Şêniyên taxa Koran a Enkawa ya Hewlêrê nebûna xizmeta binesaziyê çalakî pêk anîn. Hêzên ewlehiyê rojnamevên ku çalakî dişopandin asteng kirin.
Şêniyên taxa Koran a Enkawa ya Hewlêrê li ser rêya sereke ya Serokatiya Herêmê li dijî nebûna xizmetguzariyan nerazîbûn nîşandan û teker şewitandin. Hêzên asayîşê rê nadin rojnamevan dîmenên xwepêşandanê bikşînin. Li gorî agahiyan rojnamevanek li cihê xwepêşandanê hat binçavkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye çend rojin li sinorê parêzgeha Hewlêrê welatî li dijî nebûna xizmetguzariyan, bi taybetî jî kêmaniya elektrîkê nerazîbûnan nîşan didin. Şeva borî jî bi heman armancê welatiyên bajaroka Wertê ya ser bi navçeya Soran nerazîbûn nîşandan. Di dema nerazîbûnê de hêzên asayîşê yên ser bi PDKê gule reşandin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.