• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koçyigit: Divê pêvajoya dîrokî neyê xirakirin

    Koçyigit: Divê pêvajoya dîrokî neyê xirakirin

    ‘Heke reformên demokratîk neyên kirin dê welat firsendeke dîrokî winda dike’

    ‘Heke reformên demokratîk neyên kirin dê welat firsendeke dîrokî winda dike’

    Saziyên mafên mirovan xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin

    Saziyên mafên mirovan xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin

    DEM Partî û HDKê çûn Endonezyayê

    DEM Partî û HDKê çûn Endonezyayê

    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    DMMOyê: Êdî bes e

    DMMOyê: Êdî bes e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Koçyigit: Divê pêvajoya dîrokî neyê xirakirin

    Koçyigit: Divê pêvajoya dîrokî neyê xirakirin

    ‘Heke reformên demokratîk neyên kirin dê welat firsendeke dîrokî winda dike’

    ‘Heke reformên demokratîk neyên kirin dê welat firsendeke dîrokî winda dike’

    Saziyên mafên mirovan xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin

    Saziyên mafên mirovan xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin

    DEM Partî û HDKê çûn Endonezyayê

    DEM Partî û HDKê çûn Endonezyayê

    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    DMMOyê: Êdî bes e

    DMMOyê: Êdî bes e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê komîsyon bi lêz biçe Îmraliyê

Navenda Nûçeyan / AW

11 ÎLON 2025 - 14:03
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Enqere – Serokvekila Koma Meclîse ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyigit xwest komîsyon bi werekî tev bigere û got: “Divê komîsyon bi lêz biçe Îmraliyê û nêrîn û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar bike.”

Serokvekîla Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî geşedanên rojevê li meclise daxuyanî da. Gulîstan Kiliç Koçyigit bilêv kir ku neçareserbûna pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratik bandor li ser qirîza aborî û civakî dike û got: “Pereyên dewletê ji bo ÎHA/SÎHA dihat xerç kirin. Pereyên ji bo tendûristî û perwerdehiyê jî li şer hat xerçkirin. Divê lêçûna niha ne ji bo şer ji bo aştiyê be. Îro ji vir em dibêjin ku em ê destpêkek nû bikin û hêvî dikin ku budçeya dema nû ne budçeya şer, budçeya aştiyê be. Divê komîsyon hem ji bo pêvajoyeke siyasî, hem jî ji bo aborî û civakî xebatê bike. Divê li hemû kesan guhdarî bike, nêrîn û ramanên her kesî bigire. Ev yek rê li ber aştiya mayînde û gavên nû yên wêrek vedike.”

Dê li hemû beşên civakê guhdar bikin

Gulîstan Kiliç Koçyigit anî ziman ku wekî DEM Partiyê li pêşniyarên hemû beşên civakê guhdar bikin û got: “Em ê bi ode, rêxistinên pîşeyî, sendîkayan, rêxistinên jinan, ekolojîst, bawerî û hemû beşên civakê, guhdar bikin.

‘Divê komîsyon bi lêz biçe Îmraliyê’

Di berdewama axaftina xwe de Gulîstan Kiliç Koçyîgit destnîşan kir ku divê komîsyon bi lêzgînî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û got: “Divê komîsyon ji bo çareseriya pirsgirêkê gavên cidî û wêrek bavêje. Ev ne tenê daxwazek e, hewcedariyeke vê pêvajoyê ye. Ev yek daxwaza aştiyê ya gelan e û hewcedariyeke vê pêvajoyê ye. Ger em dixwazin pirsgirêkeke dîrokî ya Kurdan çareser bikin, divê em sînoran derbas bikin û gavên wêrek bavêjin. Ev diyalog ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo paşeroja hemû welatiyên Tirkiyeyê, aştiya civakî, pêşveçûna pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk gelek girîng e. Divê komîsyon bi wêrekî tev bigere. Serokê Giştî yê MHPê birêz Bahçeli di 22ê Cotmeha 2024an de li meclîsê banga dîrokî kiribû. Gotibû ‘bila were li meclîsê biaxive’ çawa bi wate bû, bi heman awayî di vê pêvajoyê de jî, divê komîsyona biçe Îmraliyê, bi birêz Ocalan re biaxive. Divê bi lez heyeteke komîsyonê biçe Îmraliyê û ev pêvajo bê plankirin.”

Êrişên li ser CHPê

Gulîstan Kiliç Koçyigit bal kişand ser êrişên li dijî CHPê û wiha pê dê çû: “Êrîşên li ser CHPê ne tenê li ser CHPê ne. Ev demokrasiya Tirkiyeyê dike armanc. Qeyum darbe ye, gasp e. Îradeya gel tê dizîn. Em li dijî vê sîyaseta qeyûm ne razî ne, îro û sibê jî em ê li dijî vê yekê têbikoşin.

‘Ji bo aştiyê divê qirkirina xwezayê bi dawî bibe’

Gulîstan Kiliçkoçyigit anî ziman ku di pêvajoya aştiyê de jî polîtikayên li dijî xwezayê berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Kurdistanê polîtîkayên şer xweza, daristan û jiyanê wêran dike. Barajên ewlekariyê ekosîstemê xera dikin, li Şirnex û Bestayê daristan bi awayekî sîstematîk tên qirkirin. Li dijî van qirkirinan îtirazên gel û doza rawestandina wêraniyê bi hinceta ewlekariyê nayên qebûlkirin. Gelê Botanê li Bestayê bi meşeke ekolojîk li dijî vê yekê derket. Dayîkan li wir da hawaran û got, ‘Pêşî bi Bestayê, bi darên me re aştiyê bikin’ Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan, divê ev qirkirin jî bi dawî bibe.”

 

Etîket: Gulistan Kiliç Koçyigît
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Birêz Ocalan astengî ji holê rakir

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Birêz Ocalan astengî ji holê rakir

20 TEBAX 2025
Koçyîgît: Me dît ku siyaseta demokratîk çiqas girîng û watedar e

Koçyîgît: Me dît ku siyaseta demokratîk çiqas girîng û watedar e

5 TEBAX 2025
Koçyîgît: Divê ji bo azadiya Ocalan gav bên avêtin

Partî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin

23 HEZÎRAN 2025
Koçyîgît: Divê li Meclisê demildest komîsyon bê avakirin

Koçyîgît: Divê li Meclisê demildest komîsyon bê avakirin

12 HEZÎRAN 2025
Koçyîgît: Demokrasî bi tekoşîna gelê Wanê dê pêk bê

Koçyîgît: Demokrasî bi tekoşîna gelê Wanê dê pêk bê

15 SIBAT 2025
AKP derfet bibîne dê qraltiyê îlan bike

AKP derfet bibîne dê qraltiyê îlan bike

30 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (193)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne