Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim` a li Sûriyeyê dest pê kiribû, îro hate bidawîkirin. Ji her aliyê Sûriyeyê kesayet beşdarî kampanyayê bûn. Hat diyarkirin ku dê encamên kampanyayê di 21ê Îlonê de were eşkerekirin.
Li Sûriyeyê Kampanyaya ‘I Want to Visit Ocalan’/ ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ 5ê Hezîrana 2025an hatibû destpêkirin. Kampanyaya di 20ê Tebaxê de ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê hatibû destpêkirin, îro bi dawî bû. Di daxuyaniya destpêkirina kampanyayê de hatibû diyarkirin ku kampanya dê 30ê Tebaxê bi dawî bibe lê ji ber eleqeya zêde kampanya heya îro hat domandin.
Li gorî agahiyên ku Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê Ferzende Munzur ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Ferzende Munzur diyar kir ku hejmara kesayetên hiqûqnas, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokê eşîr, oldar, bijîşk, endezyar, rûspî (Suryan-Aşûr, Êzidî), pêkhate ûmezhebên (Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Êzidî, Tirkmen, Çerkes, Sinî, Elewî, Îsmaîlî, Durzî, Xiristiyan) hejmara kesên ku dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin ji 2 hezaran derbas kiriye, lê niha ew nikarin hejmara dawî ragihînin û wiha anî ziman: “Hejmara dawî ya tevlêbûnê wê di 21ê Îlonê de bên aşkerekirin.”
Ferzende Munzur da zanîn ku ji hemû kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hemû parêzgehên Sûriyeyê yên Şam, Heleb, Humis, Laziqiye, Tertûs, Dera, Qûneytira, Idlib û Siwêdayê kesayet beşdarî kampanyayê bûne.
Îmzeyên ku hatine komkirin, wê pêşkêşî Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê, Konseya Mafê Mirovan a NY`ê, Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê werin kirin.