Êlih – Li Êlihê amadekariya mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” didome. Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya amadehiyên mitîngê de li gelek taxên Êlihê belavok belav kir û gel vexwend mitingê.
Li Êlihê di 12ê Cotmehê de bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê bi dirûşma “Aştî û Civaka Demokratîk” mitîng were lidarxistin. Di mitîngê de dê azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwestin. Hevseroka DBPê Çîgdem Kilicgûn Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş tev li mitîngê bibin.
Parlamenterên DEM Partiyê, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Êlihê û gelek kes li taxa Pazaryerî û Baglarê ya navçeya Hezoyê, serlêdana esnaf û malbatan kirin. Di serlêdanê de belavok hat belavkirin. Dema ku girse serlêdan dikir gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.