Îsraîlê bi ÎHAyan êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir ku hewl dide alîkariya însanî bigihîne Xezeyê.
Îsraîlê li dijî Fîloya Sumudê ya Global ku ji bo balê bikişîne ser krîza însanî ya li Xezeyê û alîkariyê bibê Xezayê, bi Balafirên Bêmirov (ÎHA) êriş kir. Fîloya ku ji 44 dilxwazan û ji 50 keştiyan pêk tê, hewl dide alîkariya xurek, derman û pêdiviyên însanî bigihîne Xezeyê.
Di saetên şevê de li dijî fîloyê bi droneyan êrişa bombeyên deng û kîmyewiyên nehatine pênasekirin hate kirin û hat zanîn ku xisar gihiştiye du keştiyan.
Fîloyê jî têkildarî êrişê daxuyanî da û got ku ew bibiryar in ku xwe bigihînin Xezeyê û banga piştevaniyê kir.