Feylesof û rexnegirê çandî Santiago Zabala diyar kir ku modernîteya kapîtalîst hewl dide têkiliyên Kurd û Tirkan xera bike û wiha got: “Divê hewldanên Abdullah Ocalan vala neçin.”
Feylesof Santiago Zabala peyameke ku piştgiriyê dide “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kir. Sandiago Zabala yê di heman demê de rexnegirê çandê ye, di peyama xwe de wiha got: “Modernîteya Kapîtalîst wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di di 27ê Sibata 2025an de di Banga Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kiriye, bi armanca perçekirina hevkarî û tifaka Kurd û Tirkan, teşe girtiye. Ocalan mafdar e ku ji bo hevkarî û tifaqê band dike. Divê piştgiriya vê bangê were kirin, divê em li dijî sorkirinên mêtingeriya kapîtalîst, tifaqa gelên Kurd û Tirk teşwîq bikin. Divê hewldanên Ocalan vala neçin.”
Sandiago Zabala kê ye?
Santiago Zabala, di Zanîngeha Pompeu Fabrayê de profesor e. Bi giranî li ser mijarên huner, siyaset, azadiyê disekine û hewl dide veguherîna avhewayê û newekheviya aborî berçav têxe rojevê.