Meclisa Leşkerî ya Minbicê di şerê li dijî komên paralîmîter de 5 endamên çekdar ên paramîlîter kuştin û maşîneyek leşkerî rûxandin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê 5 çekdar ên paramîlîter kuştin. Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ragihand ji şevê din heta sibeha îro di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çekdarên paralimiter ên girêdayî Tirkiyeyê de li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê şer derketye. Çapemeniya HSDê da zanîn ku di şer de 5 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên wan hatin rûxandin û hijmare çek û cebilxane jî hate destserkirin. Navendê çapemeniya HSDê ev agahî parve kirin. “Hêzên me yên ku mafê parastina rewa bi kar anîn û bersiva êrişan dan, rasterast çeper û navendên çeteyan ên li wan herêman kirin hedef. Li eniya Pira Qereqozaqê jî artêşa Tirk derdora pirê û balafirgeha Sirîn bi çekên giran topbaran kir, dinencamê de ziyanên madî derketin. Li herêma Zergan, balafireke bêmirov a Tirkiyeyê xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariyê û endamekî Hêzên Disîplîna Leşkerî jiyana xwe ji dest da û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn.”
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di heman demê de di şerê li dijî koman de li başûr rojhilatê Minbicê wesayîteke komên çekdar ên paramîlîter rûxandin.