Sekreterê IFJê Anthony Bellanger qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got: “Rojnamevan bi awayekî qestî ji aliyê balafirên bêmirov ve hatine hedefgirtin. Em dixwazin kesên berpirs hesabê vê yekê bidin.”
Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ku li 146 welatan bi 190 saziyan nûnertiya zêdetirî 600 hezar rojnamevanan dike, têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyaniyek da. Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger got: ‘’Her du rojnamevanên hêja têkildarî rewşa bakurê Sûriyeyê kar dikirin. Dema li ser karê xwe ji aliyê balafirên bêmirov ve bi awayekî qestî hatine hedefgirtin ku ev yek tiştekî gelekî ecêb e. Em vê êrîşa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin ku dixwazin berpirsên vê yekê hesabê bidin.’’
CPJ: Divê her tim rojnameger bên parastin
Komîteya Parastina Rojnamegeran (Committee to Protect Journalists-CPJ), têkildarî kuştina rojnameger Cihan Bilgin û Nazim Daştan daxuyanî da. CPJê anî ziman ku ew ji kuştina rojnamegeran a bi SÎHAyên Tirkiyeyê bi fikar in û wiha got: “Rojnameger sivîl in. Divê her tim bên parastin. Divê nûnerên parastinê yên Tirkiyeyê der barê kuştina Cihan Bilgin û Nazim Daştan bên darizandin û hesab ji wan bê pirsin. CPJê da zanîn ku wan xwe gîhandiye Rojnameger Ekrem Bereket û Bereket diyar kiriye ku tevî ku li ser maşîneya wan Çameni nivîsandiye jî dîsa êrîşî maşînê kirine.