Wan – Mele Evdilayê Timoqî di salên 80yî de ji ber pirsgirêkên siyasî dixwaze derbasî Rojhilatê bibe. Li Erdîşê dibe mêvanê Mele Heyder Varli. Mala ku Mele Evdilayê Timoqî û Mele Heyder Varli bi hev re tê de mane, hêj jî li dijî hilweşînê li ber xwe dide.
Mala Mele Heyder Varli ku li navçeya Erdîşa Wanê ye, mazûvaniya gelek pêşengên mezin ên Kurdan kiriye. Yek ji van Mele Evdilayê Timoqî ye ku li Kurdistanê alimek û Kurdperwerekî bi nav û deng bû. Dema Mele Evdilayê Timoqî ji ber pirsgirêkên siyasî terka Bakur dike, li Erdîşê di mala Mele Heyder Varli de dimîne û dû re derbasî Rojhilat dibe. Ev mal hêj jî li ser pêyan e û ji hêla zarokên Mele Heyder Varli ve tê bikaranîn û parastin.
Mele Evdilayê Timoqî ku ji gundê Timoq ê girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê ye, ji ber ku di mala xwe de gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dihewîne, rastî tundiya dewletê tê. Di salên 1980yan de li ser mala Mele Evdilayê Timoqî ve tê girtin û xaniyê wî tê şewitandin. 7 kesên di malê de û gelek sewalên ku jêrzemîna malê pageya sewalan bû, tên şewitandin. Lê belê Mele Evdilayê Timoqî xwe xelas dike û tevî temenê xwe yê mezin jî xwe digihîne navçeya Erdîşa Wanê. Li vir dibe mêvanê Mele Heyder Varli ku wê demê di nava alimên Kurdan de kesekî bi nav û deng bû. Mele Heyder Varli wî bi qasî 3-4 mehan dike mêvan û dû re jî wî derbasî Rojhilatê Kurdistanê dike.
Ji aliyê PDKê ve tê girtin
Nivîskar Sadik Varli ku kurê Mele Heyder Varli ye, di pirtûka xwe ya derbarê bavê xwe de nivîsandiye de behsa wan rojan dike. Mele Heyder Varli, Mele Evdilayê Timoqî ji ber ewlehiyê, weke xezûrê xwe dide naskirin û nasnameya wî ya rast tenê ji çend kesan re dibêje. Dû re wî derbasî Rojhilat dike. Wê demê li herêmên Tilgever û Mêrgeverê yên girêdayî bajarê Ûrmiyeyê, kampên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hebûn. Pêşmergeyên PDKê dema derbasî Rojhilat dibe Mele Evdilayê Timoqî dîl digirin û wî dibin kampa Tilgeverê. Mele Heyder Varli, dibihîze ku Mele Evdilayê Timoqî hatiye girtin, diçe bi Mesûd Barzanî re li Tilgeverê hevdîtinekê pêk tîne û Mesûd Barzanî piştre Mele Evdilayê Timoqî berdide. Mele Evdilayê Timoqî demekê li Rojhilat û Başûr dimîne û dû re derbasî Rojava dibe.
Naskirina Mele Evdilayê Timoqî û Abdullah Ocalan
Timoqî, li vir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û bi rojan di Akademiya Mahsûn Korkmaz de li gel gerîlayên PKKê dimîne. Timoqî, di medreseyê de xwendiye û ji ber ku xutbeyên Kurdî daye gelek caran bûye hedefa dewletê. Beriya sala 1940an gelek caran hatiye girtin û îşkencekirin, herwiha piştî darbeyên 1960, 1971 û 1980an jî tê girtin. Timoqî, Di 2ê sibata 1992an de di 102 an jî 103 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Hesekê jiyana xwe ji dest da û li wir hat veşartin. Di merasîma oxirkirina Mele Evdilayê Timoqî de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew weke “serpêhatiya serxwebûnê” bi nav kir û ji çekdarên Kurd xwest ku serkeftinên xwe yên siberojê diyarî Mele Evdilayê Tîmoqî bikin û piştî avakirina Kurdistanê Mele Evdilayê Tîmoqî bi bîr bînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, derbarê Mele Evdilayê Timoqî de gotiye ku “Ew mirovekî pir bedew bû ku rihê xwe bi paqijî parastiye, neketiye nava qirêjiya Komara Tirkiyeyê û tev li aliyên wan ên qirêj ên Îslamê nebûye.” Di axaftineke xwe ya din de jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, debarê Mele Evdilayê Timoqî de wiha gotiye: “Ez bawer nakim mezinekî ku ez bi qasî wî jê hez dikim hebe.”