• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    Gundê Karayakûbê mazûvaniya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ kir

    Gundê Karayakûbê mazûvaniya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ kir

    Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

    Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    Gundê Karayakûbê mazûvaniya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ kir

    Gundê Karayakûbê mazûvaniya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ kir

    Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

    Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pisporê Îranî Dabashî: Banga Abdullah Ocalan gava herî şoreşger e

Enqere / AW

17 ÎLON 2025 - 11:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevalê Edward Saîd profesorê Îranî Hamid Dabashi tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji DEM Partiyê re nameyek şand û di nameyê de destnîşan kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê serdema aloz de banga herî şoreşger e.

Pisporê Îranî Hamid Dabashi li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re nameyek şand. Nameya Hamid Dabashi wiha ye: “Hevalên ezîz, min bi kêfxweşiyeke mezin banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan ku çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdî pêşniyar kiriye pêşvazî kir. Ev, li gorî min, nîşaneyeke bilind a gihîştîbûna siyasî ye ku kêm caran li qada cîhanî tê dîtin! Bingeha exlaqî ya vê gaveke siyasî ya bi hîkmet hatî avêtin, ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd-Tirk, her wiha ji bo paşeroja herêmê jî wê bandoreke mayînde çêbike. Li gorî min, ev gav di vê serdema aloz de, gaveke herî şoreşger û herî dilpak e ku rêberekî siyasî yê biaqil dikare bavêje.

Hamid Dabashi kî ye

Hevalê Edward Said, Hamid Dabashi, li Zanîngeha Columbia Profesorê Lêkolînên Îranê yê Hagop Kevorkian û Edebiyatê ye. Di sala 1984an de ji Zanîngeha Pennsîlvaniayê di warên Sosyolojiya Çandî û Lêkolînên Îslamî de du doktorayên xwe wergirtine û piştre li Zanîngeha Harvardê bûrseke lêkolînê ya post-doktorayê wergirtiye. Teza wî ya doktorayê, bi hevkarîya rexnegirê çandî yê Freudyen ê herî navdar ê wê demê Philip Rieff (1922-2006) re, li ser teoriya desthilatdariya karîzmatîk a Max Weber hatiye nivîsandin. Profesor Dabashi li gelek zanîngehên Amerîkaya Bakur, Ewropayê û Îranê ders û konferans daye. Profesor Dabashi niha (ji sala 2020’an û vir ve) li MESAAS’ê Midûrê Lêkolînên Lîsansê ye. Di paşerojê de wî wekî Serokê Beşê û Midûrê Lêkolînên Lîsansa Bilind kar kiriye. Ew endamekî damezrîner ê Enstîtuya Edebiyat û Civakê ya Berawirdî, endamekî damezrîner ê Navenda Lêkolînên Filistînê û serokê Komîteya Bingehîn a Koleja Columbia bûye.Profesor Dabashi zêdetirî bîst pirtûk nivîsandine, çar pirtûk edîtorî kirine û ji gelekên din re beşdarî beşan kiriye. Her wiha, ew nivîskarê zêdetirî 100 esey, gotar û rexneyên pirtûkan e li ser mijarên wekî Lêkolînên Îran û Îslamê, edebiyata berawirdî, sînemaya cîhanî û felsefeya hunerê (trans-estetîk). Pirtûk û gotarên wî bo gelek zimanan hatine wergerandin, di nav de Japonî, Elmanî, Fransî, Spanî, Danîmarkî, Rûsî, Îbranî, Îtalî, Erebî, Koreyî, Farisî, Portekîzî, Polonî, Tirkî, Urdû û Katalanî.Wekî yek ji dengên muxalif ên sereke yên Dewletên Yekbûyî, ku li çar aliyên cîhanê gelek caran konferans û dersan dide, Dabashi bi hevjîna xwe ya Îranî-Swêdî, navdara tevgera femînîst Golbarg Bashi re, li New Yorkê dijî.

Etîket: Hevalê Edward Saîd Hamîd Dabashî name DEM Partî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (275)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne