• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kerem Canpolat: Divê meclis guh bide Abdullah Ocalan

Bîlal Guldem / AW

18 KANÛN 2024 - 08:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Riha – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat ku di “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” de cih digire, xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe, demildest wî muxatab bigirin, piştgiriya gotinên wî bikin, bi lez pirsgirêka Kurd çareser bikin û mafên Kurdan nas bikin.

Di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve di 16ê Kanûnê de “Meşa çareseriya demokoratîk û azadiyê” hat destpêkirin. Meş di roja duyemîn de li Rihayê bi daxuyanî û civînên gel û hevdîtina li gel Baroya Rihayê berdewam kir. Di civînan de behsa armanca meşê hate gotin û li ser çareseriyê nîqaş û axaftin hatin kirin.

Meş îro jî wê bigihîje bajarê Dîlokê û dê li vir jî meş û daxuyanî bên lidarxistin û bi civînên gel û hevdîtinên li gel saziyan berdewam bike.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat jî ku di nav meşê de cih digire, derheqê armanca meşê de ji Ajansa Welat re axivî.

Kerem Canpolat: Bêyî çareseriyê xweşî jî nayê

Kerem Canpolat diyar kir ku ev çend sal in li Tirkiyeyê xitimandinek heye û wiha got: “Di her tiştên li Kurdistanê û Tirkiyeyê de xitimandin heye. Xetimandin di aliyê siyasetê û hiqûqê de heye. Xitimandina herî mezin jî li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Em dixwazin vê xitimandinê vekin. Maka vê xitimandinê jî pirsgirêka Kurd e. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe, ev salek û nîv e me kampanyayek daye destpêkirin. Armanca vê kampanyayê jî ew e ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Çima ev tecrîd bê hilanîn? Çimkî dewletê di salên 2013-2015an de wî muxatab girtibû û pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû û hinek xweşî çêbûbû. Daxwaza me ya sereke ew e ku ji bo çareseriyê pêvajoyek duyemîn bê destpêkirin da ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Heta li ser vê axê pirsgirêka Kurd çareser nebe, xweşî jî nayê Rojhilata Navîn.”

‘Divê demildest birêz Ocalan muxatab bê girtin’

Kerem Canpolat da zanîn ku gelê Kurd bi ziman, çand û reng û dengê xwe tê înkarkirin û wiha axivî: “Em dixwazin ku vê înkarkirinê bidin fêmkirin. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, li vî welatî jî xweşî çênabe, li vî welatî di aliyê aboriyê de firehî çênabe, di aliyê ehlaq de başî çênabe, di aliyê siyasetê de xitimandin nayê hilanîn. Hemû pirsgirêk li Tirkiyeyê her tim xwe dubare dikin. Di warê edalet û hiqûqê de pirsgirêkên mezin hene. Ev hemû ji ber pirsgirêka Kurd in nayê çareserkirin. Lewma em dixwazin pirsgirêk bi muxatabê wê re bê çareserkirin. Em dixwazin demildest birêz Abdullah Ocalan muxatab bê girtin da ku ev mesele tavilê were çareserkirin.”

‘Divê piştigiriya gotinên Ocalan bê kirin’

Kerem Canpolat hevdîtina dawî ya li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Birêz Ocalan du meh berê di hevdîtina xwe de dîsa bang kir ku heke şert û merc werin afirandin dikare di demek kin de vê pirsgirêkê çareser bike. Em dibêjin gotinên birêz Ocalan gotinên bi qîmet in û em hemû piştgiriya van gotinan bikin. Ji bo çareseriyê û xweşiya Kurdistan û Tirkiyeyê.”

‘Çareserî li Meclisê dikare pêk were’

Kerem Canpolat li ser armanca meşa li Amedê dane destpêkirin sekini û got: “Meşa me piştî Rihayê wê li Dîlok, Edene, Mêrsînê bidome û li Enqereyê bidawî bibe. Armanca me ev e ku pirsgirêka Kurd demildest were çareserkirin û çareseriya demokratîk û azadiyê pêk were. Çareserî jî li Meclisa Tirkiyeyê dibe. Em jî dixwazin herin wir û xwestinên xwe ji muxatabê vê meseleyê re bêjin. Em hêvîdar in dewlet jî di aliyê çareseriyê de gav biavêje. Em dixwazin dewlet gav biavêje û çareseriyê piştguh neke.”

‘Em pêşî li krîzan bigirin’

Kerem Canpolat bal kişand ser geşedan û qewimandinên li Li Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: “Li Rojhilata Navîn gelek krîzên nû rû didin. Em jî dixwazin gelê xwe ji vê krîzê bidin xelaskirin û gelê xwe mihafeze bikin. Ev jî ew e ku pirsgirêka Kurd bi qebûlkirina Kurdan û hemû reng û deng û motîfên Kurdan bê qebûlkirin. Bila pirsgirêka Kurd çareser bibe ku ev agir nekeve welatê me. Em dixwazin bi vê meşê pirsgirêka Kurd ji Meclisê re vebêjin û bala raya giştî ya Tirkiyeyê bikişînin ser vê yekê.”

‘Em dixwazin mafên Kurdan di ruhê xwe de qebûl bikin’

Kerem Canpolat bal kişand ser nêzîkatiya desthilatdariyê ya ji bo pirsgirêka Kurd û di dawiyê de ev yek anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHPê dema li îşê wan tê dibêjin pirsgirêka Kurd heye lê dema nayê karê wan jî ji qirkirina Kurdan re dengê xwe nakin û dibin şirîkê qirkirinê. Ji bo binpêkirina mafên Kurdan hemû derfetên xwe dixin dewrê. Em dixwazin hemû partî û muxalefet destên xwe bidin me da ku ev çareseriya vê meseleyê hêsantir bibe. Heke destê xwe nedin me çareserî ji bo wan jî nayê. Em dixwazin mafên Kurdan ne bi gotinan, di ruh û emelê xwe de bidin qebûlkirin. Ji bo çareserkirina meseleyê em dixwazin hemû kes destê xwe bide me û em dengê xwe gur bikin da ku çareserî bibe.”

Etîket: Abdullah OcalanKerem CanpolatMED DUHAT-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

16 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

16 HEZÎRAN 2026
Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

16 HEZÎRAN 2026
‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

15 HEZÎRAN 2026
Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

15 HEZÎRAN 2026
‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (467)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne