• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Otomatik taslak

    Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Otomatik taslak

    Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîsyon dê li Dayikên Şemiyê û Aştiyê guhdar bike

Mehmet Alî Ertaş /AW

15 TEBAX 2025 - 09:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê DEM Partiyê yê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî’ Celal Firat diyar kir ku komîsyon dê hefteya pêş, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê vexwînin meclisê û li gelek rêxistinên civakî guhdar bike. Celal Firat destnîşan kir ku ji bo aştî pêş bikeve divê beriya her tiştî medya nêzî CHPê û hawiz zimanê qirêj terk bike. 

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî roja 12ê Tebaxê civîna sêyemîn pêk anî. Lê di vê civînê de tişta ku dixwestin pêk bînin pêk nehat. Komîsyon dê hefteya pêş me li saziyên civakî û rêxistinên demokratîk guhdar bike. Têkildarî plansaziya hat derxistin Endamê DEM Partiyê yê Komîsyonê Celal Firat niraxndin kir. Celal Firat anî ziman ku beşdarî civîna 3yemîn bû û wiha got: “Di vê civînê de bêtir propanganda derket pêş. Pêwist bû ev civîn bûbûya civîna ku li ser metota xebatê û rêbazên xebatê niqaşan bikin. Lê CHPê pêşniyarnameya ku ji 29 xalan pêk tê da. Dîsa partiyên din ên siyasî axaftinên cuda kirin. Lê me xwest ku ev komîsyon bi lez û rast tev bigere. Me xwest mijarên bên niqaşkirin û kesên bi wan re hevdîtin bêne kirin bi lez bê diyarkirin û plankirin. Armanca me ya esasî azadiya mafan e. Heq û hiqûq e. Pêşxistina demokrasî û aştiya civakî ye.”

Dê Dayikên Şemiyê vexwînin meclisê

Endamê komîsyonê Celal Firat bal kişand ser bernameya hefteya pêş û wiha axivî: “Komîsyonê rojên borî daxuyaniyek da. Dê di serî de bi dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên demokratîk re hevdîtinan bike. Kesên ku wan vexwînin meclisê navê wan diyar bûn. Me wekî partî û endamên komîsyonê daxuyanî da. Divê em van hevdîtinan firehtir bikin. Hefteya pêş em ê lîsteyek firehtir a rêxistinên civakî pêşkêşî meclisê bikin. Em dixwazin bi kesên ku 50 salin zêde mexdûr bûne, gundê wan hatiye şewitandin û valakirin, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê re hevdîtinan bikin. Em ê li daxwazên wan guhdar bikin. Dîsa em ê bi rêveberiyên parazvanên mafên mirovan û nûnerên baroyên li herêmê re hevdîtinan bikin û wan vexwînin meclisê.”

Zimanê medya qirêj e

Celal Firat bal kişand ser zimanê ku rê li pêşiya pêvajoyê digire û wiha berdewam kir: “Em li meclisê û medya dinerin zimanekî qirêj heye. Em vî zimanî bi her awayî red dikin û tînin ziman. Eger em dixwazin aştiyê pêş bixin, divê berî her tiştî zimanê xwe rast bikin û zimanê qirêj paqij bikin. Di serî de di ekranan de û medya nêzî CHPê wekî Sozcu TV, Halk TV zimanekî qirêj bikar tînin. Divê di serî de xwe ji vî zimanê qirêj paqij bikin. Heta ku aştî pêk neyê demokrasî pêş nakeve. “

Divê mafê hêviyê bê dayîn

Celal Firat, li ser xebatên ji bo saziyên civakî re minrxandin kir û wiha pêde çû: “Ji destpêka pêvajoyê heta niha bi saziyên civakî û rêxistinên demokratîk re dîyalogên me zêde ne. Diyalogên me berdewam dikin. Em bi hevre xebatê dikin. Civînên gel tên lidarxistin. Li saziyên civakî xebatên me hene. Em bawer dikin û hevî dikin ku di çarçoveya mafên bingehîn û azadiyê de gav bên avêtin. Di serî de girtiyên nexweş û siyasî bêne berdan. Dîsa ji bo gerîllayên ku çek şewitandin vegerin tev li siyasetê bibin divê şert û mercên zagonî bêne avakirin.  Di her platforman de partiya me jî tîne ziman ku divê şertên Birêz Abdullah Ocalan ên fizîkî bên başkirin û sozên ji bo vê yekê hatine dayîn pêk bînin. Divê di serî de mafê heviyê bê dayîn. Karibe bi saziyên civakî û demokratîk re hevdîtinan bike. Ji bo ev maf bên parastin û pêş bikevin jî xebatên me hene. Em hêvî  û bawer dikin ku êdî dê her kes azad bi zimanê xwe bi axive. Azad nasnameya xwe bijî. Ji bo vê yekê divê sîmîmîyet esas bê girtin. Em ê bi hevre vê samîmîyetê bibînin. Di 2 salên dawî de li meclisê li hemberî hev nêzîkatiyên pir bêhurmet hebûn. Lê min di civîna dawî de dît, piştî civîna Xwişk û Biratiyê û Demokrasiyê, di niqaş û diyalogan de hurmet û rêzdariyek hebû. Em hêvî dikin ku ev dê bêtir pêş dikeve. Li vir erka Serokê Meclisê jî mûhîm e. Tiştên ku ew jî bike hene. Divê hem li kesan guhdar bike û hem jî çareseriyê pêş bixe. Ji bo hilberîna çareseriyê çi rist û rol bikeve ser milê me em amade ne. Dîsa berpirsiyariya komeleyên Elewiyan jî zêde ye. Meseleya cemxaneyan û hemwelatiya hekhev jî divê bê çareserkirin. Ji bo vê yekê dê xebatên me zêde bin.”

Çar katrilyon dolar li şer xerç kirin

Celal Firat herî dawî bal kişand ser girîngiya maseyê û wiha bi dawî kir: “Ev maseya ku hatiye avakirin dê derfetên demokratîkbûnê bide Tirkiyeyê. Divê derfetan bide jî. Em hemû kesên li ser vê masê dikarin li ser esasê wekhevî, azadî û edaletê, pêşiya demokratîkbûnê û aştiya civakî vekin. Bendewariyên civakê yên aştiyê zêde ne. Li Tirkiyeyê nêzî 4 katrilyon dolar çavkaniyên aboriyê li şer hatine xerçkirin. Ev pere ji bêrîka gel hatiye xerçkirin. Ku pêvajoya aştiyê pêş bikeve û mayinde bibe, ev aborî dê bibe bengeha aramiyê. Em ê bi vê pêngavê ji belaya enflasyonê jî rizgar bibin. Em her dem alîgirê aştiyê ne. Ji bo em her dem bibin dengê aştiyê jî çi bikeve ser milê me emê bikin. Li vî welatî meseleya esasî meseleya Kurdî ye. Divê zimanê kurdî bi bibe zimanê perwerdehiyê û hemû astengiyên li pêş Kurdî bêne rakirin. Ji bo vê yekê divê zagon bên rakirin. Dîsa ji bo mafê elewiyan jî dê xebat bên kirin. Ji bo vê yekê divê em diyalogê û empatiyê pêş bixin. Divê em dest ji polîtîkayên înkarê berdin. Em bêtir destê xwe bidin hev. Em ji vîna xwe û gelê xwe bawer dikin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

21 HEZÎRAN 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
Otomatik taslak

Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

21 HEZÎRAN 2026
TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

21 HEZÎRAN 2026
‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

21 HEZÎRAN 2026
Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

21 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendên TEV-ÇANDê gel vexwendin Mitîngên Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (594)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne