Tevî ku di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest hat ragihandin, Îraîlê ji hewayê êrişî başûrê Xezayê kir. Di êrişa Îsraîlê de 4 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) parve kiriye, êvara roja Pêncşemê Îsraîlê ji hewayê êrişî taxa El Sebra ya li başûrê Xezayê kir. Hat ragihandin ku di êrişê de 4 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê piştî êrişê diyar kir wan êrişa asmanî ya li taxa El Sebra ya bajarê Xezayê pêk aniye û da zanîn ku wan şaneyek Hamasê hedef girtiye.