• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    Di êrişê li ser dibistanê de 16 kes birîndar bûn

    Di êrişê li ser dibistanê de 16 kes birîndar bûn

    Li Germiyanê qurbaniyên Enfalê hatin bîranîn

    Li Germiyanê qurbaniyên Enfalê hatin bîranîn

    Cezayê hefsê dan rojnameger Hakki Boltan

    Cezayê hefsê dan rojnameger Hakki Boltan

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê: 13 kes birîndar bûn

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê: 13 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    Di êrişê li ser dibistanê de 16 kes birîndar bûn

    Di êrişê li ser dibistanê de 16 kes birîndar bûn

    Li Germiyanê qurbaniyên Enfalê hatin bîranîn

    Li Germiyanê qurbaniyên Enfalê hatin bîranîn

    Cezayê hefsê dan rojnameger Hakki Boltan

    Cezayê hefsê dan rojnameger Hakki Boltan

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê: 13 kes birîndar bûn

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê: 13 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serhat Çakmak: Me mafê hêviyê û mafên gelê Kurd pêşniyarî komîsyonê kir

Mahmût Altintaş / AW

3 COTMEH 2025 - 08:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak ê ku tev li civîna komîsyonê bû da zanîn ku wan pêşniyarên qanûnî pêşkêşî komîsyonê kirine û got: “Me ji bo mafê hêviyê berpirsyariya komîsyonê jî bibîrxist. Ji bo birêz Ocalan bikaribe rol û mîsyona xwe pêk bîne divê mafê hêviyê di demeke nêz de pêk were.”

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê ava bûye duh di civîna xwe ya 13emîn li dar xist. Komîsyonê di civîna 13emîn de li saziyên hiqûqê guhdar kir û pêşniyarên wan girtin. Yek jî saziyên hiqûqê ku beşdarî civînê bû jî Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) bû. Hevserokên Giştî yên OHDê Serhat Çakmak û Ekîn Yeter Moray beşdarî civînê bûn û derbarê mafê hêviyê, mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî, qanûna înfazê û qanûna terorê de gelek pêşniyar ji komîsyonê re kirin û rapora ku di nav de pêşniyarên qanûnî cih digirtin jî pêşkêşî komîsyonê kirin. Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak piştî civîna komîsyonê ji Ajansa Welat (AW) re têkildarî beşdariya wan a civînê û pêşniyarên kirine axivî.

‘Me binpêkirinên mafên gelê Kurd anî ziman’

Serhat Çakmak anî ziman ku ji avabûna komeleya wan û vir ve ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya hiqûqî xebatan dikin û wiha got: “Di komîsyonê de çi hewce dike ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo dewleta Tirk bibe dewleteke demokratik ji aliyê hiqûqî ve çi kêmasî hene me berfirehî bi komîsyonê re parve kir. Her wiha me pêşniyarên xwe weke raporekê jî pêşkêşî komîsyonê kir. Di nava raporê de xweseriya dadgehê, mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî û di hemû qadên civakî bê axaftin ji aliyê qanûnî ve çi hewce dike me anî ziman. Her wiha ji bo cenazeyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane û demekê dirêj cenazeyên wan radestî malbatan nayên kirin û êrişên li cenazeyên wan tên kirin li dijî vê yekê ji aliyê qanûnî vê çi hewce dike me anî ziman. Li ser qanûnên şeredarî û ekolojiyê jî me pêşniyarên xwe kirin. Di şer de yek jê jî herî zêde xwezaya Kurdistanê hatiye texrîbkirin, ji bo ev texrîbat bi dawî bibe ji aliyê qanûnî ve çi hewce dike me ew jî pêşniyar kir. Her wiha betalkirina Peymana Stenbolê û astengkirina mafê jinan jî me anî ziman û derheqê van de pêşniyarên qanûnî xwest. Pirsgirêka girtiyên nexweş, dirêjkirina înfazên girtiyan û bi giştî rewşa girtiyan û qanûnên hewce dikin me pêşniyar kir.”

‘Me ji komîsyonê re pêşniyara mafê hêviyê kir’

Serhat Çakmak di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku wan ji bo mafê heviyê jî berpiryariya komîsyonê û Meclîsê jî bi bîr xistin e û got: “Îro xala herî girîng mafê hêviyê ye. Mafê hêviyê wê ji aliyê qanûnî ve çawa bi cih were me pêşniyara di vê derbarê de kirin. Komîteya Konseya Ewropayê jî ji bo mafê hêviyê îşaretî komîsyona Meclîsê kiribû, me dubare berpirsyariya komîsyonê bi bîr xist. Li ser girîngiya mafê hêviyê û rewşa girtiyên siyasî jî me anîn ziman. Heke mafê hêviyê pêk were birêz Abdullah Ocalan jî dikare ji bo pêvajoyê hin bêtir bi rol û misyona xwe rabe. Mafê herî xwezayî yê mirovan azadî ye. Di bin qanûna mafê hêviyê de jî ev maf heye. Ji aliyê hiqûqî ve mafekî mirovî ye. Ji aliyê siyasî ve jî rol û misyona birêz Ocalan heye. Bi berpirsyariya birêz Ocalan ev pêvajo dest pê kir. Birêz Ocalan rîskeke mezin girt. Pêvajo bi vê berpiryariyê û gavên hatine avêtin bi pêş ve hat. Ji bo pirsgirêk çênebin û birêz Ocalan bikaribe rol û mîsyona xwe baş bi cih bîne, divê ev mafê hêviyê di demeke nêz de pêk were.”

‘Divê komîsyon êdî gavên şênber biavêje’

Serhat Çakmak destnîşan kir ku hewceyî bi amadekirina pêşniyarên taslaxên qanûnî hene û ev yek anîn ziman: “Avabûna komîsyonê pir girîng e. Divê ev mijar di bin baneya vîna gelan de bihata nîqaşkirin. Ew der jî Meclîs e. Ji ber wê jî avabûna komîsyonê di bin baneyê Meclîsê de bi wate ye. Xebatên tên kirin jî girîng in. Lê piştî vê saetê divê êdî komîsyon jî gaveke şênber biavêje. Tevgera PKKê ku xwe fesîx kiriye û çend endamên wan çekên xwe îmha kirin jî ji bo wan divê qanûn bên çêkirin. Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên 30 sal in di girtîgehan de ne û cezayê wan qediyaye amadekariya qanûnî bên kirin. Heke komîsyon vî karî bike her du alî jî wê bi pêvajoyê bawer bikin. Di nava civakê de jî baweriya ji bo pêvajoyê wê xurt bibe. Armanca vê pêvajoyê jî ew e ku civak bawer bike û ev pêvajo bibe civakî. Ji bo vê jî avêtina gavên şênber pêwîst in.”

‘Xebatên me wê bidomin’

Serhat Çakmak destnîşan kir ku weke OHDê ew jî ji aliyê hiqûqî ve ji bo pêşketina pêvajoyê xebatên xwe dimeşînin û di dawiyê de wiha got: “Ji bo dewlet ji aliyê hiqûqî ve gavan biavêje, em ê bêhtir xebatan bikin. Dema têkoşîn nebe û em li cihê xwe bisekinin, gelo ka wê pêvajo çawa bi pêş ve biçe. Îro em tev li civîne bûn û me pêşniyarên xwe pêşkeşî komîsyonê kir. Em ê ji niha şûn ve jî ji nêz ve bişopînin. Komîsyon wê çi bike, wê çi guhertinan bike, ji bo pêşveçûna pêvajoyê û demokratîkbûna welat çi qanûn hewce dikin li ser vê yekê xebatên me wê bidomin. Ji bo jiyaneke demokratik û wekhev çi hewce dike em ê li ser vê yekê xebatên xwe bidomînin.”

Etîket: Abdullah OcalankomîsyonMafê Hêviyêmafên gelê KurdOHDpêvajoSerhat Çakmak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

14 NÎSAN 2026
Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

12 NÎSAN 2026
Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

10 NÎSAN 2026
Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

9 NÎSAN 2026
Kurtulmuş: Ma vîyarenê serdemêko newe ke do tena fikirî qisey bikerê

Kurtulmuş ji bo pêvajoyê îşaret bi TBMMê kir

9 NÎSAN 2026
Bîrlîk: Divê Meclîs ji bo pêşketina pêvajoyê demildest gavan biavêje

Bîrlîk: Divê Meclîs ji bo pêşketina pêvajoyê demildest gavan biavêje

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê Meclisa Ziman ava kir: Em ê pir zimaniyê esas bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Merasîma cenazeyê Zeynep Cansizê: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (506)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne