Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li tax û parkan bernameya “Pêşandanên Fîlman ên li Derve” da destpêkirin. Fîlmê “Yek ji Rojên Mirina Hemme” li Park Ormanê hat pêşandan. Fîlm bi baldarî hat temaşekirin.
Sînebîr a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, bi şaredariyên navçeyên Peyas, Rezan, Sûr û Yenîşehirê re, sînema bir parkan. Pêşandanên Fîlman ên li Derve yên ku dê di meha Tebaxê de bên lidarxistin, armanc dike ku temaşevanên her temenî li parkan kom bike. Hemû fîlmên ku dê li parkan bên pêşandan wê belaş bin. Di çarçoveya çalakiyê de fîlma “Yek ji Rojên Mirina Hemme” li Park Ormanê hat pêşandan. Welatiyan bi eleqeyek mezin fîlm teşame kir.
Bername wiha ye:
Pêşandanên Fîlman ên li Derve, yên ku li Park Ormanê dest pê kirin, dê li van cihan berdewam bikin:
Li Peyasê:
• 6ê Tebaxê li Parka Aştiyê fîlmê Gergerok
•13ê Tebaxê li Kompleksa Werzîşê ya 500 Ewlerê fîlmê Neşeli Çiftlik
•20ê Tebaxê li Taxa Peyasê fîlmê Şîrînler
Li Sûrê:
• 5ê Tebaxê li Taxa Alîpaşa fîlmê Neşeli Çiftlik
• 12ê Tebaxê li Taxa Tilelekê fîlmê Gergerok
• 19ê Tebaxê li Taxa Zorova fîlmê Komşum Totoro
• 26ê Tebaxê li Taxa Îskenderpaşa fîlmê Cîran
Li Yenîşehirê:
• 7ê Tebaxê li Parka Mahmut Zengîn a TOKÎ ya Uçkuyuyê fîlmê Benim Adım Mutlu
• 14ê Tebaxê li Parka Koru ya Seyrantepê fîlmê Cîran
• 21ê Tebaxê li Parka Şaredariya Yenîşehîrê fîlmê Çirkin Ördek Yavrusu (Zazakî)
• 28ê Tebaxê li Kolana Çelîkevlerê fîlmê Şirînler
Li Rezanê:
• 9’ê Tebaxê li Parka Körhatê fîlmê Komşum Totoro
• 16’ê Tebaxê li Parka Gulê fîlmê Çirkin Ördek Yavrusu (Zazakî)
• 23’yê Tebaxê li Parka Koşuyoluyê fîlmê Benim Adım Mutlu
• 30’ê Tebaxê li Parka Rihanê fîlmê Yek ji Rojên Mirina Hemme