Xwendekarên Zanîngeha YYUyê ku îro têkîldarî geşedanên dawî yên di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de li zanîngehê ji ber îhmalkariyê rektor protesto kirin, çalakiya xwe didomîn û dixwazin rektor biçe cem wan û pirsên wan bibersivîne.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê îro danê nîvro têkildarî geşedanên dawî yên lêpirsîna Rojîn Kabaîşê li ber avahiya rektoriyê ya zanîngehê ku tê payîn îhmalkarî kiriye, çalakiya rûniştinê û bêdengiyê li dar xistibûn. Xwendekar, piştî çalakiya xwe meşeke girseyî li dar xistibûn û tev li daxuyaniya Platforma Jinan a Wanê ku li ber deriyê ATKê pêkanîbûn, bibûn. Xwendekarên zanîngehê çalakiya xwe di nava zanîngehê de didomînin û dixwazin rektor biçe ba wan û pirsên wan bibersivîne.
Xwendekaran, rêya zanîngehê girt û çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Rektor neyê me jî naçin”, “Rektor li ku ye, xwendekar li vir in” û “Rektor xwendiye, xwendiye ku çi hîn bûye” û gelek dirûşmeyên din berz kirin.
Xwendekaran destnîşan kir ku heta rektor neçe wan guhdar neke, ew dê çalakiya xwe bidomînin.