Şirnex- Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût de lêpirsîn hat vekirin. Zeynep Dûrgût têkildarî lêpirsînê li miduriyeta polîsan îfade da.
Derbarê nêçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Zeynep Dûrgût de bi hinceta ‘agahiyên şaş belav kirine’ lêpirsîn hat vekirin. Hat hînbûn ku kesên bi navê Nîhat Tatar û Kenan Tatar ku bi îadeya serçeteyên fûhûşê tên darizandin, giliya Dûrgût kirine û li ser vê yekê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Dûrgût bi parêzerê xwe re çû Midûriyeta Polîsan a Cizîrê û îfade da.
Çi bûbû?
Di sala 2013an de derbarê çeteya ku hin leşkerên pispor û gelek kesên sîvîl jî di nav de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di sala 2024an de îdeanameya çeteya fêhûşê hatibû amadekirin. Piştî ku Zeynep Dûrgût rastiyên di îdeanameyên de ragihand, ji aliyê Kenan û Nîhat Tatar ve rastî gefan hat û Rojnameger Zeynep Dûrgût derbarê van kesan de serî li dozgeriyê da.