• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayika 4 zarokan girtin û zarok li holê hiştin

    Dayika 4 zarokan girtin û zarok li holê hiştin

    Rejîma Îranê Hisên Mihemedî cara duyemîn girt

    Rejîma Îranê Hisên Mihemedî cara duyemîn girt

    Li Şamê hunermendek kuştin

    Li Şamê hunermendek kuştin

    Cîvaka Êzidî û Şengaliyan gotin: Em hene û em ê hebin!

    Cîvaka Êzidî û Şengaliyan gotin: Em hene û em ê hebin!

    Komên hikûmeta demkî êrişî 4 noxteyên HSDê kir

    Komên hikûmeta demkî êrişî 4 noxteyên HSDê kir

    DFG: Bila rojnameger bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin

    DFG: Bila rojnameger bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayika 4 zarokan girtin û zarok li holê hiştin

    Dayika 4 zarokan girtin û zarok li holê hiştin

    Rejîma Îranê Hisên Mihemedî cara duyemîn girt

    Rejîma Îranê Hisên Mihemedî cara duyemîn girt

    Li Şamê hunermendek kuştin

    Li Şamê hunermendek kuştin

    Cîvaka Êzidî û Şengaliyan gotin: Em hene û em ê hebin!

    Cîvaka Êzidî û Şengaliyan gotin: Em hene û em ê hebin!

    Komên hikûmeta demkî êrişî 4 noxteyên HSDê kir

    Komên hikûmeta demkî êrişî 4 noxteyên HSDê kir

    DFG: Bila rojnameger bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin

    DFG: Bila rojnameger bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon bi zorê nabe

Navenda Nûçeyan /AW

4 TEBAX 2025 - 11:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, di roportaja xwe ya bi ANHAyê re kiriye de destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û wiha got: “Di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de wê li ser esasê şirîkbûneke nû Sûriyeke nû were avakirin. Ev yek bi zorê nabe. Xelkê Dêrazor û Reqayê dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin.”

Alozî, şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bênavber berdawam dikin. Di vê rewşa aloz de hewldanên çareseriyê jî pêk tên lê heta niha encam negirtine. Bi pêşengiya Fransayê dê di navbera Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Suriyeyê de li Parîsê civîn pêk bihata. Lê ji ber mudaxeleyên hêzên derve Hikumeta Suriyeyê ya Demkî bi daxiyeniyekî aşkere kiribû ku dê tevî civînê nebe.

Hêzên girêdayî Hikumeta Demkî ya Suriyeyê êrişên xwe yên li ser gelê Durzî didomînin. Piştî rawestandina êrişan ya çend rojan ev du roj in dîsa êrişên li bajarê Siwêdayê berdewam dikin. Gelê Durzî jî li hember van êrişan bi hişmendiya parastina cewherî xwe rêxistin dike û diparêze. Li gorî agahiyên ku SOHRê parvekiribûn di pevçûnan de 5 leşkerên girêdayî Hukumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) têkildarî pêwendiyên bi Şamê re, nakokî, lihevkirin, sîstema pêşeroja Suriyeyê, nêzîkatiya pêkhateyan bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re hevpeyvîn kir.

Beşa yekem a hevpeyvînê wiha ye:

* Di ser îmzekirina peymana 10ê Adarê (2025) ya di navbera we û Ehmed El Şera de 4 meh derbas bûn. Belkî weke demeke kurt bê binavkirin, lê li Rojhilata Navîn geşedan pir bi lez in. Li gorî vê yekê eger hûn van 4 mehan binirxînin, dikarin çi bêjin?

Lihevkirina 10ê Adarê di demeke krîtîk de pêk hat. Di wê mehê de li herêmê şer hebû, em di nava şerekî dijwar de bûn, li Suriyeyê jî pirsgirêk hebûn. Li hinek deverên din ên Suriyeyê şer hebû. Di wê demê de lihevhatineke bi wî awayî pêwîst bû. Ji bo ku agirbest were çêkirin, şer raweste û pêşî li diyalogê were vekirin, dîsa ji bo ku lihevkirineke li ser Suriyeya pêşerojê pêk were, girîng bû. Me û hikumeta Şamê li ser van mijaran li hev kir. Di van 4 mehan de, belkî di aliyê pratîkî de gavên mezin nehatin avêtin, lê hinek hedef jî pêk hatin. Niha agirbest heye, em dixwazin ev agirbest veguhere agirbesteke mayînde. Hevdîtin dê berdewam bikin.

Di hinek mijaran de lihevhatin çêbûye, gavên piratîk hatine avêtin. Hevdîtin jî dê bidomin, biryardariya wê heye. Lihevhatina 10ê Adarê yekser di navbera min û Serokê Suriyeyê birêz Ehmed Şera de hate çêkirin. Me wekî du aliyên Suriyeyê li hev kir. Ji bo pratîzekirina wê gelek mijar hene. Pêwîst e hêzên navnetewî yên niha li Suriyeyê jî beşdarî vê pêvajoyê bibin da ku em karibin bi awayekî saxlem gavên xwe bavêjin. Dewletên bi dosyaya Suriyeyê re eleqeder in, niha beşdarî van hevdîtinan bûne. Em dixwazin bi hev re vê lihevhatinê pêk bînin.

* Piştî peymanê di navbera şandeya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û Şamê de, dinavbera şandeyan de çend hevdîtin hatin çêkirin. Lê hevdîtina 9ê Tîrmehê gelekî bû rojev û nîqaş hatin meşandin. Di hevdîtinan de nakokiyên sereke yên derdikevin pêş çine?

Armanca bingehîn a wê civînê pêvajoyeke nû bû. Mijar pêkanîna lihevhatina 10ê Adarê bû. Cara yekem nûnerên Amerîkî û Fransî jî di civînê de amade bûn. Civîn ji bo îlankirina destpêkirina pêvajoyeke nû ya hevdîtinan bû. Di vê pêvajoyê de Amerîkî û Fransî jî hene. Dîsa dihat xwestin ku hinek gavên pratîkî yên avakirina baweriyê, werin avêtin. Li ser gelek mijaran nîqaş hatine kirin. Dikarim bêjim li ser gelek mijaran me lihev kir. Hinek di berjewendiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de ne, hinek di berjewendiyên tevayî Suriyeyê de ne, hinek mijar hevbeş in.

Hinek mijarên ku hîn nehatibûn nîqaşkirin û neketibûn rojevê hebûn. Di civîna dawî de ev bûn rojev. Me nekarî biryar bigirin, lê di pêvajoya pêşiya me de em ê li ser rawestin. Lewma encameke dawî ji wê civînê derneket. Lê dîsa ji bo domandina hevdîtinan nêzikatiyek hebû. Em dikarin bêjin ji nakokiyan bêhtir xuya dibe amadekariyên civînê têrê nekirin ku em encameke dawî û serkeftî jê derbixin. Ji ber wê mijar ji bo civînên din hatin hiştin.

* Hun dikarin mijarên ku lihevkirin li ser wan çênebûye û nehatine nîqaşkirin hinekî din rave bikin?

Ya rastî me berê di nava xwe de nîqaş nekiribû. Herdu aliyan bi hev re nîqaş nekiribû. Ji bo hevdîtinên bi vî awayî pêwîst e amadekarî bê kirin. Divê herdu alî beriya civînê, naveroka wê zanibin, nêrînên hevdû bigirin û amadekariyan temam bikin. Hinek mijarên ku me li ser nîqaş nekiribûn, nêrîna herdu aliyan nehatibû girtin hene. Lewma zehmet bû ku li wir em bigihêjin encamekî û hatin taloqkirin.

* Piştî civîna 9ê Tîrmehê, nûnerê Amerîkayê yê Suriyeyê Tom Barrack ku ew jî tev li bibû, hinek rexne li QSDê kirin. Li ser wê, bi rêya ragihandinê nerazîbûn hatin nîşandan. Hûn van nêzikahiyên li hemberî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê çawa dinirxînin, piştî wan nirxandinan di helwesta wan de guhertin heye yan na?

Di wê civînê de dihat xwestin ku encamek were girtin, gavên bilez bên avêtin. Bendewariyek wiha ya nûnerê Amerîkî hebû. Ev çênebû, ji ber wê rexneyên wî çêbûn. Pirsgirêk ne girêdayî naveroka hevdîtinan bû, bi demê ve girêdayî bû. Me jî wate da bendewariyên wan. Lê ne gengaz bû ku em bi van amadekariyan gavên ew dixwazin bavêjin. Lê piştî civîna Şamê, di navbera min û nûnerê Serok Donald Trump de hevdîtinên li ser telefonê çêbûn. Me li Umanê hevdu dît û ev mijar berfireh nîqaş kir. Danûstandina me hem bi birêz Barrack hem jî ekîba wî re didome. Bawer im wana jî fêm kirine ka pirsgirêkên esasî çi ne. Pêwîst e kar li ser bê kirin. Mijar ne tenê di aliyekî de ye, pirsgirêkên giştî ne, lewma sebir pêwîst e, divê em bi hev re karibin li ser bixebitin. Ez bawer im ew jî gihiştine wê qenaetê. Li ser ragihandinê jî çend caran îfade kir ku QSD ji hevdîtinan re amede ye û amadekariyên xwe hene, cidî ye, dixwazin gavên pratîkî biavêje. Niha ew gihîştine vê qenaetê.

* Hinek nirxandin jî hene ku wekî tenê Kurd derdikevin pêş, yanî wekî ku hûn ji bo Kurdan tevdigerin, pêkhateyên din li ber çavan nayên girtin. Gelo bi rastî jî wisa ye yan na, hûn dewleteke cuda dixwazin?

Ya rastî me hîn mijara Kurdî nîqaş nekiriye, weke QSDê me nîqaş nekiriye, helbet em ê nîqaş bikin. Ez ê piştre li ser vê hinekî berfireh biaxivim, lê niha mijarên me cuda ne. Mijarên me pratîk in, hinekî bi mijara leşkeriyê, saziyan ve girêdayî ne. Girêdayî hinek gavên pratîkî yên ku pêwîst e em bavêjin e. Mijara esasî ew e ku ev hevdîtin bi şêweyekî rêkûpêk bêne meşandin. Hîn em neketine naverokên kûr. Ji ber wê jî nêrînên bi vî awayî ne di cîh de ne, me hîn dest pê nekiriye.

* We çend roj beriya niha di hevpeyvînekê de gotibû ku hûn li dijî yek dewlet û artêşê nîn in. Ev gelek hat nirxandin, hinek derdoran weke tiştekî nû binav kir. Hûn dikarin vê mijarê hinekî zelal bikin?

Li Suriyeyê û taybet li cem hinek aliyan, dema tu qala nenavendîbûnê dikî dibêjin Sûriye parçe bû. Tu qala tiştekî cuda dikî dibêjin eman nizanim çi pêk hat. Lewma pêwîst e di van mijaran de zelal biaxivî. Me carekê negot, me gelek caran got û em niha jî dibêjin, me di peymana 10ê Adarê de lihev kiriye ku Sûriye parçe nabe, Sûriye welatek e, welatê me hemûyan e, em tev Sûriyeyî ne. Pêkhateyên cuda hene, lê em Sûriyeyî ne, li nava Suriyeyê ne, welatekî me heye. Helbet dê hikûmeteke vî welatî hebe, ev hîn dewletek e, ne du dewlet in. Vî welatî dê artêşeke xwe hebe, nabe ku du artêş bin, bêguman dê QSD di nava vê artêşê de be. Li welatekî artêşek heye, bi du artêşan nabe. Li derve bi alekê tê naskirin. Aleke ku tevahî Sûriyeyî qebûl dikin. Ala ku niha li Sûriyeyê tê rakirin, li vê herêmê jî tê rakirin. Di vir de pirsgirêk tuneye, ez bawer nakim kesekî li Suriyeyê cuda difikire. Lê carinan pêwîst dike mirov bi awayekî zelal bibêje da ku êdî pêşî li nîqaşan were girtin.

Li hemberî me şerekî taybet, bi zanabûn û rêkûpêk tê kirin. Hertim dibêjin, ‘ev dixwazin vî welatî parçe bikin, dest deynin ser dewlemendiyên vî welatî û ji xwe re bibin”. Ev tiştên ne rast in. Bi rastî jî stembarî li vê herêmê tê kirin. Ji herkesî bêhtir me sînorên Suriyeyê parastine. Li herêmên xwe, me saziyên vê dewletê parastine, nehiştiye bên talankirin û xistine xizmeta gel. Li vê herêmê ji her derê zêhtir Kurd, Ereb, Suryan, hemû pêkhate bi hev re dijîn. Yanî Sûriyeyeke piçûk li vir heye. Bi zanabûn bêbextiyên bi vî awayî li QSD, Rêveberiya Xweser tên kirin. Ji ber vê jî me careke din bi awayekî zelal anî ziman ku pirsgirêkek me bi yekîtiya vî welatî, dosyaya leşkerî, mijara saziyan re tune ye. Berevajî em dixwazin bibin beşa herî xurt û çalak a li nava vê dewletê û rol bilîzin. Lihevkirina 10ê Adarê de aşkere ye. Dê entegrasyon bê çêkirin, sazî bibin yek, di aliyê leşkerî de jî, di aliyê îdarî de jî bi hev re dewleteke nû ava dikin. Helbet ev dewleta bê avakirin, wê Sûriyeyeke nû be, wê ya me hemûyan be.

* Mijara entegrasyonê jî di rojevê de ye. Ev têgeh bi rengên cuda tê şîrovekirin. Qesta we ji entegrasyonê çiye gelo?

Entegrasyon şirîktî ye. Di navbera hemû kesên Sûriyeyî, pêkhateyên Suriyeyê, hemû îdareyên ku niha hene de, wê li ser esasê şirîkbûneke nû Sûriyeke nû were avakirin. Ev yek dê bi zorê neyê çêkirin, ji xwe niha me pêşî li tişteke wisa girtiye. Ya duyemîn dê bi lihevhatinê bê çêkirin. Pêwîst e em bi hev re biaxivin, li hevdu bikin. Pêwîst e tevahî pêkhateyên Suriyeyê tifaqê çêbikin. Eger sibê destûreke ku dê Suriyeyê bi rê ve bibe çêbibe, pêwîst e tevahî Suriyeyî wê destûrê bipejirînin, wê hikumetê bipejirînin. Divê saziyên netewî wisa bin ku her kes wan weke saziyên xwe yên netewî bihesibînin.

* Di van demên dawî de têgeha demokrasiya herêmî gelek tê rojevkirin û nîqaş li ser tên meşandin. Gelo ev dê çawa pêk were, em bêjin pêkhate û herêm dê çawa karibin bi vîna xwe cîh bigirin?

Di vir de du mijar hene ku divê bi zelalî bên fêmkirin. Rast e pêkhateyên ku Kurd jî di nav de ne hene. Kurd pêkhateyeke esasî ya Suriyeyê ye û ev mijareke taybet e, çareseriya wê jî cuda ye. Lê em niha qala Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, herêmên din, qala Dêrazor, Reqa, Tebqa û cihên din dikin. Pirsgirêk ne weke hev in. Rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurdan û ya Dêrazorê û Reqayê wekî hev nîn in. Em nikarin bêjin em ê pirsgirêka Kurdan û yên din bi heman şêweyî çareser bikin.

Mijara pêkhateyên cuda pêwîst e cuda bê destgirtin. Dema em qala Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, qala parêzgehên vê herêmê dikin, helbet dê şêwazên çareserkirinê cuda bin. Li cihên weke Dêrazor û Reqayê me nêrînên gel girtine, dixwazin rêveberiyeke wan a xwecihî hebe, xwe bi xwe birêve bibin. Helbet li wir pirsgirêkeke netewî tune ye, pirsgirêka wan pirsgirêkeke îdarî ye û hinek jî siyasî ye. Lê pêkhateyên din ên weke Kurd, Asûrî hene û ji bo wan li gel van pirsgirêkan, pirgirêkên neteweyî jî heye, divê werin çareserkirin.

* Ji bo vê yekê çi hewldanên we hene, we qala pêkhateyan kir, li herêmên xweser jî Ereb, Ermen, Suryan jî hene, dîsa ji bo pêkhateyên li derveyî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê çi hewldan hene, ew ê çawa karibin xwe îfade bikin, birêve bibin?

Em dikarin bêjin hevdîtinên niha tên çêkirin dê li ser du astan werin meşandin. Asteke giştî û asteke taybet a ji bo pêkhateyan bê meşandin. Em hîn neketine mijara pêkhateya giştî, Kurd û hemû pêkhateyên din. Niha em li ser mijara Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku beşek ji Suriyeyê ye disekinin. Ev nêzî 12 salan e ji Suriyeyê cuda bûye. Cihên din jî wisa bûn, Idlib wisa bû. Lewma yek ji mijarên me yên esasî ku em li ser disekinin ew e ka em ê çawa karibin careke din yekîtiyê çêbikin. Ji ber wê em qala tevahî herêmên Suriyeyê dikin. Em qala mijarên leşkerî, îdarî, saziyan dikin. Em qala pêvajoya Rêveberiya Xweser dikin, ji ber ku ew jî hikumetek e û heta niha kar dimeşîn e.

Em negihîştine wê astê ku karibin bikevin mijara mafên netewan. Dema mafê netewan bikeve rojevê, wê ev heyeta heyî jî biaxive. Xala yekem a peymana 10ê Adarê jî qala van mijaran dike. Wê demê em ê bikevin hûrguliyan, divê nûnerên pêkhateyan bixwe bi hikumetê re gotubêj û li hev bikin.

* Di vê çaçoveyê de têkildarî mijara xwerêvebirinê li Dêrazor û Reqayê civîn hatin çêkirin, di van civînan de çi derket pêş, pêkhate çi dixwazin?

Du armancên sereke yên van civînan hebûn. Ya yekem ew bû ku nûnerên wan jî tev li diyaloga tê meşandin bibin. Ji xwe nûnerên wan di komîteya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de hene. Komîte hatin çêkirin da ku beriya diyarkirina nûnerên wan ên dê tev iî komîteyê bibin, nîqaşek bidin meşandin, nêrîna xwe bikin yek. Ya dûyemîn me xwest nas bikin ka xelkê Dêrazor û Reqayê dixwazin hêzên me yên li wir ku ew jî xelkê wir in, li wir bin an na. Her wiha me xwest zanibin ka mijara entegrasyonê çawa dibînin.

Xelkê wir di mijara xwe rêvebirinê de pir zelal bûn. Dibêjiin, ‘em hazirin ku Suriye bibe yek, rewşeke xwezayî çêbibe, lê tecrube heye, lewma em dixwazin xwe bi xwe birêvebibin’. Mînak xelkê Dêrazorê ji me re gotin ku li wir rêveberiyek heye, 20 heta 30 hezar karmendên ewlekariyê û sivîl hene; divê ev li ser karê xwe bin. Dîsa li wir tabureke leşkerî ku ji xelkê wir pêk tê heye. Gel xwest ku ew jî li cihê xwe bimîne da ku tu kes ji derve neyê û wan birêvenebe. Gotin eger walî bê diyarkirin, divê ew bi xwe diyar bikin. Dêrezor niha 2 beş in, yek di kontrola Rêveberiya Xweser yek jî ya Şamê de ye. Lê gotin ku divê ew bi hev re diyar bikin.

Xelkê Reqayê jî gotin pêwîst e ew bixwe walî û midûrê/a ewlekariyê diyar bikin. Gotin ew naxwazin saziyên heyî biçin û valahî çêbibe. Metirsiya wan heye ku ev sîstematîk nebe, bi hevre neyê meşandin, veneguhere entegrasyonê û mumkun e Dêrazor wek herêmên Beravê û Siweydayê bibe. Me jî got ku em weke QSDê mîsogeriya wê didin ku pêvajoya entegrasyonê bi rengekî baş were meşandin û em ê li ser soza xwe bisekinin.

Reqa û Dêrazor dixwazin rêveberiyeke xwecihî hebe, rêveberî û karmendê wan di xebatên xwe de bimînin.

* We got ku taybetmendiya Dêrazorê heye, aliyên wê yên li rojhilat û rojavayê Firatê hene, lewma divê bibe yek parêzgeh. Hin alî jî dibêjin navenda bajar di destê Şamê de ye, lewma pêwîste  aliyê di destê QSDê de dewrî Hikûmeta Demkî bê kirin. Hûn ji bo vê çi dibêjin?

Dibe ku hinek wisa bifikirin lê xelkê aliyê rohilat wisa nafikire. Dibêjin ‘pêwîst e bibe yek parezgeh, lê divê em bi hev re ava bikin’. Ew qala lihevkirineke bi rumet dikin û ev peyv gelek caran bikar anîn. Ev ne bi rengê helandina saziyan a di bin navê navendîbûnê de, bi hev re kar kirinê û parastina hebûnê, herdu  alî wek hev dikarin yek parêzgehê ava bikin.

* Mijara ewlekariyê gelekî tê nîqaşkirin, ji bilî artêşê, deriyên sînor û hêzên ewlekariyê jî hene. Ev niha di çi astê de ye, wê çawa çareser bibi?

Di vê mijarê de me planek amede kiriye û hem daye hêzên navnetewî yên bi me re di guftugoyan de amede dibin, hem jî daye Hikumeta Şamê. Naxwazim bikevim hûrguliyan, lê derî mijareke ku karên derve yên welat eleqeder dike ye, pêwîst e bi Şamê ve girêdayî be. Di encamê de têkilî bi dewletan re tê meşandin. Lê derî li herêma me ne, lewma pêwîst e em jî tê de hebin. Saziyeke ku bi navendê ve girêdayî ye, lê nayê wateya xelkê herêmê jî tê de nabe.

* Çavkaniyên aborî yên weke petrol û hwd jî rojevek e din e. Çavkanî dê çawa werin bikaranîn û bikevin xizmeta civakê?

Yek ji mijarên em ê li Parîsê guftugo bikin jî ev e. Dem hatiye ku mijar bê nîqaşkirin, çarçoveyek bê peydakirin û lihevkirinê çêbikin. Petrol milkê tevahî Suriyeyê ye. Pêwîst e hemû herêmên Suriyeyê jê sûdê bigirin. Me gelek caran gotiye û dîsa dibêjin, em ê bi vê nêzikahiyê mijarê çareser bikin. Lê tê zanîn ku ev herêma ku em jê re dibêjin Rojhilatê Firatê di dîroka Suriyeyê de hatiye paşguhkirin. Piştî evqas salên bi pevçûn, pêwîstiya vê herêmê jî bi avakirinê heye, pêwîst e beşek ji derametên petrolê ji vê herêmê re be. Tişta pêwîst e em li ser nîqaş û li hev bikin ev in.

 

Etîket: ANHABakur û Rojhilatê SûriyeyêHevpeyvînMazlum EbdîRojhilata Navîn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

28 TÎRMEH 2025
Şoreşa 19ê Tirmehê: Bû azadiya zimanê Kurdî

Şoreşa 19ê Tirmehê: Bû azadiya zimanê Kurdî

19 TÎRMEH 2025
Şoreşa 19ê Tirmehê: Tovên jiyana nû ya wekheviya gelan

Şoreşa 19ê Tirmehê: Tovên jiyana nû ya wekheviya gelan

18 TÎRMEH 2025
Faîk Bulut: Şerê Îsraîl û Îranê çar qonax e

Faîk Bulut: Şerê Îsraîl û Îranê çar qonax e

22 HEZÎRAN 2025
Abdullah Ocalan: Çareserî Modernîteya Demokratîk e

Abdullah Ocalan: Çareserî Modernîteya Demokratîk e

15 HEZÎRAN 2025
Abdullah Ocalan: Avakirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne

Abdullah Ocalan: Avakirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne

14 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (53)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne