• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TUHAY-DER: Rewşa girtîgehan xerabtir bûye

Bazid Evren / AW

12 COTMEH 2025 - 08:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Osman Başak bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: “Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de rewşa girtîgehan xerabtir bûye.”

Li girtîgehên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, rewşa girtîgehan siyasî tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kiriye jî ti guhertin çênebûne. Her ku diçe xerabtir dibe. Bi taybetî jî nêzîkbûna rayedaran, pêkanînên rêveberiyên girtîgehan, biryarên lijneyên çavderiyê ku berdana girtiyan asteng dike, rewşa girtîgehan radixe ber çavan. Tevî ku li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” heye jî, ev pêkanîn di girtîgehan de her roj dibin sedema binpêkirina mafan.

Hevserokê Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê Osman Başak ji Ajansa Welat re axivî. Osman Başak bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û xwest rewşa girtiyan bê başkirin.

Osman Başak, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwişk-biratiya gelan û civaka demokratîk di 27ê Sibatê de bangek kir. Osman Başak da zanîn ku di çarçoveya pêvajoyê gava çek şewitandinê jî hatiye avêtin û wiha got: “Vê yekê nermbûnekê bi xwe re anî û hinekî dilê gel jî xweş bû. Lê, mixabin ji aliyê dewletê ve hêj gaveke şênber û berbiçav nehatiye avêtin. Em weke komele serdana malbatên xwe yên girtî dikin û malbat ji pirsa, ‘Wê zarokên me kengî bên berdan’ dipirsin. Xûya ye ku di vî warî de hêviyeke mezin a malbatan heye. Lê belê, ji bilî berdana çend girtiyên nexweş ên temenên wan mezin, heta niha ti tişt nehatiye kirin. Ev lijneyên çavderiyê ku berdana girtiyan asteng dikin, xetereyeke mezin e û em biryar û pêkanînên wan napejirînin. Tevî pêvajoyê jî ev pêkanîn tên kirin û berdewam in.”

Zexten li ser girtiyan

Di berdewamiyê de Osman Başak bi bîr xist ku gelek girtiyên nexweş hene û derbarê sepanên li dijî wan girtiyan ev tişt gotin: “Nejdet Koç ku di zîndana Wanê de dimîne, di masûlkeyên xwe de felc bûye û nayê berdan. Her wiha Dawetî Tan hişê xwe winda kiriye, Findî Yacan 70 salî ye û nexweşiyên wî yên kronîk hene û Mûhammed Salîh Çîçek nexweşê çolyakê ye û nayên berdan. Ev tenê girtiyên li Wanê dimînin in, bi hezaran girtiyên wiha hene. Li Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê derabe danîne li ber şibakên qawişan û zextên giran li ser girtiyan heye. Divê di pêvajoyeke wiha de pêkanînên bi vî rengî nebe, lê belê di pêvajoyê de rewşa girtîgehan xerabtir bû.”

‘Ji bo aştiyeke mayînde avêtina gavan gelek girîng e’

Osman Başak di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo gel xwedî li vê pêvajoyê derbikeve divê gavên şênber bên avêtin û got: “Gava gel bêbawer bû, piştgirî jî kêm dibe. Em bang li hemû aliyan dikin ku bila êdî xwîn neyê rijandin, biratiya gelan bê avakirin û deriyê zîndanan vebe. Her wiha divê gerilayên serê çiya jî karibin bên vir. Daxwaziyên gel ên gelenperî ev in û em jî tev li gelê dibin. Çend meh beriya niha behsa ‘qanûna torba’ kirin, lê ev yek jî vala derket. Malbatên girtiyan xemgîn bûn û bertek nîşanî polîtîkayên dewletê didin. Ev yek baweriya gel û malbatan dişkîne. Xwesteka me ji Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ya Meclîsê ew e ku e ku bi gûhertina çend qanûnan girtî bên berdan. Ji bo aştiyeke mayînde avêtina gavan gelek girîng e.”

Etîket: Osman BaşakTUHAY-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdulkadîr Guleç: Weşanên bi Kurdî nadin girtiyan

Abdulkadîr Guleç: Weşanên bi Kurdî nadin girtiyan

30 ÎLON 2025
Alî Haydar Elyakut: Heya deriye Îmraliyê venebe aştî ne pêkan e

Alî Haydar Elyakut: Heya deriye Îmraliyê venebe aştî ne pêkan e

25 ÎLON 2025
TUHAY-DERa Wanê kongreya xwe pêk anî

TUHAY-DERa Wanê kongreya xwe pêk anî

10 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (807)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne