• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Li Yemenê geşadanên nû yên siyasî û ewlehî

    Li Yemenê geşadanên nû yên siyasî û ewlehî

    Berfê li Bakurê Kurdistanê jiyan tevizand

    Berfê li Bakurê Kurdistanê jiyan tevizand

    Li Amedê berfê her der spî kir

    Li Amedê berfê her der spî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Li Yemenê geşadanên nû yên siyasî û ewlehî

    Li Yemenê geşadanên nû yên siyasî û ewlehî

    Berfê li Bakurê Kurdistanê jiyan tevizand

    Berfê li Bakurê Kurdistanê jiyan tevizand

    Li Amedê berfê her der spî kir

    Li Amedê berfê her der spî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Beştaş: Divê mafê hêviyê were bicihanîn

Enqere / AW

5 TEBAX 2025 - 16:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, di civîna komîsyona ji bo pêvajoyê li Meclîsê hatiye avakirin de axivî.

Meral Daniş Beştaş avakirina komîsyonê weke gaveke “dîrokî” nirxand û wiha axivî:

“Dikare bibe gava destpêkê ya veguherîna pergala antîdemokratîk ku encama poLîtîkaya înkarê ya sedsalî ye. Çareseriya meseleya Kurd di heman demê de ji bo hemû hemwelatiyan dê rejîmeke hiqûqê ya demokratîk bi xwe re bîne. Li gorî me yek ji peywirên vê komîsyonê ew e ku ji bo cîbicîkirina mewzûatên heyî îradeyê nîşan bide. Ji ber ku em ê pêşniyarên guhertina yasayî bikin. Lê ji bo cîbicîkirina yasa û destûra bingehîn a heyî peywireke me ya girîng heye. Weke mînak; AYM niha biryarên DMMEyê bicih nayîne.

Divê biryara mafê hêviyê were bicihanîn

Em dixwazin komîsyon di vê mijarê de înîsiyatîfê li xwe bigire û îradeyê raber bike. Em niha bi derfet û berpirsyartiyên dîrokî re rû bi rû ne. Birêz Ocalan ji bo ev pêvajo bi ser keve tişta ji dest tê dike. Ji bo mercên wî yên tenduristî, ewlehî û azadiyê gelek caran daxwaz hate kirin. Xebatên di vê derbarê de dê bidomin lê dixwazin balê bikişînim ser mafê hêviyê. DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan biryar da. Cîbicîkirina mafê hêviyê, pêwîstiyeke cîbicîkirina hiqûqê ye.

Qeyim ji bo me mesele ye

Yek ji meseleyên din jî sepanên qeyim e. Ev bû sê serdem qeyûm li şaredariyên me tên tayînkirin. Yek ji hêmaya sereke ya rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avkirina civaka demokratîk jî, rêzgirtina li îradeya gel û bidawîkirina sepana qeyim e. Wekî birêz Ocalan jî di pêvajoya çareseriyê de gotibû; hiqûqa ji bo Kurdan dikeve meriyetê dê deriyên demokrasiyê ji bo gelên Tirkiyeyê veke.

Bepirsiyariya hemû kesî ye

Ev komîsyon ne tenê platforma diyalogê ye, hêvîdarin bibe zemîna avêtina gavên şênber û avakirina zemîna çareseriyê. Avakirina pêşerojeke aştiyane, adilane û demokratîk, berpirsyartiya tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Divê em li gorî vê berpirsyartiyê bixebitin.

Hewcehî bi zimanekî nû heye

Meseleya aîdiyetê, bi entegrasyona demokratîk pêkan e. Bi parçebûn û teslîmbûnê nabe. Entegrasyona demokratîk tê wê wateyê ku her tişt were parastin û wisa entegre bibe. Anku bi parastina ziman, nasname û çandê dibe. Her wiha divê tu derdorên civakî derveyî vê komîsyonê neyên hiştin. Yek jî mijara herî girîng, avakirina zimanekî nû ye. Divê em zimanekî rêzgir ava bikin.”

Etîket: AYMDMMEKomîsyona MeclîsêMafê HêviyêMeclîsMeral Daniş Beştaşpêvajo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe

Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe

27 KANÛN 2025
OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

26 KANÛN 2025
Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

26 KANÛN 2025
11emîn pakêta darazê li meclisê hat qebûlkirin

11emîn pakêta darazê li meclisê hat qebûlkirin

24 KANÛN 2025
Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

24 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (633)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne