Leşkerên derdora gundê Sorbitmê yê di qontara Çiyayê Cûdî agir berdan daristanê.
Li herêma Goza Mihetê ya gundê Sorbitmê yê salên 90î hatibû valakirin û girêdayî navçeya Silopya ya Şirnexê ye agir bi daristanê ket. Li gor agahiya çavkaniyên herêmê, leşkerên ku di qeleqolên serê Çiyayê Cûdî de ne di saetên êvarî de gule berdane û piştî berdana guleyan agir derketiye.
Herêma ku agir lê derketiye ji sivîlan re qedexe ye û ji bilî cerdevan û leşkeran tu kes nikare biçe herêmê.
Balkêş e ku piştî qedexeya Walîtiya Şirnex a ji bo herêmên daristanan dayî ev şewat hatiye derxistin.