Amed – Pîşeyê hesinkariyê ku çanda sedan salan e, bi pêşketina pîşesaziyê re êdî winda dibe. Hostayê hesinkar Mahîr Ugur anî ziman ku ev pîşe êdî roj bi roj kêm dibe û li ber tunebûnê ye û got: “Berê dengê çakuçan li vir bilind dibû. Lê niha ne wisa ye.”
Hesinkarî pîşeyekî herî sedan salan e. Li Amedê jî ev pîşeyê hesinkariyê bi sedan salan e bi sedek mezin û deste hesinkaran berdewam dike. Lê bi pêşketina pîşesaziyê re êdî ev çand hêdî hêdî winda dibe. Ev çanda hesinkariyê ku bi dengê çakûçan li derdorê xwe dida hîskirin, êdî di destê çend kesan de maye. Yek ji wan hostayên hesinkariyê Mahîr Ugur e. Mahîr Ugur li navçeya Sûre hesinkariyê dike. Mahîr Ugur der barê pîşeya hesinkariyê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Karê hesînkariyê karê herî kevnar e’
Esnaf Mahîr Ugur diyar kir hîn ew 12 salî bû dest bi karê hesenkariyê kiriye û wiha axivî: “Ez li vir hesin disincirînim û sor dikim. Li ocaxe hesin dinerim. Dasan çêdikim. Gelek berhem û amûrên bi hesin çêdibê em bi teşe dikin. Lênerîna ocaxê û çekûç gelek zexmet e. Divê hesin di nava ocaxê de baş were lênerîn. Hesin bi xele êdî ew hesin nayê bikaranîn. Di demsala havînê de hundirê dikanê gelek germ e. Ez lapik jî bikartînim lê ji ber ku lapik jî dişewitê destê min dişewitê. Karê hesînkarî karê herî kevnar e.”
‘Berê denge çêkuca li vir bilind dibû’
Mahîr Ugur destnîşan kir ku ew debara xwe bi karê hesinkariyê dike û got: “Bi dehan salan e ez deriye vê dikanê vedikim û digirim. Berê hemû derdor dikanên hesinkaran bûn. Lê niha ew hemû hatin girtin. Li vir çend dikan tenê manê. Berê gelek kes xwedî pîşeyê hesinkariyê bûn. Lê îro wekî bere kes hesinkariyê nake. Di nava gel de karê hesinkariyê hema hema nemaye. Êdî karê hesinkariyê di bin xeterê de ye. Berê makîna tinebû. Hemû hesin bi destan dihat teşekirin. Her kelî û saetê li vir dengê çekûcan bilind dibû. Îro êdî kes naxwaze vî karî bike. Yê vî karî dike herî dewlemend Kawayê Hesinkar bû. Bi çêkuca xwe çû qiral kuşt.”