• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

Navenda Nûçeyan / AW

10 ÎLON 2025 - 13:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca xurtkirina ewlehiyê li Reqayê pêngava ewlehiyê da destpêkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û pêngava ewlehiyê li Reqayê da destpêkirin. Fermandariyê aşkera kir ku ew ê li seranserî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavên ewlehiyê yên berfireh bidin destpêkirin û di çend rojên bê de mizgîniyek baş bidin.

Fermandariyê di daxuyaniyê de anî ziman ku di encama salên dirêj ên şerê li Sûriyeyê de, kaos û bêîstîqrarî li seranserî welêt belav bûye, û li gelek herêman valahiyek ewlehiyê çêkiriye û wiha got: “Bê guman ev yek bandoreke neyînî li herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Ji ber ku em beşek yekgirtî ya vî welatî ne.”

Fermandariyê anî ziman ku ev rewşa xirab rê daye şaneyên terorîst ên DAIŞê ku çalakiyên xwe bi awayekî mezin vegerîne û wiha got: “Ev dihêlea ku xwe birêxistin bike û bendên Hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gelek bajar û bajarokan armanc bikin. Rê li ber bazirganên hişbirê yên ku di bin parastina rejîma berê ya Sûriyeyê de dixebitîn, vekir da ku bazirganiya xwe berfireh bikin û bigihêjin herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Girêdayî vê yekê, bûyerên takekesî yên kesên giyan xerab hene ku guleyên bêserûber diavêjin. Vê yekê rewşeke bêistiqrarî û neewlehiya welatiyan çêkiriye. Van kiryaran teşwîqek mezin di nava hêzên me de çêkir ku dest bi pêngavên ewlehî û leşkerî, zêdekirina ewlehiyê û bilindkirina amadekirinê bikin. Hêzên me mîna van pêngavan li gelek deveran da destpêkirin; ji wan pêngava paqijkirina başûrê Hesekê ye. Di wê pêngavê de gelek endamên vê şaneyên terorîst ên DAIŞ´ê hatin girtin, çek û cebilxane desteser kirin.

Piştre hêzên me amadekariyên pêngava ewlehiyê ya berfireh li kampa Holê ku wekî kampa herî xeternak a li ser rûyê erdê ye ku malbatên endamên DAIŞ’ê yên niha girtî ne, kirin. Hêzên me, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi piştgirîya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî tev li pêngavê bûn. Pêngavê du rojan dewam kir, tê de 11 endamên girêdayî vê rêxistina terorîst hatin girtin, her wekî din gelek şebeke û êriş dihatin amadekirin da ku êrişî herêmên me bikin, hatin bêbandorkirin.

Îro, em wek Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirina pêngaveke nû li bajarê Reqayê radigihînin. Armanca vê pêngavê tesbîtkirina ewlehiyê û kesên sûcdar ên ku gelek tawan kirine radestî edaletê bikin. Ev operasyon dê bidiqet û profesioneleke mezin ji aliyê Hêzên me yên taybet H.A.T û Operasyonan were lidarxistin.

Em ji gelê xwe yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diyar dikin ku bi jiyana aştiyane û bi bîrdozî û nêzîkatiya neteweyeke demokratîk tê naskirin, piştrast dikin ku çawa me li Reqa, Dêrazorê û gelek deverên din bi fedakarî, mêrxasî û cesareteke mezin pişta rêxistina terorîst DAIŞ şikand, em ê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêngavên ewlehiyê yên berfireh bidin destpêkirin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer bikin û di rojên pêş de mizgîniyê bidin gelê xwe. Her wiha em aşkera dikin ku em ê heta serkeftinê rêya şehîdan bişopînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Baregeha Heşdî Şebî hedef hate girtin

10 ADAR 2026
Balafirgeha Navneteweyî ya li Bexdayê bû hedafa êrişan

Balafirgeha Navneteweyî ya li Bexdayê bû hedafa êrişan

10 ADAR 2026
HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

10 ADAR 2026
Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

10 ADAR 2026
Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

10 ADAR 2026
Îranê pêla 34emîn a êrîşan da destpêkirin

Îranê pêla 34emîn a êrîşan da destpêkirin

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (397)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne