Malpera Rojnameya Yenî Yaşamê ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Amedê ve hate astengkirin.
Malpera Rojnameya Yenî Yaşamê ya “www.yeniyasamgazetesi6.com” ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Amedê ve hate astengkirin. Rojnameyê têkildarî astengkirinê de li ser malpera xwe ya Xyê wiha got: “Li dijî her cure sansur û astengiyên keyfî weke duh em ê îro jî parastina azadiya çapemeniyê bidomînin.”
Rojname weşana xwe li ser hesaba “www.yeniyasamgazetesi7.com” didomîne.