Şirnex– Li Cizîrê di serdema qeyûm de parq û avahiyên navçeyê ku radestî saziyên dewletê hatibûn kirin, îro ji ber bê xwedî mane, hildiweşin û di nava çopê de mane.
Hikûmeta AKPê li gelek bajarên Kurdistanê di salên 2016 û 2024an de qeyim tayînî şaredariyan kir. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî di navbera sala 2016 û 2024an de qeyim tayînî şaredariyê kir. Qeyim bi dehan avahî, wesayît û parqên şaredariyê radestî saziyên dewletê kirin. Ji 24 parqên Şaredariya Cizîrê 18 parq radestî saziyên cuda kirin. Lê ev sazî venêrîna van parqan nakin û parq û avahiyên di nava parqan de din ava pîsatiyê de dimînin.
Qeyûm hîbeyê qeymeqamtiyê kiriye lê bêxwedî hiştiye
Di navbera taxên Banê Senefîsê û Banê Xanê de di serdema qeyûm de li ser Çemê Dîcleyê pira peyarê hatiye çêkirin. Her wiha qeyûm avahiyên derdora pirê radestî Qeymeqamtiya Cizîrê kiriye û ev avahî ji ber ku qeymeqamtî lê nanêre di nava çopê de mane.
Avahiyên parqa qeyûm bûye cihê meyvexwaran
Ev pira peyarê her roj ji aliyê hezaran welatiyan ve tê bikaranîn û derdora vê ji ber ku derdora pire nayê paqijkirin bêhnek nexweş derdikeve holê. Her wiha deriyên van avahiyan hatine şikandin û ji bo kesên meyvexwar bûye konaxa rûniştinê.