Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon hate kirin û 17 kes hatin binçavkirin.
Zextên li dijî şaredariyên CHPê berdewam in. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de ji bo 20 kesan biryara binçavkirinê hate dayin û ji wan 17 jê hatin binçavkirin. Li hêla din, di çarçoveya operasyonê de li “Kanal V”yê jî qeyûm hate tayînkirin.