Bedlîs – Malên kevirî yên li gundê Kûçê û gundê Hecî Memed yên ser bi navçeya Xîzanê ve bi sed salan e tevî hemû bobelat, karesat û şiliya dijwar li ber xwe didin û bi xweşikî û mîmariya xwe balê dikişînin ser xwe.
Malên kevirîn ên li gundê Kûçê ku 30 kîlometre dûrî navçeya Xîzanê ya Bedlîsê ye, tevî şert û mercên zivistanên dirêj û hişk jî bi sed salan e li ber xwe didin. Ev avahî li gorî agahiyên ku şêniyên gund didin; nêzî 350-400 sal berê hatine avakirin. Malên ku diwarên wan bi keviran û bi heriyê hatine hûndandin, banê wan bi dar û texteyan û axê hatine girtin. Ev mal bi gelemperî 2 qat û 3 qat in. Mîmariya van malan dişibin malên kevnar ên devera Hewramanê ya rojhilatê Kurdistanê û banê malekê dibe hewşa maleke din. Kûçe û siqaqên wan teng in û derî û baceyên wan piranî ji texteyan hatine çêkirin.

Bi mîmarî û xweşiktiyê balê dikişîne
Gundê Kûçê ku 30 kîlometre dûrî navçeya Xizanê ye, li ser girekî biçûk ku her aliyê wî şînahî, dar û ber in hatiye avakirin. Gund di mehên bihar û havînê de bi xweşiktiya xwe balê dikişîne ser xwe û dibe ziyaretgeha gelek kesan. Her sal gelek kes li Bedlîs û bajarên der dor tên gundê Kûçê, hem li van malên dîrokî digerin, hem jî wêneyan digirin.

Wekî malên Hewremanê yên qedîm
Yek ji van gundê dîrokî jî gundê bi navê Hecî Memed e ku ew jî 55 kîlo metreyan dûrî navçeya Xîzanê ye. Gund li ser rêya Xîzan-Berwariyê cih digire. Gundê Hecî Memed jî bi dîroka xwe ya 400-450 salîi bi malên xwe yên ku li devê çem û di qûntara çiyê de, bi kevirên ji herêmê hatine avakirin û ji dûr ve wek derenceyan xuya dikin bala mirov dikişîne. Ev gund bi mîmariya xwe dişibin malên dîrokî yên Mêrdînê û malên ku bi hezaran salan dîroka wan heye yên Hewramana Rojhilatê Kurdistanê.

















