• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Bila 1ê Îlonê bibe destpêka yekîtiyê

Navenda Nûçeyan / AW

1 ÎLON 2025 - 16:23
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ên Bakur bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand û bi wesîleya rojê banga yekitiyê kir.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ên Bakur bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek nivîskî belav kir. Platforma Jinan di peyama xwe de balê dikişîne ser yekitiya gelê Kurd û têkoşîna aştiyê.

Daxuyaniya Platformê bi vî rengî ye:

“1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji bo me jinên Kurd ne tenê sembolek e, di heman demê de bangek e ji bo avakirina cîhaneke azad, wekhev û bê tahakkum. Aştî ne tenê bêdengiya çekan e; aştî hewcedariyeke mirovî ye ku tê de her kes bi nasname, ziman û çanda xwe bi azadî bijî, tê de jin di her qada jiyanê de xwedî deng û hêz be.
Em jinên Kurd, bi dîroka xwe ya têkoşînê, baş dizanin ku aştî bêyî edaletê ne mimkun e. Ji ber vê yekê, em bang li hemû jinan dikin ku li dijî her cûre zordestî, cudakarî û şîdetê bi yekîtî rawestin. Yekîtîya me hêza me ye; em bi hev re dikarin civakeke demokratîk ava bikin ku tê de mafên mirovan, wekheviya zayendî û edaleta civakî bingeha jiyanê bin. Em bawer dikin ku dilê her jinekê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet lêdide, ji ber ku jin bi xwe afirînerên jiyanê ne û bi têkoşîna xwe dikarin cîhanê biguherînin.

Di vê Roja Aştiyê de, em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ên Bakur, hemû kesan vedixwînin ku bi me re ji bo aştîyeke mayînde, civakeke demokratîk û yekîtiyeke bi hêz bixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku banga birêz Abdullah Öcalan a ji bo aştî û civaka demokratîk dê deriyê cîhaneke azad û aştiyane ji bo hemû gelan veke. Ji ber vê yekê, bi minasebeta vê rojê, em bang li dewlet û hikûmetê dikin ku demildest gavên berbiçav ji bo aştîyê biavêjin.

Em wekî jinên Kurd, 1ê Îlonê li hemû aştîxwazan pîroz dikin û di wê baweriyê de ne ku bi hev re em dikarin li dijî şer, nefret û dabeşkirinê rawestin. Em ê ji bo cîhaneke ku tê de her kes bi rûmet û azad bijî, gavên bi wêrekiyê biavêjin. Bila 1ê Îlonê bibe destpêka têkoşîneke nû ya ji bo aştî, wekhevî û yekîtiyê!

“

Etîket: 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya CîhanêPlatforma Yekitiya Jinên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Xezal Mewlan bi bîr anî

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Xezal Mewlan bi bîr anî

18 NÎSAN 2026
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Pêşengtî ji yekîtiya netewî re bikin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Pêşengtî ji yekîtiya netewî re bikin

20 ÇILE 2026
Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

18 KANÛN 2025
Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

1 ÎLON 2025
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

1 ÎLON 2025
ROJEVA 31ê TEBAXA 2025an

ROJEVA 1ê ÎLONA 2025an

1 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (155)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne