Enqere – Ji SAHAMê Yuksel Genç ku di rûniştina 2yemîn a civîna 12an a Komîsyona Meclise de axivî. Yuksel Genç daneyên ku li ser pêvajoyê dane hev ji komîsyonê re parve kir û da zanîn ku Kurd ji sedî 90 perwerdehiya fermî ya bi zimanê dayikê weke şertê bingehîn dibînin.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatibû avakirin, civîna xwe ya 12emîn li dar xist. Komîsyonê di rûniştina yekem a civînê de Navenda Lêkolîna Aborî û Siyasî (SETA), Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê (DİTAM), Lêkolîna Rawest, Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Weqfa Lêkolîn Perwerde û Çandê ya Ekopolîtîk (EKEAV) guhdar kir. Di rûniştina duyem de jî Enstîtuya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo-Siyasî (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) û Lêkolîn,Perwerde û Şewirmendî ya GENARê hatin guhdarîkirin.
‘Pêvajo dê bi qanûnan pêş bikeve’
Rûniştina 2yemîn bi guhdarkirina ji Enstîtuya Enqere Hatem Ete ve dest pê kir. Hatem Ete anî ziman ku bi banga Devlet Bahçelî re di siyeseta Tirkiyeyê de jî pêngaveke nû dest pê kir û wiha got: “Ji destpêka pêvajoyê heta niha hem li welatê me hem jî li derveyî welat guherînên dîrokî pêk hatin. Lê pêvajo ji van guherînan bandor nebû. PKKê biryara xwe fesîhkirinê ragihand û piştre jî çekên xwe şewitandin. Piştî vê sererastkirineke qanûnî, dê pêvajoyê behtir xurt bike. Her çend piştgirî zêde be jî, baweriya bi vê pêvajoyê kêm e. Li gorî min, dermanê vê bêbaweriyê gavên berbiçav in. Dema civak bibîne ku ev mesele bi ser dikeve, bawerî jî dê çêbibe. Girêdana vê pêvajoyê bi Sûriyeyê re ne pragmatîk e. Ji ber ku demên Tirkiye û Sûriye cuda ne, û Tirkiye li Sûriyeyê ne aktorê tenê ye. Bingeha qanûnî girîng e lê ev qanûn divê ne tenê ji bo çekdanînê be lê entegrasyona civakî û demokratîkbûna Tirkiyê jî armanc bike.”
‘Sedî 90ê Kurdan perwerdehiya Kurdî dixwazin’
Piştrê jî ji SAHAMê Yuksel Genç axivî. Yuksel Genç bi lêv kir ku banga Abdullah Ocalan û biryara çek şewitandinê ya PKKê zemîneke xurt ji bo aştiyê datînê û ev pêşniyarên ji lêkolînan berhev kirinê parve kir: “Ji %65 guhertinên di qanûna înfazê de hêvî dike.Ji %60 rakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê dixwaze. Ji %68.5 serbestberdana girtiyên nexweş dixwaze. Ji %66.7 serbestberdana bê şert a girtiyên ku cezayên xwe temam kirinen dixwaze. Ji %64.9 naskirina mafê hêviyê yê bi qanûnî, ji %66.7 ji bo ciwakê amadekirina qanûnên ewlehiyê, ji %71.2 bidawîkirina sepana qeyûman, ji %60 jî efûyeke siyasî ya lezgîn dixwaze. Her wiha li gor lêkolînan, ji sedî 90ê Kurdan perwerdehiya fermî ya bi zimanê dayikê weke şertê bingehîn dibinin.”
Ji TEPAVê Guven Salkê jî li ser pêvajoyê û tekiliya wê ya aboriyê rawestiya û nêrîn û fikren xwe ji komîsyonê re parve kir.
‘Mekanîzmayên dîplomasiyê vekin’
Ji ORSAMê Kadîr Temîz jî qala guherîn û pêşketinên li Rojhilata Navîn kir û ev pêşniyar kirin:
“*Divê Tirkiye bi Kurdên Bakurê Iraq û Sûriyê re kanalên dîplomatîk ên fermî an nefermî veke.
*Diyaloga stratejîk; Bi aktorên wek ENKS, eşîran û partiyên herêmî re têkiliyên domdar bêne avakirin.”
‘Divê komîsyon pirsgirêkên hiqûqî çareser bike’
Herî dawî jî ji GENARê Îhsan Aktaş axivî û diyar kir ku ev pêvajo ji gelek xalan ve ji pêvajoyên berê cûdatir e û wiha axivî: “Lêkolînên me jî nişan didin ku di navbera Kurd û Tirkan de mesafeyeke kûr tune ye. Divê komîsyon agahî bide û partiyên dijber jî bêne qayîlkirin. Komîsyon divê pirsgirêkên hiqûqî çareser bike. Ev yek dê encamên erênî bîne. Divê Destûra Bingehîn yeke nû bê çêkirin, ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo herêmê ku Kurd, Tirk, Elewî û hemû gelan bigire nav xwe, wekî destûreke ‘împaratorî’. Vîzyona Tirkiyeyê ya mezin, bi demokratîkbûnê û xurtkirina xwişk-biratiyê, dê pirsgirêkên berê çareser bike.”
Piştî guhdarkirinan civîna vê hefteyê bi dawî bûn. Tê payîn ku dê heftaya bê saziyên jinan û ciwan bên guhdarkirin.