Di 3yê nîsana 2023an de Tirkiyeyê qedexe danîbû ser balafirxaneya Silêmaniyê. Piştî 2 sal û 5 mehan tê payîn îşev seferên hewayî yên Tirkiyeyê ji bo Silêmaniyê destpê bikin.
Rêveberê Ragihandinê yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Mihemed Seîd derbarê destpêkirina seferên hewayî yên Tirkiye ya ji bo balafirxaeya Silêmaniyê agahî parvekir. Dana Mihemed diyar kir ku sibe yekem sefera geştên asmanî ya di navbera balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmanî û Tirkiyeyê de ji nûve destpê dikin. Dana da zanîn ku piştî rakirina qedexeyê sibe saet 01:00ê, sefera yekem ya balafira Tirkiyeyê digihîje Silêmaniyê.
Dana Mihemed agahî dan û got: “Dê heftiyê 4 rojan seferên di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê de pêk bên.”
Tirkiyeyê di 3yê Nîsana 2023yan de qedexe danî ser balafirxaneya Silêmaniyê. Bi qedexeyê re seferên asmanî yên di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê de hatibûn rawestandin. Di 15ê cotmeha 2025an de jî dewleta Tirk qedexeya li ser balafirxaneya Silêmaniyê rakir.













