• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

Navenda Nûçeyan / AW

21 TEBAX 2025 - 08:33
Kategorî: ROJANE
A A
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî û diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biçe Meclisê.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan, ji Medya Haber TV re nirxandinên di rojevê de kir. Nirxandina Dûran Kalkan a ji Medya Haber TV re wiha ye:

“Beriya her tiştî mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Dixwazim vê jî lê zêde bikim: Ji bo kesên ku dixwazin pêvajoyê fêhm bikin, hin agahdarkirin wê di cih de be. Nêzî mehek e bi ti awayî hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin. 25 roj derbas bûn. Em nizanin bê li Îmraliyê rewş çi ye?

Diviya bû li gorî pêvajoyê hemû deriyên Îmraliyê êdî bi temamî bihatina vekirin. Bendewarî ev bû, nirxandin bi vî rengî bû. Wê êdî sîstema Îmraliyê ji holê hatibûya rakirin; bêyî ku ewqasî dirêj bike. Lê belê hin hevdîtin hatibin kirin jî ev rewş çênebû. Yên ku dixwazin pêvajoyê di çarçoveya komîsyonê de binirxînin divê destpêkê bi vê rastiyê zanibin. Divê vê yekê bidin ber çavan. Ji ber ku heta ev rewş neyê dîtin, heta ku pozîsyona dîlgirtinê ya Rêber Apo neyê zanîn, wê her cûre nirxandin şaş be. Agahiyeke me ya cuda nîne. Yanî nayê zanîn bê li Îmraliyê çi diqewime.

Halbûkî ji welêt û derveyî welêt, ji jinan, ciwanan, siyasetmedaran, rewşenbîran, rojnamevanan û her beşên civakê daxwaza hevdîtinê tê kirin. Her kes dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike, nîqaş bike, nêrînên wî hîn bibe. Ji ber ku Rêber Apo têkildarî rewşa her kesî nêrînan tîne ziman.

Li aliyê din, diyar e ku rewşa Rêber Apo, sîstema Îmraliyê ya heyî her kesî di vê astê de eleqedar dike, bandorê lê dike. Her kes parçeyek ji jiyana xwe di nava vê sîstemê de dibîne. Ya rast têdikoşe, li azadiyê digere. Demokrasiyê dixwaze, dixwaze demokrasî bi pêş bikeve. Pêkhatina vê jî di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibîne. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nebe, heta ku sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ji holê ranebe, ne tenê ji bo Kurdan ji bo temamiya Tirkiyeyê mirov nikare qaşa azadî û dmeokrasiyê bike. Diyar e ku Rojhilata Navîn û cîhan jî gelekî ji vê yekê bi bandor dibe. Mirovên li qadên cuda yên cîhanê, hêmaneke girîng a jiyana xwe ya azad û demokratîk li Îmraliyê dibînin. Di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin. Ev yek rastiyeke li pêş çavan e. Lê belê di vê rewşê de guhertinek nîne. Em naxwazin bêhêvîtiyê, reşbîniyê belav bikin, lê belê agahî bi vî rengî ye. Bêguman em dişopînin, hewl didin sedemên vê fêhm bikin.

Komîsyon cidiyetê nîşan dide

Li gel vê yekê eger em bên ser Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin; dawiya dawî navek lê hate kirin. Normal bû. Em zêde tiştekî nabêjin. Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî, eger bi rastî jî ya ku jê tê hêvîkirin û berpirsyariya xwe bi cih bîne, li gorî vî navî tevbigere dikare encamên girîng biafirîne. Bendewariya ji komîsyonê gelekî zêde ye. Avabûna komîsyonekê bi vî rengî girîng e. Hemû partî tevlî bûn. Tê gotin, ji sedî 98 ê qada siyasetê temsîl dike. Hemû partî bi cidiyeteke mezin tevlî dibin. Bêguman em zanin ku bi karekî cidî re mijûl dibe.

Komîsyon jî rewşa heyî bi cidiyeteke girîng dinirxîne. Komîsyon bi cidiyetê ava bûye, bi vî rengî nêzîk dibe. Bêguman bendewariyên ji komîsyonê gelek in. Daxwaz gelek in. Heta niha karek meşand. Em karê wê girîng dibînin. Hevalên me jî daxuyanî dan. Em bi wate dibînin, hêja dibînin.

Li gel vê yekê hin hevalên me ev yek jî gotin: Eger dewlet cidî nêzîk bibe, eger çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê binirxîne û li ser vê bingehê tevbigere; em bi rengekî stratejîk nêzîkî pêvajoyê dibin. Em bi cidî dibînin, dişopînin. Li ser vê bingehê em ê berpirsyariyên xwe bê kêmasî bi cih bînin.

Rêber Apo ji xwe weke garantiya vê yekê ye. Biryarên Kongreya 12emîn a PKKê ev yek bi şênberî raxist pêş çavan. Fesixkirina avaniya rêxistinî, bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ev rastî nîşan da. Hevalên me jî vê biryardariyê, helwesta zelal her gavê tînin ziman, anîn ziman.

Ev yek derdikeve holê: Aliyê Kurd yekpare ye, bi cidî û stratejîk nêzî meseleyê dibe. Wezîfeyên dikeve ser milê xwe bêyî li benda kesî bimîne bi cih tîne. Lê belê weke ku Devlet Bahçelî jî got, çûk bi baskekî nafire. Ev kar bi yekalî nabe.

Meclîsê hewl da bi pir alî be. Hemû partî tevlî kir. Lewma me girîng û bi wate dît. Karên heta niha kir, normal e, di asta divê bê kirin de ye. Rojevên xwe, vekirinên xwe, derdorên ku di civînên dawî de lê guhdarî kirin normal in, ya ku divê bê kirin e. Nîşan dide ku vî karî hinekî cidî dibîne. Lewma girîng e. Divê hîn bêhtir bike.

Şertê pêvajoyê tevlêkirina hemû beşên civakê ye

Ya rast gelek derdor timî dibêje; divê aştî û demokrasîk civakî bibe. Eger civakî bibe, eger civak xwe di nav de bibîne wê bi ser bikeve, pêk were. Meclîs di karê xwe de çiqasî li beşên cuda yên civakê guhdarî bike, nêrînên wan werbigire, her kesî bigihîne hev wê hingî bi ser bikeve.

Dixwaze pirsgirêkeke sed salî çareser bike. Dixwaze şerê ji ber vê pirsgirêka sed salî bi dawî bike. Ji ber vî şerî êş hate kişandin, xwîn û rondikên çavan rijiyan. Van hemûyan bandor li civakê kirin. Belê, bandora herî giran li Kurdan kirin. Lê belê her kesên di nava sînorên Komara Tirkiyeyê de ne ji vê yekê bi bandor bûn. Lewma pêvajoyeke aştiyê tê meşandin ku dawî li van bîne. Aştî tê wateya bidawîkirina vê yekê. Eger bi piralî kar bê kirin, nêzîkatiyeke cidî bê nîşandan û hemû beş bêne tevlîkirin wê bi ser bikeve. Ji ber vê yekê ev hewldan girîng û bi wate ye. Guhdarîkirina li hemû beşan, tevlîbûna her beşî pêwîstiy demokrasiyê ye. Pêwîstiya ji bo serketina vî karî ye.

Rêber Apo sermuzakerevan e

Bêguman li gel vê yekê gelekî girîng e ku li Rêber Apo bê guhdarîkirin. Ev yek ji destpêkê ve hate gotin. Jİ xwe pêşniyar û daxwaza komîsyoneke bi vî rengî destpêkê ji Rêber Apo hat. Kesayetên cuda, partiyan ev yek anîn ziman. Daxwaz zêde bû û dawiya dawî komîsyoneke bi vî rengî ava bû. Rêber Apo dema ku daxwaza vê komîsyonê kir, anî ziman ku divê komîsyon li wî jî guhdarî bike. Yanî got, gotinên wî hene ku divê bibêje û dixwaze bi rengekî çalak tevlî karên komîsyonê bibe. Ji xwe xwezaya vî karî jî ev e. Divê bi vî rengî be. Aliyekî vê pêvajoyê, muzakerevanê sereke yê aliyê Kurd e. Lewma divê bi plansazî û demeke maqûl, di asteke têrker de li Rêber Apo bê guhdarîkirin.

Bêguman ne tenê Rêber Apo; muzakerevanê sereke bi tena serê xwe nîne! Yanî heyetek heye. Aliyekî temsîl dike. Aliyê Kurd, aliyê demokrasiyê temsîl dike. Mîmar û pêşengê demokratîkbûnê ye. Fikrê vê diafirîne, polîtîkayên wê datîne holê, rêya çareseriyê diafirîne. Li hundir û derve her kes vê qebûl dike, dibîne. Kesayet, partiyê cuda tevlî vê dibin. Lê belê tevlîbûna Rêber Apo di asta diyarker û pêşeng de ya li vî karî, ne mijareke ku cihê nîqaşê be. Ji ber vê yekê divê bi bandor tevlî bibe. Lewma şert û merc jî bêguman divê guncaw bin.

Sermuzakerevan dîl tê girtin

Niha bi qasî mehek e ti hevdîtin nayê kirin. Muzakerevanê sereke ye, lê belê nikare bi derdorên ku wan temsîl dike hevdîtinê bike. Nikare bi dînamîkên civaka Kurd re hevdîtinê bike. Weke lîderê rêxistinê dîl tê girtin. Mînak, têkiliya xwe bi rêxistina xwe re nîne, nikare hevdîtinê bike. Nikare heyetekê ava bike. Yanî nikare amadekariyê bike. Halbûkî diviyabû ev hemû bibûya. Divê li Rêber Apo bê guhdarîkirin, li gel Rêber Apo divê li heyeta wî jî bê guhdarîkirin. Hinek dibêje, ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê’. Min ew jî rast nedît.

Heta ku Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî be komîsyon bi mîlîmekê jî nikare bi pêş ve biçe. Wê tenê biaxive. Her kesi divê bi vê zanibe. Yanî em bi Tirkî diaxivin, bi şênberî tînin ziman. Aliyê Kurd bi rêxistin, gerîla, civak, hêza xwe ya berxwedanê ya bi çek û bê çek, bi jin, ciwanên xwe her tişt danî holê. Her tişt bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Heta ku ji bo azadiya wî gavek neyê avêtin, gotinên din, axaftin, an jî karên têne kirin wê tenê di asta nêta baş de bin. Wê ti encamê bi xwe re nîne. Lewma wê biçe Îmraliyê, di nava heman şert û mercan de bi kesekî dîlgirtî re hevdîtinê bike û navê wê jî wê bibe hevdîtina aştiyê, hevdîtina demokrasiyê! Bi vî rengî nabe.

Çima gotinên Bahçelî nakevin meriyetê?

Devlet Bahçelî di roja destpêkê de gotibû. Gotibû, ‘Bila bê li Meclîsê, li koma DEM Partiyê biaxive’. Devlet Bahçelî niha jî wan axaftinên xwe yên xweş dewam dike, lê belê hemû di axaftinê de dimînin. Gotinên Bahçelî çima bi cih nayên anîn? Çima ji bo pratîkbûna wan li ser nasekine? Em wê fêhm nakin. Halbûkî divê li ser bisekine.

Divê  Rêber Apo û şandeyê bibin Îmraliyê

Li aliyê din… vaye her kes diçe Meclîsê, komîsyon li Meclîsê kar dike, li wir hevdîtinan dike. Rêber Apo jî divê bibin meclîsê, heyeta wî jî divê bibin meclîsê. Li Meclîsê bi qasî ku têrê dike divê lê guhdarî bikin. Eger bi vî rengî bibe wê komîsyon karekî rast û têrker bike. Wê encamê ji karê xwe werbigire. Em ji vê yekê bawer dikin. Lê belê eger bi vî rengî nebe; mînak eger sîstema dîlgirtinê li Îmraliyê dewam bike, hevdîtin jî nikaribin bêne kirin, karê li Meclîsê çi dibe bila bibe, komîsyon çiqasî derdoran tevlî bike jî wê kar bi yek alî bimeşe. Lewma encam jî wê jê dernekeve.

Çima ev yek dibe? Bêguman mirov li ser difikire. Bêguman em dewletê ji xwe re muxatab dibînin. Lê belê dewlet jî ji aliyê desthilatdariyê ve tê birêvebirin. Polîtîkayên desthilatdariya heyî hîn ne li gorî ruhê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e, li gorî cewher û pîvanên wê nîne. Vaye dewamkirina sîstema dîlgirtiyê ya li Îmraliyê li gorî vê yekê nîne. Rêber Apo ji bo tevlî karên komîsyonê bibe ne xweedî derfetê amadekariyan e. Li aliyê din polîtîkayên li nava welêt têne meşandin jî li gorî ruhê vê pêvajoyê nîne.

Polîtîkayên desthilatdariyê hê jî li dijî Kurdan e

Gelek derdor dinirxîne. Di nêzîkatiyên têkildarî civakê û partiyên siyasî de tenê li meclîsê di komîsyonekê de yekîtî hate pêkanîn. Ew jî bi hewldana Rêber Apo, bi baweriya bi demokrasiyê û nêzîkatiya demokratîk a Rêber Apo pêk hat. Naxwe desthilatdariyê zêde hewl neda.

Li eniya derve, di polîtîkayên AKPê de, di polîtîkayên desthilatdariyê de guhertinek nîne. Pêvajoyeke bi vî rengî destpê kir. Kurd û dewleta Komara Tirkiyeyê li hev dikin, xwişk û biratiya Kurd û Tirkan ji xwe re dike armanc. Divê polîtîka jî li gorî pêwîstiyên vê yekê be, stratejiya wê bê diyarkirin, polîtîkaya wê bê destnîşankirin.

Ji aliyê guhertina polîtîkayên berê, polîtîkayên şer û tinekirinê em guhertineke cidî nabînin. Polîtîkayên desthilatdariya heyî hîn jî li dijî Kurdan e. Hîn jî ji bo tinekirina hêz û derfetên Kurdan e. Ev yek li Sûriyeyê, li Iraqê, li Ewropayê, li nava Tirkiyeyê jî bi vî rengî ye.

Mînaka wê ya şênber kiryarên li Sûriyeyê ne. Desthilatdariya heyî ji bo Kurd li Sûriyeyê bi bandor nebin, hema bibêje yekîtiya demokratîk li Sûriyeyê asteng dike. Ji ber ku Kurd tevlî dibin, li ber avabûna Sûriyeyeke demokratîk a ji hemû derdoran radibe. Mînak, hêzên navneteweyî ketin dewrê. Hêzên koalîsyonê xwestin li Parîsê civînê bikin. Hakan Fîdan çû, di rojekê de da redkirin.

Her kes pê zane; Şara li ser bingeha nêrînên Hakan Fîdan diyar kir ku ew ê tevlî civîna li Parîsê nebe. Endamên Dîwana Hevserokatiyê ya PYDê daxuyanî dan. Gotin, ku sedema vê yekê ew e ku naxwaze pirsgirêka Kurd li platformeke navneteweyî bibe rojev, Kurd li platformeke navneteweyî daxwaza mafên xwe nekin û hevdîtin li ser vê yekê neyê kirin. Polîtîkayeke bi vî rengî ya li dijî Kurdan wê li çar parçeyan, wê li Rojhilata Navîn çawa pirsgirêka Kurd çareser bike? Wê çawa Tirkiyeyê demokratîk bike? Wê li Rojhilata Navîn çawa veguhere hêza demokratîk? Rewşeke bi vî rengî nikare pêk were.

Divê şaşî bên qebûlkirin

Beriya her tiştî pêwendiya vê yekê bi mejî heye. Her wiha divê li gorî vî mejî jî polîtîka bê meşandin. Şert e ku mejî û polîtîka bê guhertin. Di rewşa heyî de hin pratîk têne kirin. Aliyên xwe yên erênî hene. Her kes dişopîne, em jî dişopînin. Lê belê ji aliyê azadiya Kurdan, ji aliyê demokratîkbûna Tirkiyeyê ve hîn guhertineke bi vî rengî ya mejî û siyasetê xuya nake. Madem dixwazin vê dewletê bi rê ve bibin; divê Tirkiye, dewlet û partiyên wê jî beriya her tiştî vê bibêjin: Gelo hebûna gelê Kurd qebûl dikin an na? Kurd gelek e yan na? Eger gelek be hingî mafên xwe yên demokratîk wê hebin an na? Ev yek hîn zelal nîne. Lewma eger ev gel hebe wê demê sed sal in çima ji vî gelî re gotin ‘nîne’? Rûbirûbûn bi vê yekê re divê. Gotina ‘Nîne’ şaş bû, kêmasî bû.

Yanî siyaset dikare şaşitiyan bike. Di siyasetê de dilpakî ew e ku şaşitî be dîtin, qebûlkirin û dest jê bê berdan. Ji vê re xwerexnekirin tê gotin. Lê belê ev yek divê bê kirin. Eger siyaset wê demokratîk bibe, ev yek şert e. Pêwîstiya siyaseta demokratîk vegera ji şaştiye ye, sererastkirina kêmasiyê ye. Naxwe eger ya heyî bi kirasên cuda bê dewamkirin, wê guherîn, veguherîn û demokratîkbûn pêk neyê.

Ji ber vê yekê hemû partiyên tevlî komîsyonê bûne helwesta xwe nîşan didin. Hîn bi zelalî nîşan nadin. Hin partiyan bi zelalî nîşan dan. Em vê yekê bi wate dibînin. Rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de anîn ziman. Tînin ziman ku divê komîsyon teqez bi Rêber Apo re biaxive, lê guhdarî bike û Rêber Apo tevlî karên komîsyonê bibe. Ev gelekî hêja û bi wate ye.

Divê helwesta AKPê zelal bibe

Lê belê rewşa hemû partiyan bi vî rengî nîne. Bi taybetî ya partiya li desthilatdariyê. Helwesta AKP’ê divê zelal bibe. Yanî mejî û polîtîkaya xwe divê zelal bike. Em naxwazin fikrê Tayyîp Erdogan ê salên 1990’î eşkere bikin. Axaftinên li ser vê yekê hene, bi nivîsî hene. Wê demê digot. Gelek tişt qebûl dikir. Ji me bêhtir radîkal bû. Lê belê divê eşkere bike bê niha çi difikire, ji raya giştî re eşkere bike. Divê her kes pê zanibe.

Yanî li ser hebûna gelê Kurd, hebûna Kurdan çi dibêje? Vê hebûnê weke gelekî qebûl dike? Lewma karên komîsyonê, mafên vî gelî li ser bingeha demokratîk, li gorî piştevaniya mîllî, xwişk û biratiyê wê pêk were yan na?

Navê komîsyonê jî bi wî rengî bû. Lê belê ev mijar hîn zelal nînin. Yanî dikare bê gotin, wê bi pêvajoyê re çêbibe. Temam, em nizanin lê belê Devlet Bahçelî ku yek ji wan kesan e ku pêvajo da destpêkirin timî ev yek got, ‘Divê em zêde dereng nemînin, bilezînin’. Baş e, em tengav nekin lê belê eger ewqasî li pêvajoyê bê belavkirin hingî wê ji gelek aliyan re vekirî be. Pêvajoyeke ku nediyar e ber bi ku ve biçe. Yanî encameke bi her awayî dikare ji vê derê derkeve. Xeterî heye wê demê. Ji ber vê jî ev gelekî zelal e; pirsgirêkeke polîtîka û ferasetê ye. Divê mejî û feraseta berê, polîtîkaya berê bê guhertin.

Lê belê vê yekê bibêjim: Tevlîbûn heye, atmosferek jî afirî. Ji cîhana derve ji bo çareseriyê daxwazên radîkal û şênber têne kirin, di mijara rol û azadiya Rêber Apo de. Civaka Kurd jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kampanyayê dimeşîne Divê hîn bi xurtî bê meşandin. Ti carî neyê sistkirin. Divê hîn bêhtir li Tirkiyeyê bê belavkirin. Li ser vê bingehê divê hêz û piştgiriyê ji karên komîsyonê re bê dayin. Yanî divê civak daxwazên xwe bi dengekî hîn bilind, li ser bingeha demokratîk dîne holê, wê demê wê pêvajo ber bi aliyekî rast ve biçe. Ev kêmasî û astengî ji holê dikare bê rakirin Yanî aliyên xumamî û ne zelal bi têkoşînê divê ji holê bê rakirin û pêvajo bi pêş ve bê birin.

Pergala Şerê Taybet didome

Israra li ser siyaseta û mejiyê antî demokratîk û dij bi Kurd, sîstema dîlgirtinê ya li Îmraliyê dewam dike. Ev yek dibe sedem ku li Iraqê, Sûriyeyê, çar aliyên cîhanê dewleta Komara Tirkiyeyê polîtîkayeke li dijî Kurdan bimeşîne, li Bakurê Kurdistanê û li nava Tirkiyeyê jî sîstema şerê taybet kûr bike. Ev yek nîşaneya çi ye? Sîstema şerê taybet dewam dike. Di vir de ti guhertin nîne. Weke min got, di polîtîkaya Sûriyeyê de guhertinek nîne. Vaye tê gotin, ‘Amadekariya şer’ tê kirin. Derdorên herî nêzî AKP’ê vê dibêjin. Amadekarî heye, wê êrîş bike. Wê li Dêrazorê şer bibe, li Tişrînê şer bibe. Wê rêveberiya Şamê bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biajo, bide şerkirin. Bêguman ev yek wê bi piştgiriya Tirkiyeyê bibe. Tirkiye amadekariya vê dike. Di heman demê de li pêş çavên her kesî amadekariya vê dike.

Tirkiye ku li Sûriyeyê vê dike, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî her cûre pêkanînên şerê taybet dewam dike. Yanî guhertineke siyaset û mejî nîne. Ji aliyê demokratîkbûnê ve gavek nehatiye avêtin. Halbûkî demokrasî ne rewşeke welê ye ku bi zorê bi AKP’ê bide qebûlkirin. Wan bi xwe gotin, şaşitî bû, rexne kirin. Dixwazin hin kiryaran, hin nêzîkatiyan biguherînin, sererast bikin. Ev yek pirsgirêkeke ferasetê ye, pirsgirêka sîstemê û polîtîkayê ye. Eger bi rastî jî demokrasiyê dipejirînin, dest ji nêzîkatiyên antî demokratîk û dîktatoriyê berdidin, divê ew bi xwe vê bikin. Divê li gorî berjewendiyên xwe bibînin û bikin. Ji bo vê jî pêwîstî pê nîne ku bi kesî re bazariyê bikin. Pêwîstî pê nîne ku hinek zorê bide wan. Hingî divê li demê belav neke û bike. Bi taybetî nabe ku bê gotin, ‘Em hinekî bazariyê bikin, li derve li dijî Kurdan şer bikin, dijberiyê li Kurdan bikin, li hundir zextê li gel bikin, daristanan bişewitînin, çiyayan tine bikin, jinan qetil bikin, li ser ciwanan şerê taybet bimeşînin, mêtingeriyê, zextê zêde bikin, karker, karmendan birçî bihêlin, bila mirov ji birçîbûnê binalin, hingî em ê li rewşê binihêrin’. Ev hemû sûc in.

Divê mejî bê guhertin

Madem ev sûc têne dîtin, madem tu van polîtîkayan antî demokratîk dibîne, hingî divê tu di cih de biguherîne. Divê mejî û polîtîka bêne guhertin. Lê belê rewşeke bi vî rengî nîne. Yanî di pêkanînên AKPê de nîne. Li derve em mînakan nîşan didin. AKP rewşa xumamî dewam dike. Li gel ku gotinên xweş bibêje jî Serokatiya Giştî ya AKP’ê ev pêvajo hilgirtibe ser xwe jî, weke serokkomarê dewletê, her wiha Serokê Meclîsê daxuyaniyên xweş da be jî li gorî wan gotinan li hundir û derve polîtîka nayê meşandin, nêzîkatiyeke demokratîk nîne, di dijminatiya li Kurdan de guhertina polîtîka, feraset û nêzîkatiyê nîne.

Ev rewş eşkere ye. Rewşeke bi vî rengî bi rastî jî pirsa ‘Gelo’ dixe ser her kesî. Tê gotin, ‘Bawerî bi AKP’ê nabe’. Mînak, vaye di çapemeniyê de mirov li Kurdistanê li kolanan her roj dibêjin, ‘Em bawer nakin’. Bawerî nîne. Halbûkî bawer girîng bû. Ji ber ku sed sal in, pêncî sal in, her wiha çil sal in vê civakê êşa şer kişand. Her kesî kişand. Zarokan, jinan, extiyaran, ciwanan, mêran, her kesî kişand. Her kes jê bi bandor bûn. Wê demê bidawîkirina vê yekê, pêkanîna aştiyê her kesî eleqedar dike.

Tenê gotinên xweş têr nakin

Lewma ya ku her kesî eleqedar dike ew e ku ev nêzîkatî wê bê nîşandan an na. Bi rastî jî piştî şerekî demdirêj li benda gavên pratîkî yên cihê baweriyê ne. Gotinên xweş têra mirovan nake. Mirov van gotinan weke cihê xapandinê dibînin. Naxwazin bi van gotinan bixapin. Yanî heta ku pratîkê bibîne, hingî wê jê bawer bike. Tiştên ku tenê di asta gotinê de bimînin, ji bo mirovan wê nebe cihê baweriyê.

Em naxwazin dîmenekî reşbîn nîşan bidin, lê belê divê AKP li gorî pêvajoya aştî û civaka demokratîk kku veguheriye polîtîkayeke dewletê, li ser bingeha maf û hebûna gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo xwişk û biratiya Kurd û Tirkan divê mejî û polîtîkayên xwe biguherîne ku karibe bibe pêşengê siyasî yê vê pêvajoyê.

Mînak berdevkê AKPê Omer Çelîk radibe diaxive, di mejiyê wî de bi mîlîmekî jî guhertin nîne. Yek dewlet, yek milet, yek ziman… Yek, yek, yek, yek. Netewe-dewletperestî faşîzm e. Bila Omer Çelîk bixwîne bê ‘faşîzm çi ye’. Yanî pêwîstî pê nîne ku faşîzmê ewqasî bilêv bike. Bi vê nêzîkatiyê hîn bêhtir jehrê dide bingeha AKP û MHPê. Dike dijberê pêvajoyê. Gelo siyaseteke ku bi vî rengî diaxive û propagandayê dike, wê çawa karibe aştiye pêk bîne? Ev rewş bi rastî jî ne cihê baweriyê ye.

Dikarim vê yekê bibêjim. Divê AKP zanibe ku her kes dibîne. Yanî rewşa wan dibîne, pê zane. Yanî ev dikare bê gotin: ‘Pêwîstiya min bi demê heye, ev kar ji nişka ve nabe, zehmet e. Em cidî nêzîk dibin, em ê gav bi gav bi pêş ve biçin’. Eger ev bê gotin em ê fêm bikin Bi cidî nêzîk bibin, girîng bibînin. Lê belê ev nayê gotin.

Vaye digotin, ‘Heta Îlonê ev karê komîsyonê wê biqede’. Komîsyonê hîn nû dest bi civînan kiriye. Tebax diqede, Îlon destpê dike. Diyar e ku li pêvajoyê belav dibe. AKP tiştekî bi vî rengî nabêje, qaşo dîmenekî welê nîşan dide ku helwesteke alîgiriya aştî û demokratîkbûnê nîşan dide. Lê belê vê yekê di gotinê de dike, bi hin aliyan dike, bi gelek aliyan nake. Ji xwe çapemenî hîn jî zimanekî jehrî bi kar tîne. Li aliyê din pêkanînên polîtîk li hundir û derve, li ser bingeha yekperestiya netewe dewletê û dijberiya li Kurdan dewam dike, dixwaze ti guhertinê neke û dewam bike.

Kuştina jinan encama siyaseta mêrê serdest e

Mînakê bidim. Rêxistinên jinan daxuyanî dan. Gotin, di heft mehê destpêkê yên sala 2025’an de ji ber mejiyê serweriya mêr 167 jin hatin kuştin, 175 jin jî ber bi kuştinê ve hatin dehfdan. Yanî her roj jinek hate kuştin, jinek jî ber bi mirinê ve hate dehfdan. Digotin, ev yek hejmara ku me tespît kirine. Komkujiya jinan dewam dike. Encamek ji siyaset û mejiyê bi serweriya mêr e. Jin dibêjin, ‘Karê polîtîka û mejiyê dewleta mêr e’. Dewlet xwedî mejiyekî bi vî rengî yê serweriyê ye. Li Îranê jî, li deverên din ên Rojhilata Navîn jî rewşeke bi heman rengî dewam dike. Ew jî radibin jinan li pey hev darve bikin.

Ev tê dîtin: Li Rojhilata Navîn bi rastî jî neteweperestî û olperestî çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Çavkaniya ku neteweperestî û olperestî xwe dispêre jî zayendîperestî ye. Rewşa siyaset û mejiyê serwer ê mêr, rastiya sîstemê ye. Ev yek ji polîtîkayên dewletê cuda nîne, ji polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê cuda nîne. Ji xwe jin jî bi vî rengî nabînin. Rêxistinên jinan bi mafdarî vê yekê weke polîtîkaya dewletê dibînin, desthilatdariyê berpirsyar dibînin. Tu yê rabe ewqasî komkujiya jinan bike, lê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bimeşîne Ev nayê fêhmkirin, rast jî nîne. Bi vî rengî nabe Li cihekî ku her roj jin têne kuştin demokrasî nabe. Bi taybetî qala gotina demokrasiyê nayê kirin. Li pêş çavan e ku rejîmeke çawa ya kujer, bi mejiyê serweriya mêr e.

Şerm e ku temenê tiryakêşiyê ketiye 6-7 salî

Ev yek pêkanînên şerê taybet e. Her roj agahî tên. Di nava civakê de rizandin gelekî belav bûye, hem jî xwe dispêrin polîtîkayên dewlet, desthilatdarî û şerê taybet. Li Kurdistanê temenê bikaranîna madeyên narkotîkê daketiye temenê zarokan. Daketiye temenê heft, şeş salî. Statîstîk vê yekê nîşan dide, sazî lêkolîn dikin û dibêjin. Ev yek cihê şermê ye. Yanî bi rastî jî em şerm dikin ku li ser vê biaxivin, bînin ziman. Çawa dibe ku ev yek pêk were? Çawa dibe ku mirov ewqasî xwe tine bike? Ev çi mejî ye? Ev çi polîtîka ye? Mirov çawa dikare bibe dijminê xwe, çawa dikare paşeroja xwe tine bike?

Ciwan jî bi heman rengî ye… AKP’iyan beriya niha gotibûn, ‘Li şûna ku biçin çiyê bibe şervan, bila nizanim bibe çi’. Civak vê ji bîr nake. Kes ji bîr nake. Lê belê bi rastî jî AKP’ê ev mejî û polîtîkaya xwe guhert? Divê em vê bibînin. Divê rexnedayina xwe bide. Helwesta xwe, helwesta xwe ya nû eşkere bike. Heta ku vê neke, hingî ya heyî dewam dike.

Etîket: Abdullah OcalanDuran KalkanÎmralîkomîsyon
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Divê di qanûnan de serarastkirin bên kirin’

‘Divê di qanûnan de serarastkirin bên kirin’

20 TEBAX 2025
Celal Firat: Divê berê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin

Celal Firat: Divê berê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin

20 TEBAX 2025
Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

19 TEBAX 2025
Civîna Komîsyona Meclîse dest pê kir

Turan Taşkin: Bi operasyonên siyasî aştiya navxweyî wê çawa pêk were

19 TEBAX 2025
Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

17 TEBAX 2025
Kurtulmuş: Divê gavên demokratîkbûnê bên axaftin

Kurtulmuş: Divê gavên demokratîkbûnê bên axaftin

12 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (311)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne