Enqere – Leşkeran di salên 90î de li Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin û valakirin. Bi hezaran kes ji neçarî koçî metropolên Tirkiyeyê bûn. Welatiyên ji Colemêrgê hatin Enqereyê li vir taxa xwe ava kirin. Lê her tim berê wan li welat e û bi hesreta vegera welat dijîn.
Leşkeran di salên 1990î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin. Welatiyên ku gundên wan hatin şewitandin jî neçarî koçî metropolên Tirkiyeyê kirin. Welatiyên ku ji ax, welat û gundê xwe dûr ketin li metropolan bi gelek zor û zahmetî dijîn. Kurdên koçber bûn, li bajarekî biyanî bi zahmetî dijîn û debara xwe dikin. Yek ji bajarê ku Kurdan koç kiriye jî Enqere ye. Welatiyên Amed, Colemêrg, Elih, Wan, Şirnex û Mêrdînê ku gundê wan hatin şewitandin, li Enqereyê kom bûn û navçeya Mamakê ya Enqereyê taxeke kurdan ava kirin.
Navçeya Mamakê yek jî navçeya herî zêde Kurd lê dijîn e. Taxên Mûtlû û Turkgozu yên navçeya Mamakê bûne taxên Kurdan. Şêniyên taxê hemû Kurdên ji Colêmergê koç bûne û hatne. Dema di sala 1994an de gundê Kotranis a Colemêrgê şewitandin, gundiyan wê demê koçî Enqereyê kirin li vir bi cih bûn. Hemû welatiyên taxê, ji Kotranîsê ne û xizmên hev in. Welatiyên ku ji ber şewitandina gund koç bûn, li vir kaxiz, plastîk û bermahiyan kom dikin û debara xwe dikin. Li her dû taxan xanî bi piranî yek qat in dibişin gundekî Kurdistanê. Welatiyên ku em li taxê bi wan re axivîn qala jiyana xwe ya piştî koçberiyê kirin. Daxwaza vegera gundên xwe anîn ziman.
‘Ji ber ku em Kurd bûn avahî nedidan me’
Welatiyan Fehmî Çelîkoglu, dema gundê wan hat şewitandin ew hêj zarok bû. Ew bû şahidê şewata gundê xwe. Hîn zarok bû tevî malbata xwe ji gundê Kotranîsê koçî Colemêrgê kirin. Ji wir jî koçî Enqereyê kirin. Fehîm Çelîkoglu niha ji bo debara malê karton, plastîk û bermahiyan kom dike û wiha qala jiyana xwe dike: “Hemû gundiyên me li vir in. Piştî ku em koçî Enqereyê bûn kesî xanî nedidan me. Digotin ‘hûn Kurd in.’ Kar nedidan. Cihekariyeke mezin dikirin. Rayedarên dewletê gelek zahmetî derxistin. Me gelek zor û zahmetî dît. Niha jî em karton û plastikan kom dikin û debarê dikin.”
‘Dixwazin vegerin gundê xwe’
Fehmî Çelîkoglû diyar kir ku ji ber zarokên wan li bajarekî biyanî mezin bûne ji çand û zimanê xwe jî dûr ketinê û xwest zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Fehmî Çelîkoglû destnîşan kir ku ew dixwazin vegerin gundê xwe û wiha domand: “Zarokên me li van bajaran ziman û çanda xwe ji bîr kirin. Em li malê Kurdî diaxivin lê ji ber ku li dervê û dibîstanê Tirkî tê axaftin û Kurdî zêde nayê axaftin ew jî fêrî Tirkî bûne. Em dixwazin zarokên me jî di dibîstanan de Kurdî fêr bibin. Em dixwazin gundê me careke din ava bibe û em vegerin gundê xwe. Niha çend mal vegeriyan û bi derfetên xwe ji xwe re xanî ava kirin lê divê li gund hertişt çêbibe ku em bikarin vêgerin gundê xwe. Em dixwazin vêgerin gundê xwe. 20 sal in min gundê xwe nedîtiye.”
‘Sewalên me jî kuştin’
Narinç Temel ku kurekî wê di şer de jiyana xwe ji dest daye, bi koçberî û şewata gund re êşa wê zêdetir bûye. Narinç Temel anî ziman ku li gund 100 mal hebûn û got: “Li gund şer derket. Piştî şer derket, leşker hatin gund tevî sewalan şewitandin: “Sewalên me jî kuştin. Em jî neçarî koçber bûn. Hinek li gund koçberî Edenê bûn, hinek koçberî Wanê bûn. Em jî koçberî Edenê bûn. Me gelek zor û zahmetî kişand. Piştre jî koçî Enqereyê bûn. Li vir em kirê de diman. Zarokên me kaxizan kom dikin. Me gelek zahmetî kişandin. Jiyana me ya li gund gelek xweş bû. Sewalên me hebûn, zewiyên me hebûn. Tev şewitandin. Em li vê taxê hemû nas û xizmên hev in.”
‘Em dixwazin vegerin gundê xwe’
Narinç Temel ku piştî qedexeya li ser gund rabû hin caran dikare biçe gundê xwe. Gora zarokê wê li gund e. Ji bo vegerê wiha dibêje: “Em jî dixwazin vêgerin gundê xwe. Ez car caran diçim gund. Behna min li wir tê. Ez pir ji gund hez dikim. Lê edî nikarinê vegerim. Gora zarokê min li gundê. Car caran ez diçim gund ser gora zarokê xwe. Dixwazin vegerin gund.”