Amed – Komeke ku siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û endam û rêveberên saziyên sivîl di nav de ji bo merasîma çekşewitandinê ya gerîllayê PKKê ya li Silêmaniyê bişopînin ji Amedê bi rê ketin.
Komeke gerîllayên PKKê dê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe merasîma çek şewitandinê li dar bixe. Komeke ku siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û endam û rêveberên saziyên sivîl di nav de li Amedê kom bûn û ber bi bajarê Silêmaniyê ve bi rê ketin. Koma ku nêzî ji 150 kesan pêk dihat û li ber Stadûma Amedê ya li navçeya Peyas a Amedê kom bû, pişt re bi çar otobûsan bi rê ket.
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Hevserokê Giştî yê DADê Zeynel Kete, Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter, Serokê Rûmetî yê ÎHDê Akin Bîrdal û rêveberên MED TUHAD-FEDê jî di nav komê de cih girtin.