• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi girseyî çûn şîna Nûreddîn Sofî

Navenda Nûçeyan / AW

13 TEBAX 2025 - 15:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şîna Fermandar Nûreddîn Sofî di roja sêyemîn de berdewam dike. Bi hezaran kes çûn şîna Nûreddîn Sofî. 

Li taxa Xerbî ya Qamişloyê konê sersaxiyê ji fermandar û pêşengê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî 3 roj in şîn didome. Piştî ku duh bi pêşwaziya bi deh hezaran kesan fermandar Nûreddîn Sofî hat oxirkirin, îro di bin kon de merasîmek pêk hat. Kon bi wêneyên Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bextiyar Gabar û Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

Pêkhateyên kantona Cizîrê bi dirûşmên “Şehîd namirin” berê xwe dan kon. Saziya Malbatê Şehîdan, sazî û rêxistinên girêdayî Kongreya Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, TEV-DEM, şêxên eşîrên pêkhateya Ereb, Partiya Yekitiya Suryan, partî û saziyên pêkhateyên Siryan, Ermen,  fermandar û şervanên QSDê, Kongreya Îslama Demokratîk, MSD, mamosteyên Zanîngeha Rojava, saziyên tenduristiyê, hevseroka Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd, cîgirê hevserokên Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, fermandarê QSDê Lokman Xelîl, Şêx Mirşîd El Xeznewî, hevseroka PYDê Perwîn Yûsiv, hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed, hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo beşdarî merasîmê bûn.

Di bin kon de dayikan bi kefiyên kesk, sor, zer ku li serê xwe pêçabûn, di destê wan de wêneyên şehîd, bi lorînên xwe lehengî û têkoşîna şehîd Nûreddîn Sofî vegot.

Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hat rêvebirin. Di merasîmê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl di kesayeta şehîd Nûreddîn Sofî de tevahî şehîd bi bîr anîn û got: “Me bi şehîdan dest pê kir, me bi şehîdan israr kir û em bi şehîdan ber bi azadiyê ve dimeşin. Me planên sedsalî yên dagirkeran têk birin. Em ê ji bo domandina rêya şehîdan her tiştî bikin.”

Li ser navê HSDê Kawa Gulo wiha axivî: “Heval Nûreddîn fikrên Rêber Apo ji xwe re kirin esas. Piştî derbasî şoreşa Rojava bû, di bin siya wî de pêşketinên dîrokî çêbûn. Di yekitiya pêkhateyên herêmê de kedeke mezin da. Mînaka wê jî YPG, YPJ, HSD ne. Îro çavê hemû pêkhateyan li HSDê ye ji bo azadiyê. Ev keda şoreşgerên wekî heval Nûreddîn Sofî, Xebat, Elî ye.”

Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed jî diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî bi felsefeyeke rast hevaltiya jinan kir û wiha domand: “Heval Nûreddîn kedeke mezin di avakirina TEV-DEM’ê de da. Heval Nûreddîn şagirtekî Rêber Apo ye, gotinên Rêber Apo bi lêv dikirin û pêk dianî, me ev di xebatên wî de dît. Ji bo ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin, divê em minetdarê wan bin û bi xebatê û têkoşînê bikarin vê minetdariyê nîşan bidin.”

Piştî wê hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero bi navê Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Bedewbûna Kurdistanê bû armanca dewletên dagirker, lê li beranberî wê berxwedan û têkoşîneke mezin hat meşandin. Ji bo wê keç û xortên Kurdan canê xwe feda kir. Îro di merasîma şehîd Nûreddîn de girêdana gel bi şehîd û doza xwe re diyar bû. Israra berxwedanê diyar bû. Em li pêşiya vî gelî soz didin şehîdan ku em ê li ser şopa şehîd Nûreddîn Sofî û hemû şehîdan tê bikoşin.”

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif jî diyar kir ku şehîd Nûreddîn bi baweriyeke mezin, bi keda bi salan a li çiyayê Kurdistanê daye, bi perwerdeya ji Rêber Abdullah Ocalan girtî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û wiha domand: “Kevirê bingehîn ê Rêveberiya Xweser ku niha ji tevahî Sûriyeyê re bûye mînak, danî. Em bi şans in ku bi perwerdeya heval Nûreddîn tê koşiyan. Heval Adil, heval Nûreddîn Sofî, ew soza me daye we, em ê pêk bînin.”

Şêx Murşîd El Xeznewî ku beşdarî merasîmê bû axivî. El Xeznewî şehîd Nûreddîn bîr anî û wiha got: “Em îro di hizûra şehîd Nûreddîn Sofî de ne, lê ne ji bo şînê, ji bo şahiya jiyana wî. Ji ber ku şehîd dibe ramanek, dibe alek li ser rêya heq û azadiyê. Cudahiyeke mezin di navbera mirin û şehadetê de heye, mirin rewşeke giştî ye, her ruh dê bimire. Welatparêz jî dimirin, çete û xayîn jî dimirin, pêxember dimirin û kesên normal jî dimirin. Lê şehadet mertebeyeke mezin e û bi destê her kesî nakeve. Şehîd Nûreddîn jî yek ji van e ku Xwedê şehadet kiriye qismeta wî. Cudahiya duyemîn jî ew e ku mirin dawiya jiyanekê ye lê şehadet destpêka jiyanekê ye. Cudahiya sêyemîn; ê ku dimire em jê re dua dikin, lê yê ku şehîd dibe em ji ruh, xwîn, ked û berxwedana wî agirekî hildidin û dikin dilê xwe, ji bo ku li ser rêya azadiyê bimeşin. Şehîd Nûreddîn ronahiyek bû di rûyê tariyê de, li ser rêya azadiyê. Bila malbatên şehîdan nebêjin xwîna zarokên me vala çû. Ji bo wê em soz didin rêya wan bimeşînin. Va ye em welatekî azad ava dikin.”

Piştre mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf got ew dixwaze “bi zimanê şîrîn şehîd vebêje, ew jî zimanê helbestê ye” û helbesta bi navê “Giyanê We li Asoya Welat” xwend.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Xerzanî jî şehîd bîr anî, qala têkoşîna şehîd kir û wiha got: “Dê şopa lingê te li ser çiyayên bilind ên Kurdistanê bimîne.”

Ji Partiya Yekitiya Suryan Semherîb Bersûm jî li ser navê gelê Suryan, partî û rêxistinên Suryan sersaxî ji gelê herêmê re xwest û wiha got: “Şehîd jiyana azad pêşkêşî gel dikin.”

Li ser navê MSDê Hisên Ezam jî sersaxî ji malbatê û gel re xwest.

Li ser navê malbata şehîd Nûreddîn Sofî jî kurê birayê şehîd Ehmed Ebdullah axivî. Ebdullah got: “Nûreddîn Sofî ne tenê kurê vê malbatê bû, kurê tevayî malbatên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyan bû. Em sersaxiyê ji tevahî gelan re dixwazin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîd Koçero Urfa û Bextiyar Gabar re jî dixwazin. Heval Nûreddîn ji bo dozekê, li dijî zilmê kete nava têkoşînê. Di her alî de ew gihaşte asteke bilind. Îro Rojava di tevahî Sûriyeyê de mînakeke herî mezin e, em pê serbilind in.”

Malbata şehîd Xebat Dêrik jî ku beşdarî merasîmê bûbû, sersaxî ji malbatê re xwest.

Hejaro ku astengdar e û beşdarî gelek çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe jî spasiya hêzên leşkerî kir, sersaxî ji malbatê re xwest.

Tê payîn ku 2 rojên din jî kon vekirî bimîne û gelên herêmê serdanê bikin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

1 TÎRMEH 2026
Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

1 TÎRMEH 2026
KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

1 TÎRMEH 2026
Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

1 TÎRMEH 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

1 TÎRMEH 2026
Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (19)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne