* Tirkiyeyê di sala dawî de herî zêde bi balafirên şer êrîşî firinên nan, aşên genim û depoyên genim kir û gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bê nan hişt. Herî dawî balafira şer a Tirkiyeyê di 21ê Kanûnê de li Kobanê êrîşî depoya genim kir û 300 ton genim şewitî.
* Rêveberên Odeya Bijîjkan a Amedê û Şaxa SESê ya Amedê ku êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin desthilata AKPê hişyar kirin û gotin: “Şer ji bo mirovahiyê qirkirine. Divê were bidawîkirin.”
* DBP, KKP, Hereketa Azadî, PÎA, DDKD, Platforma Jinên Kurd, Komeleya Şêx Seîd, dê li dijî êrîşên li ser Rojava, li Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (11.00)
*DBP, TJA, DEM Partî dê li ser Sînorê Pirsûs-Kobanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
* Nobeta Sînor a di pêşeniya DBP, TJA û DEM Partiyê de li ser sînorê Nisêbîn Qamişlo dest pê kiribû dê di roja 12an de berdewam bike (12.00-16.00)