* Mele Evdilayê Timoqî di salên 80yî de ji ber pirsgirêkên siyasî dixwaze derbasî Rojhilat bibe. Li Erdîşê dibe mêvanê Mele Heyder Varli. Mala ku Mele Evdilayê Timoqî û Mele Heyder Varli bi hev re tê de mane, hêj jî li ser pîya ye û li ber xwe dide.
* Esnafên navçeya Rêzan a Amedê bertekên xwe li dijî zêdebûna tiryakkêşan anîn ziman û xwestin têkoşîna li dijî tiryakê zêde bibe û êdî rê li pêş bikaranîna tiryakê bigirin.
* Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partî wê li navenda xwe ya Giştî derbarê biryara Komîteya Ewropa a mafê heviyê de daxuyanî bide. (10.30)
* MED TUHAD-FED dê bi dirûşma “Em ê bi jina azad civaka demokratîk ava bikin” li Postaxaneya Mezin a li navçeya Sûrê ya Amedê ji jinên girtî re nameyan bişîne. (12.30)