• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

    Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

    Komên paramîlîter li Efrînê 3 ciwan revandin

    Komên paramîlîter li Efrînê 3 ciwan revandin

    Li Girtîgeha Metrîsê gef û lêdan: Girtî banga hestiyariyê kir

    Li Girtîgeha Metrîsê gef û lêdan: Girtî banga hestiyariyê kir

    Ciwanê ku bi hinceta formayê Kurdistanê hatibû binçavkirin hate berdan

    Ciwanê ku bi hinceta formayê Kurdistanê hatibû binçavkirin hate berdan

    Qeyimê Êlihê darên li Cadeya Diyarbakirê talan dike!

    Qeyimê Êlihê darên li Cadeya Diyarbakirê talan dike!

    Behram Rahmanî: Herî zêde Kurd û Belucî têne darvekirin

    Behram Rahmanî: Herî zêde Kurd û Belucî têne darvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

    Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

    Komên paramîlîter li Efrînê 3 ciwan revandin

    Komên paramîlîter li Efrînê 3 ciwan revandin

    Li Girtîgeha Metrîsê gef û lêdan: Girtî banga hestiyariyê kir

    Li Girtîgeha Metrîsê gef û lêdan: Girtî banga hestiyariyê kir

    Ciwanê ku bi hinceta formayê Kurdistanê hatibû binçavkirin hate berdan

    Ciwanê ku bi hinceta formayê Kurdistanê hatibû binçavkirin hate berdan

    Qeyimê Êlihê darên li Cadeya Diyarbakirê talan dike!

    Qeyimê Êlihê darên li Cadeya Diyarbakirê talan dike!

    Behram Rahmanî: Herî zêde Kurd û Belucî têne darvekirin

    Behram Rahmanî: Herî zêde Kurd û Belucî têne darvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Behram Rahmanî: Herî zêde Kurd û Belucî têne darvekirin

Mehmet Alî Ertaş /AW

3 ÎLON 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê di 12 mehên 2024an de 975 kes û di 8 mehên 2025an de jî 841 welatî darve kirin. Tenê di Tîrmehê de 110 û di tebaxê de 197 kes darve kirin. Rojnameger Behram Rahmanî anî ziman ku Rejîma Îranê girtiyan bi dizî darve dike û herî zêde Kurd û Beluciyan darve dike.
Li Îranê her roj mirov têne darvekirin. Li Îranê gelek girtî veşartî ne û çiqas kes li wir girtî ne nayên zanîn. Li gorî raporan meh bi meh darvekirin zêdetir dibin.

Li gorî daneyên 20ê Sibata 2025an Rejîma Îranê di 2024an de 975 mirov darve kirin. Bi taybetî piştî çalakiyên şermezarkirina kuştina Mahsa Aminî ya sala 2022an bi hezaran mirov hatin girtin û gelek ji wan hatin darvekirin. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di 8 mehên 2025an de herî kêm 841 kes hatin darvekirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, Rejîma Îranê di meha Tîrmehê de herî kêm 110 kes darve kirin. Li gorî Navenda Dokumantasyonê û Îstatîstîkên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di tebaxê de herî kêm 152 girtî hatin darvekirin. Li gorî tebaxa 2024an hejmara darvekirinê ji sedî 70 zêde bû.

‘Di tebaxê de 197 kes darvekirin’

Li gor daxuyaniya kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’, di vê mehê de (Tebax) 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ di 83yemîn heftiya xwe de daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku 197 kes hatine darvekirin. Kampanyayê di daxuyaniya 84an de jî, diyar kir ku di hefteya dawî de 39 kes hatin darvekirin.

Herî zêde Kurd hatin darvekirin

Li gorî raporan ji 152 kesên di tebaxê de hatin darvekirin 24 ji wan Kurd, 22 ji wan Lor, 13 Beluç, 47 Fars, 13 Turk, 6 Ereb 5 Gilak, 1 Turkmen, 1 Kaşkay û 8 kes jî Afganî ne. nasnameya 14 kesan jî nehat zanîn.

Di 2022an de 582 kes hatin darvekirin

Li gorî daneyên Rexistina Mafên Mirovan (IHR) ku navenda wê Norveç e û Rêxistina Li Dijî Cezayê Darvekirinê Bi Hevre (ECPM) ku navenda wê Parîs e, di 2021ê de 333 kes, d 2022an de herî kêm 582 kes, di 2023an de 853 û di 2024an de herî kêm 972 mirov hatin darvekirin.

‘Girtiyan bi dizî darve dikin’

Rojnamemger Behram Rahmanî li ser rewşa girtîgeh û darvekirinên li Îranê rawestiya. Behram Rehmanî ku nêzî 40 sal in li Swîsreyê dijî anî ziman ku Komara Îslama Demokratîk 46 sal berê şoreşa gel desteser kir û bû îktîdar û wiha got: “Hikûmetê bi salan bi awayekî rêk û pêk kesên muxalif binçav kir û şandin girtîgehan. Kesên siyasî girtin, îşkence li wan kir û darve kirin. Di 46 salan de siyaseta muxalif li Îranê qedexe kirin. Medya xistin bin kontrola xwe û venêrtina xwe. Hikûmetê medya sansur kir. Rojên berê Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî raporek parve kir. Piştî civînê belavokek belav kirin. Li gorî belavoka ofîsa Mafên Mirovan a Yekîtiya Neteweyî ji serê sala 2025an heta 28ê tebaxê 841 mirov hatin darvekirin. Li dadgehan tenê di meha Tîrmehê de 110 mirov hatin darvekirin. Ev hejmar li gorî tîrmeha sala par 2 qat zêde ye.”
Behram Rehmanî da zanîn ku piranî rejîma Îranê mirovan bi dizî darve dike û wiha berdewam kir: “Dema mirovan darve dike veşartî darve dike. Îsal 841 mirov darve kirin. Rojên borî qanalek ragihandinê belav kir. Li gorî vê belavokê, Ji 1988an heta 1995an, li Îranê di nava girtiyên siyasî de hejmarek pir zêde mirov mirin. Hat diyar kirin ku di nava van salan de 10 hezar mirov li girtîgehan mirin. Ji van 10 hezaran 1 hezar û 500 kes ji wan jin bûn. 9 kesên wan zarok bûn û temenê wan kêmî 13 salî bûn.”

Li 54 kesan cezayê darvekirinê birî

Behram Rehmanî destnîşan kir ku niha li 54 kesan cezayê darvekirinê birîne û wiha pêde çû: “Di nava vana de Şerîfe Muhamedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî rastî cezayê îdamê hatine. Bi gelemberî piştî şerê Iraq û Îranê yê sala 1988an bi fermana Humeydî zêdetirî hezar kesan bi awayekî veşartî hatin darvekirin. Niha jî gelek dayik û bav nizanin ku zarokên wan hatine darvekirin an na. Nizanin li ku hatine darvekirin.”

Li Îranê 312 girtîgeh û zêdetirî 250 hezar girtî hene

Li ser rewşa girtî û girtîgehan jî Behram Rahmanî ev agahî parve kir: “Niha li Îranê 213 girtîgeh hene. Li van girtîgehan zêdetirî 250 hezar mirov girtî ne. Ji van girtiyan çiqas siyasî ne û çiqas edlî ne nediyar e. Ji xeynî van girtîgehan Muhafizên Şoreşger li gorî xwe girtîgeh ava kirine. Di bin kontrola wan de çiqas girtîgeh hene û li van girtîgehan çiqas girtî hene, nayê zanîn. Der barê van girtîgeh û girtiyan de zêde agahî bi derve re nayên parve kirin. Gelek girtiyên siyasî bi awayekî veşartî darve dikin û bi malbatan û saziyên civakî re agahiyê parve nakin. Niha wekî berê veşartî nayên darvekirin. Lê malbatan jî ditirsînin da ku agahiyê derve re parve nekin. Tenê îşkenceyê li girtiyan nakin. Di heman demê de malbatên girtiyan jî di lêpirsînê re derbas dikin û gefan li wan dixwin ku agahiyan parve nekin. Li Îranê bi qasî girtiyan, malbatên girtiyan jî îşkenceyê dibînin. Di bin zextan de ne. Malbat ji tirsa hikûmetê nikarin dengê xwe bikin û nikarin doza mafên girtiyan bikin.”

NY ji xeynî raporan tiştekî nake

Têkildarî komkirina daneyan jî Behram Rehmanî da zanîn ku komeleyên mafên mirovan û ofîsên Neteweyên Yekbûyî van agahî daneyan kom dikin û got: “Hikûmeta Îranê zû bi zû agahiyê bi derve re parve nake. Li gorî daneyên NYê di 8 mehên dawî de 841 kes û tenê di meha tîrmehê de 110 kes hatine darvekirin. Neteweyên Yekbûyî raporan aşkere dikin. Lê li dijî gotin û raporan tiştekî din nakin. Tenê tînin ziman, lê li dijî darvekirine tu tiştên din nakin. Dewlet ji ber berjewendiyên xwe zêde zextan li Îranê nakin. Kesên tên darvekirin piranî Kurd û Belûcî ne. Herî zêde kurd û belûcî têne darvekirin.Gelê Kurd û belûcî zêde li dijî hikûmetê ne. Herî zêde li herêma Rojhilatê Kurdistanê û Belûcîstanê mirov têne darvekirin. Li dervê welat Nêzî 6-7 milyon Îranî dijîn. Ev kesên li derve di nava saziyên mafên mirovan de agahiyan kom dikin û raporan amade dikin. Tenê li ser kaxizê xebatê dikin. Wekî din tiştekî nakin. Di 46 salan de heta niha Neteweyên Yekbûyî zext li Îranê nekirine. Her dewlet li berjewendiyên xwe difikire. Ji ber berjewendiyên xwe dengê xwe nakin.”
Li ser çalakiyên ku piştî kuştina Mahsa Amîni li Îranê pêş ketin jî Behram Rahmanî bal kişand piştî kuştina Mehsa Amînî û wiha bi dawî kir: “Piştî kuştina Mahsa Amînî gelê Îranê daketin kolanan. Nêzî 2 milyon Îranî daketin kolanan. Ji dirûşma Jin Jiyan Azadî daketin kolanan û çalakî pêk anî. Wê demê hekîmetê nêzî 500 mirov li kolanan kuştin. Bi bombeyên gazê êrîşî dibistanan kirin. Piştî van çalakiyan nêzî 90 hezar mirov hatin girtin û piraniya wan jî ciwan bûn. Çiqas kes hatin berdan, çiqas kes hatin darvekirin nayê zanîn.

Behram Rahmanî bal kişand ser girtîgehên ku zext li ser wan zêde ne û wiha dirêj kir: “Bi taybetî girtîgeha Evînê di serdema Şah de girtiyên siyasî lê bûn. Girtiyên siyasî bêtir di bin zext û îşkenceyê de têne girtin. Girtî nexweş dikevin. Lê wan nabin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest didin. An bi îşkenceyê dikujin. An jî nexweş dikevin û wan nabin nexweşxaneyê, an jî dermanê wan nadin wan û ji ber vê yekê girtî jiyana xwe ji dest dan.
Behram Rahmanî herî dawî bal kişand ser nêzîkatiya mafên mirovan û wiha bi dawî kir: “Li 41 girtîgehan zêdeyî salekê ye girtî her rojê sêyemê dikevin girevê. Piranî girtiyên dikevin girevê girtiyên siyasî yên jin in. Lê bertek kêm in. Zêdetir xizmên girtiyan kom dibin û bertekên xwe tînin ziman.
Her hefte li Amarîka, Îskandînavya û Ewropa çalakiyan pêk tînin û dixwazin zextên li ser girtiyan bidawî bibin. Dibe ku sibê li Îranê şer geş bibe û dê binpêkirina mafan zêdetir bibe.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

3 ÎLON 2025
Komên paramîlîter li Efrînê 3 ciwan revandin

Komên paramîlîter li Efrînê 3 ciwan revandin

3 ÎLON 2025
Dengbêj Silêmanê Şirnexî koça dawî kir

Dengbêj Silêmanê Şirnexî koça dawî kir

3 ÎLON 2025
Pirtûkek nû ya Rênas Jiyan derçû

Pirtûkek nû ya Rênas Jiyan derçû

3 ÎLON 2025
Li Girtîgeha Metrîsê gef û lêdan: Girtî banga hestiyariyê kir

Li Girtîgeha Metrîsê gef û lêdan: Girtî banga hestiyariyê kir

3 ÎLON 2025
Ciwanê ku bi hinceta formayê Kurdistanê hatibû binçavkirin hate berdan

Ciwanê ku bi hinceta formayê Kurdistanê hatibû binçavkirin hate berdan

3 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (51)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne