Polîsên Fransayê li bajarê Draguignanê avêtin ser avahiyê Navenda Civaka Demokratîk û 4 endamên navendê binçav kirin.
Polîsên Fransayê li bajarê Draguignanê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk. Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fîratê (ANF), lêkolîna li avahiya komeleyê berdewam dike û çar endamên komeleyê jî ji malên xwe hatin binçavkirin.
Banga xwedîderketinê
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê daxuyanî da û ragihand ku serdegirtina polîsan a navendeke civakê nayê fêhmkirin û qebûlkirin. Navenda Civakî bang li rayedaran kir ku dest ji krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan berdin. Navendê bang li Kurdistaniyên li Draguignanê jî kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin.