*Pîşeyê hesinkariyê ku çanda sedan salan e, bi pêşketina pîşesaziyê re êdî winda dibe. Hostayê hesinkar Mahîr Ugur anî ziman ku ev pîşe êdî roj bi roj kêm dibe û li ber tunebûnê ye.
* Li Cizîrê di serdema qeyûm de parq û avahiyên navçeyê ku radestî saziyên dewletê hatibûn kirin, îro ji ber bê xwedî mane, hildiweşin û di nava çopê de mane.
*Xebat û amadekariyên çalakiyên 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku li gelek bajaran bêne lidarxistin berdewam dikin.
Tê payîn ku îro şande biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.