• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

HSDê ji bo Kobanê bang kir: Em ê serkeftineke mezin bi dest bixin

Navenda Nûçeyan / AW

19 KANÛN 2024 - 16:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandariya Giştî ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter amadekariya êrişeke mezin a li ser Kobanê dikin û got: “Em ê li Kobanê serkeftineke mezin bi dest bixin.”

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk û rewşa dawî a li herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HSD’ê, di daxuyaniyê de got ku tevî hemû hewldanên Koalîsyona Navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo kêmkirina aloziyê û ragihandina agirbestê li Minbicê û hemû herêmên wan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pabendî vê biryarê nebûn û êrişên xwe yên li ser eniya başûrê Kobanê li Qereqozaqê û Bendava Tişrînê didomînin. Daxuyanî wiha domiya: “Artêşa Tirk a dagirker doh 18’ê Kanûnê êrişek berfireh li ser xeta Bendava Tişrîn da destpêkirin. Şer û pevçûnên dijwar heta saetên êvarê berdewam kirin û hêzên me karîn hemû êrişên wan têk bibin. Her wiha gelek deverên bajarê Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk ve hatin bombebarankirin. Li aliyê din liv û tevgera artêşa Tirk a li herêma Pirsûsê dewam dike, li ser sînorê Bakurê Kobanê û Rojavayê Qereqozaqê jî tank û maşîneyên xwe yên zirxî bi cih dikin.”

‘Kobanê wê ji bo hêzên dagirker bibe çal’

Fermandariya HSD’ê diyar kir ku weke HSD’ê ew tekeziyê li ser girîngiya rawestandina aloziyê, rawestandina hemû operasyonên leşkerî û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê dikin û wiha domand: “Lê di heman demê de li hemberî her êriş û hedefgirtina gelê xwe û herêmên xwe em ê bê bersiv nemînin. Her wiha em piştrast dikin ku hewldana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya êrişa li ser Kobanê ji bo wan nabe seyrangeh û hêzên me tevî gelê me yê Kobanê wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide. Bi saya berxwedana lehengî ya HSD’ê û gelê me wê Kobanê ji bo hêzên dagirker bibe çala ku derketina ji wê zehmet be.

‘Em ê bi hev re her derê Kobanê bikin keleha berxwedanê’

Ji ber vê yekê em beriya her kesî ji gelê xwe re piştrast dikin ku hêzên me û gelê me yê hêja li Kobanê wê ne tenê li ber xwe bidin. Şerê Kobanê wê di heman demê de bibe şerê serketina mezin. Ruhê lehengiyê ku hêzên me hefteyekê li derdora Qereqozaqê û Bendava Tişrînê nîşan dan, nîşaneya herî zelal a serketina berxwedana Kobanê ye. Em beşdarbûna çalak a gelê Kobanê di nava refên berxwedanê de silav dikin. Her wiha em bang li hemû gelê Kobaniyê dikin ku bila çek hilgirin û bi şervanên xwe re li eniyên şer çepera xwe bigirin. Em ê bi hev re her gundê Kobanî û her quncikekî bajarê Kobanî bikin keleha berxwedanê. Divê em bizanin ku yekane rêya serketinê, rêya jiyana azad û birûmet, berxwedan e. Em ji gelê xwe yê Kobanê û hemû gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, îro li her derê wijdanê mirovahiyê û cîhanê bi we re ye. Em dibînin ku beriya êrişa mezin were destpêkirin, bertekên navneteweyî dest pê kirine û em piştrast dikin ku hemû cîhan dê şahidiya destana we ya qehremaniyê bike.”

‘Helwestên xwe zelaltir nîşan bidin’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk me helwesta xwe ya erênî der barê biryara civîna Aqebê ya li ser rawestandina operesyonên leşkerî ji bo Sûriyeyê piştrast kir, her wiha em spasiya hewldanên hevalbendên xwe yên di Koalîsyona Navneteweyî dikin ku ji bo kêmkirina aloziyê kar dikin. Lê em bang li hemû welat û hêzên têkildar dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, divê helwesteke bi biryar û zelaltir derkeve pêş. Em bang li welatên Ereb û gelê Ereb bi hemû pêkhateyên wê dikin ku divê bizanin gefa herî mezin li ser yekitî û ewlekariya xaka Sûriyeyê, dewleta Tirk e. Îro her kes dibîne ku dagirkeriya Tirk bi hincetên pûç hewl dide zêdetir xaka Sûriyeyê dagir bike. Em bang li hemû kesên bi yekitî û serweriya xaka Sûriyeyê re mijûl in, bila li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê helwestên zelaltir nîşan bidin.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêdewleta TirkHSDKobanêSMO
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

24 HEZÎRAN 2026
Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

22 HEZÎRAN 2026
Mazlûm Ebdî dê îro bi Barrack û Barzanî re bicive

Mazlûm Ebdî dê îro bi Barrack û Barzanî re bicive

16 HEZÎRAN 2026
Tom Barrack li Bexdayê ye

Tom Barrack li Bexdayê ye

15 HEZÎRAN 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026
28 şervanên YPJê yên dîlgirtî hatin berdan

28 şervanên YPJê yên dîlgirtî hatin berdan

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (812)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne