Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di roja 6emîn de berdewam kir.
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrişên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di roja 6’an de berdewa kir. Ji saetên serê sibehê ve gelek welatî li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê kom bûn. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Ji şer re na” û “Rojava rûmeta me ye” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li çalakiyê bûn. Nûner û rêveberen saziyên ku ji Amedê hatin piştgirî dan çalakiyê.
Em xwedî ziman û al in
Sultan Yaray da zanîn ku çiqas sînor hebin jî kurd yek in û dilê Kurdên Bakur li Rojava hildibe û wiha axivî: “Kurd li ser axa xwe ne. Dixwazin li ser koka xwe bi zimanê xwe biijîn. Lê zimanê kurdan tê qedexe kiri. Zarokên Kurdan tên kuştin û girtin. Lê dîsa kurd dest ji doza xwe bernade. Kurd gelekî mazlum in. Gel tenê mafê xwe yê rewa dixwaze. Em jî netewe ne. Em jî xwedî ziman û xwedî ax in. Em dixwazin Kurd li ser axa xwe wekhev û azad bijîn. Em dibêjin hûn li meclisê destê xwe dirêj dikin. Bila destê edaletê be. Bila ne destê xapandinê be. Kurd hene. Kurd êdî nayên xapandin.