• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wê çavê xwe ji wîcdanê xwe re negirt

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2024 - 18:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Jinan di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de piştî li Sînorê Nisêbîn Qamişloyê daxuyanî dan bi girseyî çûn malbata Cîhan Bîlgin a Mîdyatê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Hevseroka Mebya-Derê Gurbet Tekîn anî ziman ku wê beşa hiqûqê xwendibû û wiha got: “Ew dikaribû bibûya parêzer. Lê nebû parêzer. Got ‘Ez nikarin çavê xwe ji wîcdanê xwe re bigirim’ û bû dengê heqîqetê.”

Jinan di pêşengiya TJAyê de ewil çûn li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê piştgirî da çalakiya Nobeta Sînor û li gel saziyên çapemeniyê daxuyanî dan. Jinan di pêşengiya TJAyê de piştre serdana malbata Rojnamevan Cîhan Bîlgin kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Di serdana malbatê de rojnamegerên çapemeniya azad, nûnerên Mebya-Derê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kesên din amade bûn. Li vir Hevseroka Mebya-Derê Gurbet Tekîn û rojnamevan Ozdur Deger axaftin kirin. Beriya axaftinê ji bo rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Pişti rêzgirtinê Hevseroka Mebya-Derê Gurbet Tekîn axivî û wiha got: “Wan dengê jiyanê û dengê rastiyê gihandina gel. Wan agahiyên rast ragihandin gel. Ji ber rastiya dewletê anîn ziman û rûreşiya dewletê nîşan dan hatin kuştin. Dewlet li aliyekî dibêjin aştî, li aliyê din şerekî hovene dimeşîne. Ji ber wan rastiya dewletê derxistin holê bûn hedef. Şehîd Cîhan Bilgin digot ‘Min nikaribû çavê xwe ji wîcdanê xwe re bigirta.’ Wê hiqûq xwendibû. dikaribû bûbûya parêzer. lê wê xwest bibe dengê heqîqetê û rastiyê bi gel parve bike. Wê rêya ronahî û heqîqetê da pêşiya xwe.”

Heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe aştî nayê Rojhilata Navîn

Gurbet Tekîn, bang li hemû gelê Kurd kir û wiha got: “Hemû kesên xwedî wîcdan divê destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û piştgiriyê bidin gelê Rojava. Îro hemû gelên navdewletî rastiya DAIŞê dibînin. Dîtin ku gelê me yê Rojava DAIŞ tune kir. Lê îro li hemberî vê rastiyê bêdeng in. Em dibêjin çareserî li Îmraliyê derbas dibe. Heta Birêz Abdullah Oclaan azad nebe, dê ev êş, ev xwîn û ev hêsirên çavên dayikan bidome. Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din tecrîdê giran dikin. Di rastiyê de aştiyê naxwazin. Lê em aştiyê dixwazin. Em dixwazin wekî hemû gelên cîhanê xwedî maf bin. Divê em li dora Rêber Abdullah Ocalan bibin xelek û wî azad bikin. Heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe aşti nayê Tirkiye û nayê Rojhilata Navîn.”

Rojnameger Oznûr Deger jî anî ziman ku ji bo qala Nazim û Cîhan bikin gotin têr nake û wiha got: “Em wekî çapeeniya azad sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin. Em ê mîrata wan mezintir bikin. Em ê bigêjin armanca wan. Em ê pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin. Ji ber me pêlîstokên Tirkiyeyê aşkere kir û xera kir em hatin girtin, binçavkirin. Hevalên me Nazim û Cîhan xwestin li pişt sînoran vê heqîqeta li Rojava bigînin cîhanê, dengê Rojava bigêjin cîhanê hatin hedefgirtin. Xwestin dengê gelê kurd bigînin cîhanê. Ji ber vê yekê hatin qetilkirin. Îro em bi saya wan em hilmê digirin. Em careke din soz didin, di şexsê Cîhan û Nazim de em ê lîstikên Tirkiyeyê vala derxin. Em ê bibin dengê Kobanê, Em ê bibin dengê Rojava. Em ê bibin dengê gelê Kurd. Ji bo ku xwîn êdê neyê rijandin û em ê destûr nedin ku li ser gelê Kurd û Rojava van lîstokan bidomînin. Dê nikaribin dengê çapemeniya azad û Kurd qut bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

22 HEZÎRAN 2026
‘Em ji bo mitînga 4ê Çile seferber bibin’

Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

22 HEZÎRAN 2026
Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

22 HEZÎRAN 2026
Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

22 HEZÎRAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

22 HEZÎRAN 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

22 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (604)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne