga nû

Navenda Nûçeyan / AW

9 TÎRMEH 2025 - 09:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bang kir: “Qonaxa em gihiştinê me neçar dike ku bi gavên nû re em bikevin nava pratîkê. Ez ne bi hêza çekê lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Û bang li we jî dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî dîrokî kir. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenê banga dîrokî weşand. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî di banga dîrokî de li cem Abdullah Ocalan bûn.

Abdullah Ocalan got: “Ez ne bi hêza çekê lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Û bang li we jî dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê.”

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:

“Hevreyên hêja

Tevgera me a xwe dispêre hevrêtiya komunalîst, di rewşa xwe a heyî û pirsgirêkên dijî de, têkildarî rêyên çareserkirina pirsgirêkan, dûbare be jî ez ê bi namekeyeke berfereh û şênber, bersivên afrîner bidim we û vê yekê jî weke erkeke exlaqî dibînim.

27ê Sibata 2025an min banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ez hê jî vê bangê diparêzim.

Di Kongreya 12an a Fesixkirina PKK’ê de we bi berferehî û awayekî pozîtîf bersiv da û ez vê helwesta we weke bersiveke dîrokî dinirxînim.

Divê rewşa heyî weke encameke dîrokî û bi nirx were dîtin. Di vê navberê de keda hevalên ku bi rola pirê rabûne jî ew çendî bi nirx û qîmet e.

Dawiya hemû pêşketinên rû dan bi qasî ku veguhertineke dîrokî be, min Manîfestoya Civaka Demokratîk amade kir. Ev manîfesto weke serkeftina manîfestoya ‘’Rêya Şoreşa Kurdistanê’’ ya 50 salî ye. Ne tenê ji bo civaka Kurd a dîrokî, her wiha ez bawerim ku ji bo herêm û hêzên civaka gerdûnî jî xwedî heman naverokê ye. Ti fikarên min tine ne ku ev yek mînakeke serkeftî ya kevneşopiya manîfestoya dîrokî ye.

Dikarim eşkere bêjim, ev pêşketin encama hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîne. Ji bo ev hevdîtin li ser esasê îradeya azad de pêk werin hewldan di asta herî jor de hatin nîşandan.

Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike. Ev qonax û gavên wê yên pêwîst xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin.

Tevgera PKK’ê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cûda, stratejiya şerê rizgariya netewî hatiye bidawîkirin. Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir. Ji derveyî vê rewş weke dûbarekirin û xetimandin hate nirxandin. wê dûbarekirin û xetimînê rû bide. Li ser vî esasî wê rexne û xwerenekirinên berfereh dewam bikin.

Ji ber ku siyaset valabûnê qebûl nake, divê stratejiya bernameya bisernavê Aştî û Civaka Demokratîk ‘siyaseta demokratîk’ weke taktîkeke bingehîn bi huqûqeke hevgirtî were dagirtin. Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin.

Di rewşa heyî de danîna çekan bi dildarî û li ser hîmê huqûqê xebata avakirina komîsyoneke berfereh û erkdar li nava Parlementoya Tirkiyê girîng e. Şert e ku gavên werin avêtin bi hesasiyet bin û ji mantiqê teng dûr bin. Ez dizanim ku gavên bêne avêtin wê vala neçin. Ez vê samîmiyetê dibînin û bawer dikim.

Lewma hewldan tên kirin ku derî bêne vekirin û gavên pratîkî yên berbiçav bêne avêtin. Fikrên ku ji aliyê min ve hatine pêşxistin weke sernav ev in;

Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîf pêkane. Ji hemû tiştên hatî gotin, encama derdikeve: PKK’ê dest ji armanca avakirina dewleta netew berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe anîye. Di qonaxa heyî ya dîrokî de bendewarî hene ku ev rewş hê ber bi pêşdetir ve were birin.

Ji bo em xebatên meclîs û komîsyonê bi wate bikin, her wiha ji bo em fikarên raya giştî ji holê rakin, di çarçoveya sozên me dayî de divê berdana we a çekan ji aliyê deverên pêwendîdar û raya giştî bi awayekî xwezayî were pêşwazîkirin. Avakirina mekanîzmeya berdana çekan wê pêvajoyê ber bi pêş de bibe. Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa huqûqî û siyaseta demokratîk. Ev ne têkçûn e, berevajî divê weke serkeftineke dîrokî were nirxandin. Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.

DEM a ku di bin sîwana parlementoyê de ye, wê tevî partiyên din ji bo ev pêvajo biserkeve erka bikeve ser milê xwe bicih bîne.

Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hun dizanin ku min ti carî azadiya xwe a şexsî nekiriye pirsgirêk.Di maneya felsefî de jî azadiya şexs ji civakê nabe were cûdakirin. Bi azadiya şexs civak û bi azadiya civakê jî şexs dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.

Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.

Rojên dawî bûyerên ku li herêmê pêk tên, girîngî û lezgîniya vê gava me a dîrokî eşkere piştrast dikin.

Têkildarî vê pêvajoyê, ez bi kelecan li benda her cûre rexne, pêşniyar û piştgiriya we me.

Ev nîqaş li tevahiya welat, herêm û li ser asta gerdûnî nîşan me dide ku Hêzên Modernîteya Demokratîk dibin xwedî bernameyeke teorîk û dighêjin qonaxeke nû ya stratejîk û taktîkî. Ji niha ve diyar dikim, ez di nava hewldanên amadekirinê de me û bi xweşîbînî dikarim bêjim ku ez bi kelecan û bi biryar im.

Banga min ji bo dema pêş, li ser esas biryarên kongrê û herî dawî nêrîn û pêşniyarên ku min di vê nivîsê de anîne ziman, em pêşde biçin û encamên serkeftî bidest bixin.

Li gel silav, hezkirin û di nava hevrêtiyeke bê dawî de bimînin.

19ê Hezîrana 2025an

Abdullah Ocalan”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka Demokratîkbanga dîrokî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

15 NÎSAN 2026
Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

12 NÎSAN 2026
Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

10 NÎSAN 2026
Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

9 NÎSAN 2026
Bîrlîk: Divê Meclîs ji bo pêşketina pêvajoyê demildest gavan biavêje

Bîrlîk: Divê Meclîs ji bo pêşketina pêvajoyê demildest gavan biavêje

9 NÎSAN 2026
Polîsan şahî asteng kir: Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

Polîsan şahî asteng kir: Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

5 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kanîreşê berxwedana li dijî JESê: Em nahêlin erdê me bê talankirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Atolyeya ‘Tenduristiya bi Kurdî’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deşta Geverê bi pîvokan xemilî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarek Colemêrgî nasnameya bajêr li magnet û solan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamedova: Werin em bi stran û zimanê xwe yê şîrîn hevdu hembêz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Tirkiyeyê qanûnek ku pêşî li bidestxistina çekan bigire tune ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (579)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne