Enqere – Hevserokê KNKê Ahmet Karamus diyar kir ku di civata giştî ya KNKê de yek ji mijara sereke yekîtiya neteweyî ya Kurd bûye û got: “Ji her demê zêdetir pêdiviya me bi yekîtiya neteweyî heye. Heke em yekîtiya xwe pêk neyînin em ê di vê sedsalê de jî bêstatu bimînin.” Karamus destnîşan kir ku ji bo statuya Kurdan bê nasîn KNKê serî li Neteweyên Yekbûyî daye û xwest ku NY statuya Kurdan qebûl bike.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 24emîn Civata Giştî di 7ê Hezîranê de li bajarê Venlo yê Hollandayê li dar xist. Di Civata Giştî ya 2 rojan berdewam kir de mijarên weke bingeha pratîkî ya yekîtiya neteweyî û stratejiyên dîplomasiya navneteweyî hatin nîqaşkirin. Her wiha di civata giştî de ji aliyê delege û nûnerên saziyan ve pêşniyarên erkdarkirina komîsyoneke ji bo birêvebirina rêbaz û pêvajoyên amadekariyê yên ji bo xebatên konferans û kongreya neteweyî bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin. Her wiha biryar hat girtin ku serlêdana statuya “neteweya çavdêr a ne endam” ku di dîroka Kurd de cara yekemîn ji aliyê saziyeke fermî ve ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) bê kirin.
KNKê dê encamanemya Civata Giştî di rojên pêş me de eşkere bike. Ji aliyê din ve jî nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî jî berdewam dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku peyamek ji Civata Giştî ya KNKê re şandibû diyar kiribû ku mezinkirina yekîtiyê erka hemû kesan e û gotibû, “Rênedana bikaranîna Kurdan a li dijî hev û parastina destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar, divê di nav prensîbên bingehîn ên yekîtiyê de bin.”
Hevserokê Giştî yê KNKê Ahmet Karamus xebatên yekîtiya neteweyî û encamên civata giştî ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Di civata giştî de li ser yekîtiya neteweyî û gelek mijaran nirxandin hatin kirin’
Ahmet Karamus anî ziman ku bi beşdarbûna 300 delege û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên ku bi taybet hatibûn vexwendin civata giştî li dar xistin û wiha got: “Zêdetirî 100 kesayetên akademîsyên, rewşenbîr û nivîskar jî amade bûn. Hemû beşên civaka Kurdistanê beşdar bûn. Me xebatên xwe yên salekê, rewşa siyasî ya herême û geşedanên pêk tên bi berfirehî nirxand. Di heman demê de 4 mijarên serekê jî rojeva me bû. Rewşa siyasî, pêkanîna yekîtiya neteweyî bi çi şêwazî, pêkanîna konferanseke niştimanî ku em amadekariya wê dikin û yek jî mijara serekê nûkirina KNKê bû. Bi nûjênkirina KNKê ku bikaribe di vê pêvajoyê de bersivê bide pirsgirêkên heyî. Yek jî rojeva me serlêdana ji bo Neteweyên Yekbûyî bû ku Kurd weke netew bên qebûlkirin û ji bo wê jî nameyeke fermî ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres re bê şandin. Komîsyoneke ku ji kesên di nava civaka Kurd de karê dîplomasî û hiqûqê re eleqedar in pêkdihat ew name amade kiribûn. Ev hemû mijar di civata giştî de hatin nirxandin û biryar hatin girtin. Demekê dirêj bû me amadekariya vê civata giştî dikir. Danûstandinên me bi hemû partiyên siyasî û rêxistinan re heye. Encamnameya civata giştî jî dê ji rojên pêş de bi raya giştî re bê parvekirin. Biryarên hatine girtin û helwesta Kurd dê bi raya giştî re bê parvekirin.”
‘Di vê qonaxê de yekîtiya Kurd pir girîng e’
Ahmet Karamus bal kişand ser geşedanên li herêmê pêk tên jî û wiha axivî: “Piştî şerê Îsraîl û Hamasê şer belavî hemû herêmê bû, niha jî tevî agirbesta di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de heye jî armanca van şer û pêvçûnan ji nû ve dîzaynkirina herêmê ye. Di qonaxeke wiha de civata giştî hat li darxistin. Em di civata giştî de li ser van mijarên li herême jî rawestiyan. Hemû gotûbêjên hatin kirin jî di vê qonaxê de yekîtiya neteweyî ya Kurd bû. Yekîtiya Kurd di vê qonaxê de pir girîng û stratejîk e. Pêwistiya gelê Kurd ji hemû deman zêdetir di vê demê de bi yekîtiya neteweyî heye. Di van salên dawî de ku şer û pêvçûn li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe, em êdî gihîştin qonaxa fînalê ya çareseriya pirsgirêka Kurd. Bi şêwazekî demokratîk li gorî daxwazên gelê Kurd bê çareserkirin û hebûna Kurd û zimanê Kurdî statuya Kurdan bê qebûlkirin. Em di qonaxa hebûn û tunebûnê de ne.”
‘Em dixwazin Neteweyên Yekbûyî statuya Kurdistanê qebûl bike’
Ahmet Karamus derbarê serledana ji bo Neteweyên Yekbûyî û xebatên derbarê mijarê de jî ev yek anî ziman: “Ji bo ev proje pêk were ya herî girîng yekîtiya neteweyî ye. Em vê projeyê li ser gelê Kurd ên çar aliyên Kurdistanê dixwazin. Di serî de em dixwazin di nava hêz û rêxistinên Kurd de yekrêziyê pêk bînin da ku ev serledana me ya ji bo Neteweyên Yekbûyî were qebûlkirin. Ji ber ku 60 milyon Kurd hene û tu statuyeke fermî tune ye. Li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî tenê dikare çavdêr bibe. Ji bo wê jî em tenê ji bo statuyê daxwaza çavdêriyê dikin. Em ji bo naskirina statuya Kurdan bi israr in û bi hemû awayî kar û xebatên vê yekê dikin. Lê divê ji bo vê yekê jî em bi hemû reng û dengên Kurdistanî bi konsensûyek vê yekê binirxînin. Hin partî û rêxistinan di bin sîwana KNKê de cih negirtiyê jî lê ew daxwaz daxwaza hemû partî û rêxistinan e. Pêwîst e hemû partî, rêxistin û sazî jî piştgiriya vê projeyê bikin. Beriya me jî Filistînê daxwaza statuyê kiribû. Pêwîst e qanûn û rêgezên Neteweyên Yekbûyî bi şêwazeke demokratîk çawa ku ji Filistînê re statu qebûl kiribû divê ji gelê Kurdistanê re jî qebûl bike. Ji bo vê yekê nûnerên Kurd di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bi şêwazeke çavdêrî beşdarî kar û xebatan bibin. Her wiha statuyeke fermî ji Kurdan re bê qebûlkirin. Em ji aliyê hiqûqî ve jî bi serlêdanê dixwazin li ser axa Kurdistanê statuya gelê Kurd bê naskirin. Çawa li Başûr pergaleke federal hatiye damezrandin divê li çar aliyên Kurdistanê jî statuya Kurdistanê bê naskirin.”
‘Zemîna yekîtiyê xurt e’
Ahmet Karamus li ser xebatên yekîtiya neteweyî jî diyar kir ku amadekariya wan a konreyeke berdewam dike û wiha pê de çû: “Helwesta partî, rêxistin û saziyên her çar beşên Kurdistanê li gorî salên derbasbûyî pir baş e û zemîna yekîtiyê xurt bûye. Lê weke ku li Rojava bi konferanseke yekîtiya partiyên Kurd pêk hat û li Rojhilatê Kurdistanê partiyên Kurd yekîtiya xwe ragihandin lê li beşên din ên welat hê zemîneke wisa pêk nehatiye. Lê li Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê helwestek heye. Li Bakurê Kurdistanê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hatiyê avakirin û hewldan berdewam e. Niha hewldanên me jî ew ê ku li Başûrê Kurdistanê jî yekîtî bê peydakirin. Siyasteke nû li Rojhilata Navîn xistine rojevê. Ji bo destkeftiyên Rojava û Başûr lawa nebin, pêvajoya li Bakurê Kurdistanê dê çawa encam bibe hê ne diyar e, divê em van hemû faktoran li ber çavan bigirin. Dema em van analîz dikin derdikeve holê ku pêwistiya me bi yekrêziyê heye. Ji bo em bikaribin destkeftiyan biparêzin divê em yekrêziya xwe pêk bînin.”
‘Em yekîtiya xwe pêk neynin destkêftiyên me dê ji dest biçin’
Ahmet Karamus bal kişand ser pirsgirêkên di navbera rêxistin û partiyên Kurd de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêk û aloziyên di navbera partî û rêxistinan de heye jî divê em çareseriyê jê re bibînin. Pirsgirêka bicihneanîna peymana 26ê Nîsanê ya li Rojava divê bê çareserkirin. Li Başûrê Kurdistanê salek û nîv e hilbijartin hatine kirin jî parlamento ava nebûyê. Me di civata giştî de jî bang li desthilata Başûr kir di serî de PDK û YNK û hemû partî demildest vê pirsgirêke di nav xwe de çareser bikin. Heke hikûmeteke li gorî berjewendiyên gelê Kurd ava nekin û parlamentoyê ava nekin, di nava hêzên peşmergê de yekîtî pêk neyê pirsgirêka yekîtiya neteweyî dê bikeve nava krîzeke mezin. Ji bo wê jî divê pirsgirêka di navbera hêzên Kurd de demildest çareser bikin. Bila kes xwe nexapîne. Ji bilî vê yekê alternatîf tune ye. Gelê me di dema xwepêşandanên ji bo Rojava de peyama da partiyên Kurd ku yekîtiya xwe pêk bînin. Me ev peyama gelê xwe weke dîrektîfek ji bo xwe hilbijart û em bi hêvî ne hemû partî jî li gorî peymanê tevbigerin. Niha jî em amadekariyên konferanseke niştimanî dikin ku van mijaran nîqaş bikin. Em bi hêvî ne dê di vê mijarê de jî bi ser bikevin. Em weke KNKê amade ne ku piştgiriya yekîtiya neteweyî bikin. Heke em di vê qonaxê de bimînin û ne xwedî stratejiyeke yekrêziyê bin destkêftiyên me dê yek bi yek ji dest me biçe. Wê kî vê berpirsyariyê hilînê ser xwe? Ji bo wê jî banga me ji hemû partî û rêxistinan re ew e ku em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevbigerin. Em naxwazin peymanên Seykes-Picot û Lozan li ser me dubare bibin û di vê sedsalê de jî bêstatu bimînin. Ev rîsk li pêşiya me ye. Heke em yekîtiya xwe pêk neynin em ê di vê sedsalê de jî bêstatu bimînin.”












