Rêxistinên ekolojiyê û partiyên siyasî ji bo çalakiya Bestayê dikandar ziyaret kirin û ew vexwendin çalakiyê.
Li Şirnexê di 9-10ê îlonê de dê li hember talankirina xwezayê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve meş were lidarxistin û li Bestayê nobet were girtin. Rêxistinên ekolojiyê, partiyên siyasî û parlementerên DEM Partiyê li Cizîr, Hezex û Qilebanê, dikandar ziyaret kirin û gel vexwendin çalakiyê.
Di ziyareta dikandaran a Qilebanê de Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan bi lêv kir ku bi salan e li Kurdistanê xweza tê talankirin û li hember vê yekê divê rojên 9 û 10ê gelê me berê xwe bide Bestayê û ji bo talan rawesta bertek nîşan bide.