• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

    DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me

    Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

    Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

    Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

    Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

    Êrişî peykera “Jinên Têkoşer” kirin

    Êrişî peykera “Jinên Têkoşer” kirin

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

    DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me

    Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

    Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

    Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

    Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

    Êrişî peykera “Jinên Têkoşer” kirin

    Êrişî peykera “Jinên Têkoşer” kirin

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

Navenda Nûçeyan /AW

10 TÎRMEH 2025 - 08:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCKê têkildarî banga Abdullah Ocalan wiha got: “Niha, em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî bi gavavêtinên me pêş nakeve. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin.

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de duh tevî girtiyên li Îmraliyê bangeke dîrokî ya bidîmen kir. Abdullah Ocalan di banga xwe de got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgezê pratîze bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê têkildarî banga Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyaniya KCKê wiha ye:

“Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bangeke nû kir. Ev bang duh hate weşandin û rayagiştî ji naveroka wê agahdar bû. Berî her tiştî, em kêfxweş in ku deng û dîmenê Rêber Abdullah OCALAN gihîştiye derve. Em bawer dikin ku ev yek ji bo gelê me û hemû dostên me bi heman awayî kêfxweş bûne. Bi vê boneyê, em Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji hêla gel û dostan ve tê bêrîkirin bi rêzdarî silav dikin û hesret, evîn û minetdariya xwe diyar dikin.

Ev banga ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, banga duyemîn a piştî 27ê Sibata 2025an e. Mîna banga 27ê Sibatê ev banga jî dîrokî ye. Rêber Apo di vê banga dîrokî de, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di warê rêgez û armancên wê yên bingehîn de kurteber kir, pêşketinên heta niha hatine kirin û gavên pêwîst ên ku ji bo pêşerojê werin avêtin destnîşan kir. Rêber Apo bi gotina, ‘Ez piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an didomînim’ careke din îradeya xwe bi xurt û vekirî nîşan da. Wekî Tevgera Azadiyê, me ev banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxand. Em pêwîst dibînin ku encamên em gihîştinê bi eşkereyî bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

Me piştgiriya xwe ya tevahî ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di banga 27ê Sibata 2025an de hate ragihandin, diyar kiriye û em ê bi tevahî erkên xwe bi cih bînin. Heta niha, me li gorî baweriya xwe ya ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û erka dîrokî ya ku ji bo pêkanîna armancên vê bangê, me biryarên stratejîk girtin û di vî alî de gav avêtin. Gelê me bi baldarî, hesasiyet û baweriyek mezin li pişt vê pêvajoya dîrokî ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin sekinî. Di vê qonaxa em gihîştinê, Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê ya heyî hîn jî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û gavên berbiçav ên ku me avêtine ti gav neavêtine. Em vê yekê dibînin û dizanin. Lê tevî vê yekê, li gorî baweriya ku me bi armancên ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ aniye, em li pişt pêvajoyê sekinîn. Bi hesasiyeteke mezin me hewl da ku vê helwesta xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ev hewldanên me yên di vî warî de têne dîtin Niha, ji bo vê banga dîrokî ya nû, em radigihînin ku em ê gavên berbiçav ên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava şênber, mîna gavên din ên ku me avêtine, ji bo girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re nîşan bidin û bi baweriya ku gelê me û mirovahî wê bi Manîfestoya Civaka Demokratîk azad bibin, diavêjin.

Rêber Apo di banga 19ê Hezîrana 2025an de diyar kir ku her kes erka ku dikeve ser milê wan bi cih bînin û gavên pêwîst ên ku bên avêtin destnîşan kir û bê pêvajo çawa bimeşe danî holê. Divê tespîtên Rêber Apo li ber çavan bên girtin û fêmkirin. Ev bang ne tenê ji bo me ye, di heman demê de ji bo dewlet, bi taybetî jî Meclîsê, hemû saziyên siyasî û kesên berpiryar in. Heta îro, me li gorî berpirsyartiya xwe ya dîrokî û bi hesasiyeteke bilind gavên stratejîk avêtine.

Niha, em bi biryar in ku gavên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava nû bi hizirandina gel û gelên xwe diavêjin. Lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî bi gavavêtin me pêş nakeve. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin. Li ser vê bingehê, divê esareta Rêber Apo yê ku pêvajoya Civaka Demokratîk pêş xistiye bi dawî bibe. Ji ber ku ger Rêber Apo azad bibe, ev pêvajo dikare pêş bikeve û bigihîje armancên xwe. Berovajî vê yekê, ne pêkan e ku bi parastina şert û mercên heyî pêşdetir biçe. Ya duyemîn, divê ji bo siyaseta demokratîk û hiqûqa tevahî tiştên pêwîst bên kirin. Divê siyaset û Meclîs li gorî vê yekê însiyatîfê bigire û gavan biavêje. Pêvajoyek û pêşveçûnek watedar tenê bi vê yekê pêkan e.

Di encamê de, dema ku em biryardariya xwe ya ji bo avêtina vê gava dîrokî nîşan didin, em hewce dibînin ku bi heman hesta berpirsiyariyê tiştên ku divê were kirin dubare dikin. Em hêvî dikin ku tiştên ku me gotine wê werin fêmkirin û li gorî wê tevbigerin. Em bi baweriya ku mîna heta niha me kiriye û ji niha pê ve jî wê ji bo gelê me destketiyên mezin bi xwe re bîne, van gavan diavêjin. Em hîn jî baweriya xwe ya ku wê ev gav bersiva xwe bibîne û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi ser bikeve, diparêzin.”

Etîket: Banga Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkdaxuyanîKCK
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

25 MIJDAR 2025
Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

25 MIJDAR 2025
Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

25 MIJDAR 2025
Ji komîsyonê daxuyaniya serdana Girava Îmraliyê

Ji komîsyonê daxuyaniya serdana Girava Îmraliyê

24 MIJDAR 2025
REPAK: Em her rojê bikin 25’ê Mijdarê

REPAK: Em her rojê bikin 25’ê Mijdarê

23 MIJDAR 2025
DEM Partî: Serdana Îmraliyê dê bibe wesîleya aştiyeke mayînde

DEM Partî: Serdana Îmraliyê dê bibe wesîleya aştiyeke mayînde

21 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (62)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne