Li kolana Berîd (Postxane) ya bajarê Minbicê teqînek çêbû. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dan, li Kolana Berîd ya navenda bajarê Minbicê ya dagirkirî teqîneke mezin çêbû. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene. Têkildarî sedemên teqînê de hîna agahî nehatin standin. Ji dema ku artêşa Tirk komên girêdayî wê mu Minbicê di 8ê kanûnê de dagirkirine ve, tevlihevî, dizî, talankirin û revandina şêniyan li Minbicê rû didin.