Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a Cizîrê de got ku divê dewlet demildest azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne û bi vî awayî pêvajo berdewam bike.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Drmokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, ‘Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin’ serdana dikandarên Sanayiya Piçûk a Cizîrê kir û tev li civîna gel a li gundê Şabaniyê yê navçeya Cizîrê yê Şirnexê bû. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a li gundê Şabaniyê de li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku divê dewlet destpêkê şert û mercên azadiya Ocalan pêk bîne û bi vî awayî pêvajo berdewam bike.
‘Divê dewlet demek nêz çarçove qanûnê aşkere bike û derxîne’
Di serdana dikandarên Sananiya Piçûk a Cizîrê de Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan got ku gel li bendê ye ku dewlet gav biavêje û wiha axivî: “Em dixwazin di demek nêz de qanûn derkevin. Her wiha divê dewlet qanûnên ku qala wan tê kirin aşkere bike. Di vê pêvajoyê de tişta ji bo me herî girîng yekitiy e û yekitiya me çiqas xurt be destkeftiyên me jî wê ew qas zêde bin.”
Dewletê fam kir ku pirsgirêkêk bi rêbazên şer çareser nabe
Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna li gel dikandar de bal kişand ser qewimînin Rojhilata Navîn û wiha got: “Vaye hefteyek pêtir e, em li nav gelê xwe digerin û li ser pêvajoyê şêwirê dikin. Di rojhilata navîn de şerek mezin heye û ev şer dewletên rojhilata navîn mecbûrî rêyek nû dike. Heya îro dixwestin çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi rêbazên şer çareser bikin. Li Tirkiyeyê meclîsê heya îro bi derxistina zagonên şer nêzîkî pirsgirêkê dibû û êdî aqlê dewletê dizane ku ev rêbaz nabe çareserî. Di maseyê hatiye avakirin de bazarek tuneye, li ser maseyî mafên gelê Kurd tên dayîn. Mafê hebûna Kurdan, mafê ziman, nasname û çanda Kurdan tê dayîn. Ji ber ku heya îro Kurd nedihat naskirin rastî gelek rêbazên bê hiqûqî hatin. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê ne û ji bo mafê xwe têkoşîna demokrasiyê didin.”
Hebûna Kurdan divê di qanûnan de were naskirin
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku di avakirina komarê de Kurd hebûne, her wiha divê îro jî hebûna Kurdan bikeve nava komarê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heya îro dema siyasetmedarên Tirk dihatin Kurdistanê, Kurd dihatin naskirin û dema diçûn Tirkiyeyê Kurd nasnedikirin. Di avakirina vê komarê de Kurd hebûn û îro di encama tpkoşîna me hebûna Kurdan hatiye qebûlkirin. Di avakirina vê komarê de gelek gel hebûn û îro şerê me ji bo jiyanek bi hev re ye. Her dem aştî di rojeva me de hebû. Rêber Apo ne îro, her dem aştî dixwestin û ji bo aştiyê bi biryar bû. Divê em jî li her derê li ser aştiyê biaxivin. Divê em hewcehiya me ya ji bo aştiyê ji her kesî re bêjin. Divê em xwesteka Rêber Ocalan a aştiyê ji bo xwe bikin armanc û li gor wê tevbigerin.”
Divê dewlet li gor gotinên xwe gav biavêje
Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan sozên dane pêk anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger di hiqûqa Tirkiyeyê de Kurd hebûna, ciwanên me 30 salan nediketin zindanan, qeyûm nediavêtin ser şaredariyên me. Gerîla dixwazin vegerin ser axa xwe û siyaseta demokratîk bikin. Ji bo ku careke din tu Kurd rastî bê edaletiyê neyê, divê Kurd di makezagonê de werin naskirin. Îro li ser maseyî ev yek tê axaftin, li ser maseyê aştiyê guherîna ji kokê ya bê edaletiyê tê axaftin. Dewlet gav navêje, dereng dimîne. Gelê me jî, em jî dipirsin hûn li benda çi ne. Sozên Rêber Apo dane hemû bi cih anîne. Divê gotin û sozên wan jî dane pêk werin. Li ser ew qas gavên girîng ên Rêber Ocalan mayîna wî ya zindanê û nediyarbûna rewşa wî em nikarin qebûl bikin. Divê ji bo azadiya Rêbertiyê qanûn werin detristin û pêvajo bi vî awayî berdewam bike.”
Banga mitîngên azadiyê kir
Çîgdem Kiliçgun Ûçar herî dawî qala girîngiya mitîngên 27-28ê hezîranê pêk were kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet ji bo gav avêtinê dereng dimîne û dema gav neyên avêtin li hember dewletê bêbaweriyek derdikeve holê. Ji bo ku em li dewletê gav bidin avêtin, em ê di 27 û 28ê hezîranê de li 4 bajaran mitîngan li dar bixin. Ev mitîng ji bo statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafên gelê Kurd e.”
Di civînan de welatiyan li hember gavneavêtina dewletê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku divê dewlet li hember gavên Tevgera Azadiyê avêtine êdî di avêtina gavan de lez bike.

















