• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

Mehmet Alî Ertaş /AW

28 ÎLON 2025 - 09:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
“Ji bo nameya Serokatiyê em diçûn ba kîjan eşîrê, tevan rêz û hurmet ji vê nameyê re digirtin.”
“Gelek kesan name datanî ser serê xwe û qîmetek pir mezin didan nameyê. Digotin hûn tişta ku di vê nameyê de ye pêk bînin gelek baş e.”

Serokê Rûspîyê Hesekê û Şêwirmendê Eşîra El Cebûr a Ereban Ekrem Haco Mahşûş der barê peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji eşîrên ereban re şandibû û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.

Ekrem Haco Mahşûş, ewil li ser têkiliyên eşîrên Ereb û Kurdan rawestiya û wiha got: “Eşîrên Ereb û Kurdan bi hevre xebatê dikin. Bi hevre leşkeriyê dikin û bi hevre karê aborî dikin. Di hemû qadên jiyanê de bi hevre dijîn. Di navbera Ereb û Kurdan de tu tirs û pirsgirêk tune ne. Em nabêjin aliyê Ereban û aliyên Kurdan, em dibêjin hemû pêkhate. Em hemû bi hevre ne. Eger em ne bi hevre bin em ê çi bikin?
Em ne bi hevre bin, kî bixwazin dikarin bi hêsanî bên êrîşî herêmên me bikin. Herêma ma herêmeke mezin e. Reqa, Hesekê, herêmeke mezin e. Tifaqa di navbera eşîrên li Reqa û Hesekê pêş dikevin, xebatek baş û esasî ye. Li dijî dijmin seknek hevpar û cîddî heye. Dibe ku pirsgirêk hebin. Lê pirsgirêk li pêş kar nabin asteng. Em wekî eşîrên Ereb li pişt HSDê ne. Zarokên me di nava refên HSDê de cih digirin. Ereb û Kurd bi hevre ne.”

Ekrem Haco Mahşuş bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî. “Name û peyama Serok ji bo me gelek muhîm e. Hemû eşîrên ku me name dibir ji wan re tevan daxwaza nameyê dikirin û bi qîmet didîtin. Gelek kesan name datanî ser serê xwe û qîmetek pir mezin didan nameyê. Digotin hûn tişta ku di vê nameyê de ye pêk bînin gelek baş e. Heta niha kesî peyamek ji eşîran re neşandiye. Serokek cara ewil peyamê ji eşîrên ereb re dişîne.

Ereban name danî ser serê xwe

Ekrem Mahşuş da zanîn ku ev peyam ji bo me gelek girîng û baş e û wiha lê zêde kir: “Tu eşîrên li dijî vê name û peyamê tune bûn. Gelek kesan ev peyam û name danîn ser serê xwe û qîmeteke mezin dan vê nameyê. Ji bo nameya Serokatiyê em diçûn ba kîjan eşîrê, tevan rêz û hurmet ji vê nameyê re digirtin. Qedrê vê nameyê li cem me pir pir mezin e. Em tev dixwazin li gorî vê peyam û nameyê tev bigerin. Her hevokek xwedî wateyek e. Di aliye mirovahiyê de jî di aliyê ol de jî pir bi qîmet e. Di milê leşkerî, aborî û rêveberiyêde peyamên girîng hebûn.”

‘Name ji bo me fermanek e’

Ekrem Haco Mahşûş, destnîşan kir ku ev peyam û name ji bo wan wekî destûrekê, wekî fermanekê bû û wiha berdewam kir: “Êdî kes nikare navbera Kurd û Ereban xera bike. Hin kesên dixwazin di navbera Kurd û Ereban de pirsgirêk derkevin lê êdî tu kes nikare. Êdî dê tu pirsgirêk di navbera gelê Kurd û Ereb de çênebe. Dewlet dixwazin di navbera Kurd û Ereban de pirsgirêkan derxin. Berê dewletdên li Sûriyeyê yên wekî Amerîka, Îsraîl, Tirkiye, Îran, Fransa û Rûsyayê xwestin li herêmê tevli heviyê çêkin. Lê pirsgirêk di nava Sûrî-Sûrî de çareser dibe. Em dikarin di nava xwe de çareser bikin. Em dixwazin dewletên derve terka axa me bikin.”

‘Divê Tirkiye ji Efrîn û Girê Spî derkeve’

Serokê Eşîrê Ekrem Haco Mahşûş xwest dewlet ji Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezazê derkeve û wiha pêde çû: “Em dixwazin Tirkiye ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve. Divê Tirkiye dest ji Efrînê berde. Divê êdî Tirkiye, ji Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê derkeve. Divê Tirkiye cihê ku dest danîye ser dereve. Em dikarin pirsgirêkên nava xwe bi xwe çareser bikin. Em dikarin pêkhate di nava xwe de çareser bikin. Dewletên li vir hemû berjewendiyên xwe dixwazin. Tu dewlet berjewendiya Sûriyeyê naxwazin. Tirkiye dibêje kurd û HSD li ereban neheq in. Tirk dixwazin fitne û lîstokan têxe nava Kurd û Ereban. Dema fitneyê têxe nava me, em hemû li xizanê ne. Em îro Kurd û Ereb destê hev negirin em tev li zerarê ne. ”

‘Li dijî dijmin hemû pêkhate bibin yek’

Ekrem Mahşûş herî dawî bang li hemû pêkhateyan kir ku bibin yek û got: “Em di şer de ne. Dijmin xera me naxwaze. Divê em li diji vê yekê hemû pêkhate û gelê Bakur û rojhilatê Sûrî bibin yek. Em eşîrên ereb li hev kom bidin. Em eşîrên ereb û rûspî li hev kom dibin. Em diyar dikin ku pirsgirêka me tevan yek e. Xerabiyek çêbibe dê hemû pêkhateyê bandor bike. Divê em bi hevre bin û yekîtiyê xwe xurt bikin. Divê em destûr nedin ku kes têkeve navbera me Kurd û Ereban. Ji xeynî Kurd û Ereban kesên qenciya me bixwazin tune ye. Dijminê me pir in. Zarokên me yên kurd û ereban di nava HSDê bi hevre ne. Çawa zarokên me di nava HSDê bi hevre ne, divê em jî wekî eşirên ereban û pekhate bi hevre bin. Nêzî 70 hezar ciwanên ereb leşkeriya xwe dikin. Çi dibe bila bibe em Kurd û Ereban dest ji warê xwe û axa xwe bernadin.
Divê em dijminê xwe nas bikin û heta dawî em bi hevre bin. Divê tifaqa Sûriye xurt bibe. Em hemû pêkhate yekîtiya Sûriyê dixwazin. Em hemû pêkhate li dijî êrîşan yek în û em bi hevre sînga xwe didin ber şer.”

Nameya Rêberê Gelê Kurd a ji bo eşîrên ereban

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Eşîran wiha ye: “Ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re:
Dostên hêja:
Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim.
Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.
Hûn bi vê yekitiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin.
Di dilê dîrok û raboriya wê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwîşkûbiratî yên di navbera her du gelan de piştî îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.
Ev yekitiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye. Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lew re ev helwest û yekitiya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyeke mezin didimê. Ez piştgiriyê didim xwîşkûbiratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye.
Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwîşkûbiratiyê û neteweya demokratîk dan. Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bijîn. Ev jî bi piştgiriya we ya ji bo QSDê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji QSDê re xwedî girîngî û wateyeke mezin e.
Dostên hêja:
Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de pêk bînin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz dijîn ji bo vê biratiya dîrokî tev bigerin.
Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim.
Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim
Di jiyana we de tenduristî û serkeftinê dixwazim
Silavên dostane û Xwîşkûbiratî
28/7/2025
Abdullah Ocalan
Girtîgeha Îmraliyê.”

Etîket: Abdullah OcalanErebEşîrên erebanKurdname
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

29 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (1)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne