Di nava du rojan de 895 penaberên Iraqî ji Kampa holê derktin.
Di çarçoveya koordîneya hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlehiyê ya Koçberan a girêdayî meclisa Iraqê de, beşek din a penaberên Iraqî ji kampa Holê derket.
Karwanê penaberan ku ji 249 malbatan (840 kes) pêk tê, dê li kampa Ceda ya parêzgeha Nînewayê ya Iraqê de werin bicihkirin. Karwan di bin çavdêriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî derkete rê. Ji destpêka salê ve 13 karwanên penaberên iraqî ji kampa Holê derketine. Ji sala 2021an ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî koordînekirî bi hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî re penaberên iraqî yên di kampa Holê de, li ser daxwaza wan ji kampê derdixe.
Di kampa Holê de bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞê yên ji welatên Ereban û gelek welatên din hatine bicihkirin. Ji ber wê wek kampa herî metirsîdar a cîhanê tê binavkirin.
Duh jî 55 koçberên ji Heleb, Hema, Hums û Idlibê ku li kampa Holê diman, di çarçoveya biryara vegera bidilxwazî de ber bi warê xwe ve bi rê ketin.













